Şerê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, hêj didome. Bi îdiaya “çareseriyê” gelek hêzên navneteweyî û herêmî tev li şer bûn lê heta niha jî “îstîqrareke navxweyî” çênebûye. Koma Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ku dewleta tirk serkêşiya wê dike, piştî 8 salan careke din kete Helebê û şer derbasî qonaxeke din bû.
Di şerê bi sala ye didome de bi sedhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes neçar man ku xaka xwe biterikînin. Hema hema tevahiya Sûriyeyê hate hilweşandin. Yek ji van bajaran jî bajarê Helebê bû ku bajarekî qedîm ê Rojhilata Navîn e.
Di şerê Sûriyeyê de Heleb, yek ji navendên şer bû. Xwedî girîngiyeke wisa ye ku dikare qedera şerê li welêt biguherîne. DYA, Ingilistan, Îsraîl û hêzên NATO’yê ku dixwazin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn, piştî Xeze û Beyrûdê, berê şer guhestin Helebê. Bajar, careke din bi talanê re rû bi rû ye.
Armanca esasî ew e ku bandora siyasî û leşkerî ya Îranê ku ji Yemenê dest pê dike û heta xwe digihîne Behra Spî û ji wir heta Iraq, Sûriye, Lubnan û Filistînê digire nav xwe tune bikin. Her çend di nava dibêtiyan de di herî jêr de cih bigire jî, yek ji armancên din jî kêmkirina bandora Rûsyayê ya li ser Rojhilata Navîn e.
Serkêşiya destkeftiyên leşkerî û siyasî yên Îranê yên li Rojhilata Navîn, Fermandarê Hêzên Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî dikir ku di sala 2020’ê de ji hêla DYA’yê ve li Bexdayê hate kuştin. Kuştina Suleymanî, weke nîşaneyeke ku ev teşedayîn 4 sal berê dest pê kiriye jî xuya dike.
El Nusra ku ji sala şer dest pê kirî heta sala 2016’an li Helebê ma, ji hêla gelek hêzên navneteweyî ve weke “rêxistina terorê” tê dîtin. El Nusra di demên piştre de navê xwe weke HTŞ guherand. Di sala 2016’an de piştî lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, HTŞ ji Helebê veguhestin Idlibê û bi sala ye li wir dimîne. HTŞ’ê piştre li Efrîn, Girê Spî û gelek deverên din ên dagirkirî hate bicihkirin.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte di 25’ê mijdarê de bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û di 26’ê Mijdarê de jî di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbest det pê kir. Balkêşe ku geşedanên nû yên li Sûriyeyê jî piştî van bûyeran, di 27’ê mijdarê de dest pê kirin. Bi destpêkirina agirbesta li Lubnanê re HTŞ kete nava liv û tevgerê. Geşedanên behsa xeberê, ji planên tê xwestin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn cuda nînin. Li ser vê esasî dema tê nirxandin, tê dîtin ku navenda operasyonê NATO ye, li gorî daneyên li qadê Enqere jî tevlî planê hatiye kirin û bi destê HTŞ’ê jî tê domandin.
HTŞ a ku çendek deverên çoltere yên li başûrê Idlibê bi dest xist, piştre jî bêyî ku rastî astengiyekê were xwe gihand navenda Helebê. Ev rewş nîşan dide ku hinek hêzên Îranê yên tevî hêzên rejîma Sûriyeyê tevdigerin û Rûsyayê jî bajar terikandine. Tevî bêdengiya Rûsyayê jî, tevahiya îşaretên heyî nîşan dide ku Moskov jî bi awayekî “lihevkirî” li gorî planê tevdigere. Peyman û têkiliyên şer ên behsa xeberê, di navbera Rûsya-NATO’yê de li Sûriyeyê dest pê kir, ji Ûkraynayê heta Lîbyayê li gelek deveran belav bû. Di heman demê de Helebeke ku HTŞ lê serdest, tê wateya bidawîbûna peymanên Astana, Soçî û lihevkirina Heleb-Idlibê yên di sala 2016’an di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin jî.
Hêj baş nayê zanîn bê ka dê hevsengiya di navbera hêzên hegemon de xwedî sînoreke çawa be û teşegirtina nû ya Sûriyeyê dê bi çi rengî be. Tê payin ku guherîna nû ya li Helebê dê bandorê li seranserî Sûriyeyê bike. Geşedanên behsa xeberê dibe ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê vekin û hevsengiyên nû yên hêzan çêbibin. Jixwe tê texmînkirin ku HTŞ dê tenê bi Helebê bisînor nemîne. Li deverên derveyî Helebê yên Îran xwe jê vedikişîne jî dê valahiyên mezin çêbibin. Di çarçoveya guherînên li qadê de dibe ku li Hema û Humsê jî liv û tevgerek dest pê bike.
Geşedanên dawî dibe ku şer dîsa veguherîna rewşa destpêkê. Ev rewş ji hêla kurdan ve girîng e. Gelê kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevî gelên din xweseriyek ava kiriye. Ji ber ku ev pergal hêj bi hêzên navneteweyî û herêmî re entegre nebûye, her tim bi xetereyan re rû bi rû ma. Rêxistina xweser a ku mînakên wê yên ewil li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin holê, mîna salên ewil îro jî li dijî komên îslamîst ên tundrew, careke din bûn yekane cihên gel bikare xwe lê biparêze. Bi roja ye bi hezaran kesan berê xwe dan van her du taxan.
Heke di hevsengiya heyî de HTŞ berê xwe bide gelê Helebê, wê demê îxtîmala şer mezin dibe. Lê belê hebûna hêzên parastinê yên li navenda Helebê û derdora wê, bawerî û misogeriyê dide gelên Sûriyeyê. Wisa tê texmînkirin ku heke HTŞ dev ji sepanên xwe yên mîna DAIŞ’ê bernede û gel ji cih û warê wan bike, şerê Sûriyeyê dê derbasî qonaxeke din bibe.
Rewşa li Helebê derketî holê, xwedî potansiyeleke wisa ye ku tevahiya herêmê bikişîne nava şer. Gelê kurd li dijî hemû êrişan hebûna xwe parastin û vê yekê kir ku hem ji hêla leşkerî hem jî ji hêla siyasî ve weke aktorek bên dîtin. Bi avakirina herêmên biewle û bi têkoşîna li dijî DAIŞ û yên mîna wê re Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji gelên Sûriyeyê re vekiriye. Rêveberiya Xweser, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk siyaseteke stratejîk û bi gel re serdestiya xwe li qadê ava kir. Bi vî awayî hewl dide welêt ji şer û kaosê rizgar bike û ji bo vê gavên siyasî, leşkerî û dîplomatîk diavêje. Li ser vî esasî, yek ji namzetên hêmanê avaker ên Sûriyeyê ye.
Çavkanî: Nazim Daştan – MA