Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Çarşamba - 4 Aralık 2024

YNK û PDK ji bo avakirina hikûmetê li hev civiyan

Şandeya danustandinê ya YNK û PDK’ê dê ji bo guftugokirina avakirina kabîneya 10’an ya hikûmeta Herêmê li Silêmaniyê li hev civiyan.

Di 20’ê cotmeha îsal de hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Piştî pejirandina encaman, roja 2’yê kanûnê ji bo civîna yekem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate diyarkirin. Ji ber tu partî bi qasî ku hikûmetê ava bike deng bi dest nexistin, hikûmet hêj nehatiye avakirin. Şandeya danustandinê ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji bo guftugokirina avakirina kabîneya 10’an ya hikûmeta Herêmê li Silêmaniyê civiyan.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya YNK’ê, civîn li avahiya Polîtburoya YNK’ê û di rewşeke erênî de birêve çû ku her du aliyan stratejî û amadekariyên pêwîst ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du şandeyan amadebûna xwe ji bo berdewamkirina danûstandinan li gel hev û hemû aliyên din ên Kurdistanî nîşan dane.

Herwiha hat ragihandin ku di civînê de têkildarî civîna yekem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ku di 2’yê kanûna 2024’an de were lidarxistin, li ser giringiya pêşxistina têgihîştinek berfireh ji bo civînê lihevkirinek hat kirin.

Hêjayî gotinêye ku di nava çend rojên borî de YNK’ê ji bo pêkanîna kabîneya 10’emîn a hikûmeta Herêmê serdana hinek aliyên siyasî kiribû. Berî niha jî Serokê YNK’ê gotibû, ji bo avakirina hikûmetê şert û mercên wan hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar