Salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li paytexta Danîmaka Kopenhagenê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser sîstema qirkirin, êşkence ya Îmraliyê, êrîşên çeteyên dewleta tirk ên li ser Helebê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivî. Kartal salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “Em ê li ser şopa Rêberê xwe, li ser şopa xeta Hayrî, Mazlûm û Hakî Kareran bin. Em ê ala azadiyê ya ku wan ji me re hiştin bi ser bixînin. Damezrandina PKK’ê eniyeke mirovahiyê ye ku maf, hiqûq, azadî û wekhevî lê heye. Paradîgmaya Rêberê me ya li ser bingeha azadiya jinê, jineolojî afirand. Jinan çeteyên herî barbar ên serdemê DAIŞ têk birin û nafê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin, serketineke mezin bi dst xistin. Afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Serok Apo silav dikim.” Girseya gel jî bi dirûşmên ‘Bijî Seork Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî PKK’ coşa xwe nîşan da.
Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bi sedan kurdistanî bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hatin ba hev. Şahî li salona Frankurt Saalbau hate lidarxistin. Siyasetmedar Osman Kapan axivî. Kapan diyar kir ku damezrandina PKK’ê qasî jinûve zindîbûna neteweyekê, bi wate ye. Kapan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got, “Azadiya Rêber Apo êdî teqez e. PKK partiya wêje û çandê ye. Bi vê wateyê di mijarên sereke yên mîna çawa tê jiyîn û çawa berxwedan tê raberkirin de, ji dervey civaka Kurd ji bo nasname û civakan jî bûye çavkaniya îlhamê. Li ser vî bingehî Rêber Apo çavkaniya sereke ya felsefeya jiyana PKK’ê ye. PKK di şexsê paradîgmaya Rêbertî de, têkoşîneke jinê ye. Em li dijî sîstema tecrîda Îmraliyê rabin û Rêber Apo azad bikin.” Piştî axaftinan, li ser dîroka PKK’ê sînevîzyonek hate temaşekirin. Şahî bi stranên Hozan Şemdîn, Koma Azad, bi şano û govendê bi dawî bû.
Salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li Viyanayê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate lidarxistin û çar aliyên slaonê bi flamayên HPG’ê, Rêber Apo, wêneyên şehîdên şoreşê û pankartên ji bo azadiya Rêber Apo hatin daliqandin. Hevserokên Civaka Azad a Awûstûryayê Dîlek Karahan û Ahmet Zîrek bi kurdî û tirkî axivîn. Hevserokan gotin, “Me silava Rêber Apo ku damezrînerê PKK’ê ye bi coşeke mezin wergirt. Em berxwedana Rêber Apo, berxwedana hevrêyên li çiyê, zindanan û bajaran silav dikin. Bi navê Civaka azad em we, bi hêz, hezkirin û hurmeta ji têkoşîna we wergirtî, silav dikin. Ji bo pîrozkirina destana 46 salan a PKK’ê em li hev kom bûn û dibêjin; PKK hêvî ye, bawerî ye, berxwedan e, jin e, jiyan e, azadî ye.”
Girseya gel jî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bersiv da axaftina hevserokan. Piştî stranên Koma Dengê Bêzar û Koma Rojava, rojnamevan Sefkan Kobanê axivî. Sefkan Kobanê anî ziman ku berxwedana gerîla li Zap, Xakurkê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û got, “Ev gel, ev zarok, ev ciwan îradeya xwe ji fikrê Rêber Apo werdigire. Fikrên Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bûn. Em îro dibêjin: PKK serketin e. Em jî silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Bijî Rêber Apo, bijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK).” Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî PKK’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.
Kurdistaniyên li Belçîkayê salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê bi coşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Seydî Firat li ser wateya rojê axivî û salvegera damezrandinê li Rêber Apo û dostên ku dilê wan bi fikrê Rêber Apo lê dide, pîroz kir. Seydî Firat diyar kir ku divê ew bi her awayî destê Rêber Apo xurt bikin û got, “Eger ev doz gihîştibe vê astê û PKK dikeve sala 47’an, ev yek bi saya fikrên Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê li pêşiya me hem rojên zehmet hene hem jî metirsiyên mezin. Lewma em gelê kurd hem li welêt hem jî li derveyî welat divê ji her tiştan re amade bin.”
Bi hezaran kesên li salonê jî dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.