Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Çarşamba - 4 Aralık 2024

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

HSD: Tevlî nava refên HSD, YPJ-YPG’ê bibin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hemû xak û nirxên gelên Suriyeyê dike hedef û ev bang kir: “Ev şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAIŞ û Erdoganî’yan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwîşk û biratiya gelan e. Banga me ji bo hemû ciwanên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen, Tirkmen û Çerkez heye ku tevlî nava refên HSD, YPJ-YPG’ê bibin.”

Fermandariya Giştî ya HSD’ê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku li ser malpera HSD’ê hat weşandin wiha ye:

“Di nava vê hefteyê de êrîşeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiya. Bêguman ev êrîş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê rêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûriyeyê ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc. Bi vî rengî naxwazin gelê herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrîşek berfireh li ser herêmên reveberiya xweser heye.

Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û jiyanî ye. Armanca van êrîşan ne tenê herêmên di bin serweriya HSD’ê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Ango dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigirin.

Ev çend rojin şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê berxwedaniyeke mezin û şerekî bêhempa li dijî van êrîşan dimeşînin.

Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hemû pêkhateyên xwe ve, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şunde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe; bedela wê çi dibe bila bibe, ew ê li hemberî van êrîşan raweste. Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûriyeyê rabe. Di vê mijarê de bila gûmana ti kesî nebe. Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigire. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tevbigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi HSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.

Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo parastina gundên xwe, bajarên xwe û tevahî herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabin.

Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi kurdê xwe û Erebê xwe, bi suryan, asûr û ermenê xwe, bi tirkmen û çerkezê xwe, divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tevlî nava refên HSD, YPJ-YPG’ê bibin.

Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAIŞ û Erdoganiyan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwîşk û biratiya gelan e.
Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tevlî nava refên HSD’ê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin. Baweriya me tame ku em ê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan a nava refên HSD’ê re karibin vê êrîşê pûç bikin û planên dagirkeriya tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar