Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker banga seferberiyê li ciwanan kir û wiha got:
“Şerê Cihanê yê Sêyemîn bi şêwazên qirkirinê li ser Rojhilata Navîn de her diçe zêde dibe. Şer û pevçûnên ku li cîhan û Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li tevahiya Sûriyeyê dike, rewşa niha ya welat aloztir dike û ji bo gelên herêmê dibe sedema metirsiyên mezin. Beramberê vî şerî yekane çareserî xwe spartina hêza xwe ya cewherî ye. Wek tê zanîn çeteyan di 27’ê Mijdarê de bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst dest bi êrîşan kirin. Ji ber vê weke ciwan û jinên ciwan divê em ji hemû cureyên şer û pevçûnan re amade bin û karibin li dijî van şeran pêşengiya berxwedanê bikin.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo parastina gel û axa xwe amade ne. Li ser esasê îdeolojî, bawerî û hêza ku me ji Rêber APO girtiye û bi ruhê fedayî yê ku me ji şehîd Asya û şehîd Rojger girtiye, em ê li dijî van êrîşên qirêj li ber xwe bidin û têbikoşin. Ser vî esasî em bang li hemû ciwan dikin ku seferber bibin û tevlî hêzên parastina xwe bibin û şer bikin.
Divê ciwan û jinên ciwan ên kurd, Ereb, ermen, asûr û tirkmen piştgirî bidin hêzên xweparastinê yên li eniyên şer û weke her car bi hev re welatên xwe biparêzin. Her ciwanê ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijî, divê xwe weke şervanekî azadiyê ya Rêber APO bibîne û li gorî vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe; Ji ber ku xweparastin mafê herî xwezayî ye. Me berê bi pêşengiya ciwan û jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Bi dînamîzma ciwanan û fikir û felsefeya Rêber Apo, çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker hatin pûçkirin. Niha dema zindîkirina ruhê şoreşê ye. Di vî qonaxa dîroki de em bi ruhê 19’ê Tirmêhê xwe seferber bikin û şoreşa gelan ser bixin.
Li ser vê bingehê em bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Apoyî dikin:
Werin em dawî li şerê qirêj ê li Rojhilata Navîn bînin û hemû cure planên qirêj têk bibin.
Werin em ji bo hemû gelên bindest jiyanek azad, wekhev û bi rûmet pêk bînin.
Werin tevlê Cenga Azadiyê bibin, şer bikin; axa xwe, welatên xwe biparêzin!”