Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Çarşamba - 4 Aralık 2024

Azadiya Rêber Apo ji bo gelan û aştiya Rojhilata Navîn firsendeke

Femînîst Claudia Korol a femînîst diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, parastina şoreşa jina kurd û rêya mezinkirina 'jin, jiyan, azadiyê' ye û wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me gelan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin."

Dostên gelên kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanêpêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya soiyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala duyemîn de bi çalakiyên cur bi cur didome. Di çarçoveya pêngava azadiyê de li bajarê Buenos Aires ê Arjantînê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re hat avakirin, xebatên xwe yên kampanyayê bênavber didomîne. Endama Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û tora kolektîfên femînîst a pirneteweyî (Feministas de Abya Yala) Claudia Korol li xebatên pêngava azadiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Claudia Korol diyar kir ku tecrîda bi salan a li ser Rêber Apo li derveyî mirovahiyê ye û êşkence ye. Claudia Korol anî ziman ku Rêber Apo rêberekî siyasî ye ku dikare aştiyê li Rojhilata Navîn misoger bike û got ku ji ber vê yekê ew ji bo hêzên navneteweyî yên şerê li Rojhilata Navîn didomînin xeternak e. Claudia Korol bal kişand ser peyama “aştiyane” ya Rêber Apo di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan de û wiha got: “Peyama ku bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan da, bêguman îrade û şiyana xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê hiqûqî û siyasî de piştrast dike. Di demeke wiha de ku kapîtalîzm, baviksalarî û emperyalîzm hewl dide li Kurdistanê ‘mantiqa cîhanê’ bi cih bike, azadiya Abdullah Ocalan ji bo me gelan firsendeke ku em li Rojhilata Navînê aştiyê pêk bînin.”

Claudia Korol diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan edalet, selihandina siyasî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Arjantîn û tevahiya parzemîna Amerîkayê çalakî li dar xistine û domand “Wekî femînîst têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan, parastina şoreşa jina kurd û rêya mezinkirina ‘jin, jiyan, azadiyê’ ye.”

Claudia Korol li aliyekê nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û li aliyê din jî tayînkirina qeyûman û operasyonên tên kirin rexne kir. Claudia Korolê destnîşan kir ku li aliyekî behsa çareserkirina pevçûna bi gelê kurd re tê kirin li aliyê din jî êrişên mezin tên kirin û got ku ev dubendî ye. Caudia Korol diyar kir ku hikûmeta otorîter a Erdogan gefan li şaredariyên DEM Partiyê dixwe û zextan li nûnerên wan dike û got ku tişta ku ew lê digere ne aştî ye, pasîfkirina Rojhilata Navîn e û bi temamî teslîmgirtina tevgera kurd e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar