Rejîma Îranê ji bo kurdan û alîgirên mûxalîf bê deng bike bi hincetên bêbingeh wan digire. Bi taybetî jî ji ber tirsa şoreşa Jin Jiyan Azadî hovîtiya herî dijwar li ser jinên kurd ên şoreşger dimeşîne. Niha bi hezaran kes di girtîgehên Îranê de tên girtin der barê gelek kesan de jî biryara darvekirinê hatiye dayîn. Rêvebera Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) Fatêma Kerîmî têkildarê tundiya rejîma Îranê û rewşa girtîgehan ji Ajansa Welat re axivî.
Fatêma Kerîmî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku rejîma Îranê li dijî gel tenê siyaseta çewisandinê bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Rejîma Îranê ji roja ku hatiye avakirin heta niha tim gel wek neyarê rejîma xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî hewl dide ku gel bi girtin, kuştin û darvekirinan bêdeng bike. Heta niha seatekê jî dev ji vê siyasetê bernedane. Bi pêşketina medyaya dijîtal gel bidarvekirin û tundiya ku li ser civakê tê kirin, dît. Medyaya kurd, îranî û ya navneteweyî ev binpêkirinan radigihîne lê rejîma Îranê dev ji vê siyaseta xwe bernade. Îran piştî Çînê dewleta duyemîn e ku herî zêde mirov lê têne darvekirin. Di sala 2023’yan de 834 kes li Îranê hatin darvekirin. Ji cotmeha 2023’yan heta cotmeha 2024’an neteweya ku herî zêde hatin darvekirin kurd, ereb û belûc in. Di nava 12 mehan de herî kêm 138 kurd hatin darvekirin.”
Fatêma Kerîmî bal kişand ser krîzên ku li Îranê tên jiyîn û wiha got: “Krîza aborî, civakî, rejîmî û siyasî yên ku li Îranê tên jiyîn rejîmê kiriye nav zehmetiyeke mezin. Lê rejîma Îranê ne ewqas bi hêz e ku karibe van krîzan çareser bike. Ji ber vê yekê gelê Îranê li dijî van krîzan di sala 2022’yan de dest bi xwepêşandan kir û nerazîbûna xwe anî ziman. Kuştina Jîna Emînî ev bertekên heyî derxist lûtkeyê. Ji ber ku rejîm nikaribû ji van nerazîbûna re bibe bersiv dîsa serî li girtin, kuştin û darvekirinê da. Gel bi her awayî nerazîbûnên xwe anî ziman, rejîmê jî serî li her cure tundiyê da. Lê li hemberî gel bi ser neket. Êdî tirsa gel ji rejîmê nemaye. Ji bo ev siyaseta ku rejîm dimeşîne bi dawî bibe gel bi her awayê li ber xwe dide da ku karibe bi ser bikeve.”
Fatêma Kerîmî da zanîn ku têkoşîna kurdan bi taybet jî têkoşîna jinên kurd a li dijî rejîman bênavber dewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna jinên kurd a azadîxwaziyê di 1979’an de jî hebû. Jinên kurd di Şoreşa Îranê de di nav şerê çekdarî de jî cih girtin. Wê demê 95 jinên ku tev li şerê çekdarî bûn hatin darvekirin. Her wiha jinên kurd di nav partiyên siyasî de karên parastina mafên jin, xweza û karkeran jî meşandin. Di sala 2022’yan de bi kuştina jina kurd Jîna Emînî jinên kurd dest bi çalakiyên nerazîbûnê kirin. Ev çalakî li hemû Îranê belav bû. Cara yekemîn bû ku hemû civaka Îranê li dijî kuştina jineke kurd rabûbû ser piyan. Rejîma Îranê wek ku bixwaze tola vê serhildanê hilîne îro jinan ceza dike.”
Fatêma Kerîmî bal kişand ser rewşa Zeynep Celaliyan û wiha berdewam kier: “Zeynep Celaliyan jina kurd a yekemîn e ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Heta niha li tu jinan ev cezayê heta hetayê nehatiye birîn. Niha jî li Werîşe Mûradî ya endama KJARê û Pexşan Ezîzî ya ku parastvana mafên mirovan biryara darvekirinê hatiye dayîn. Ev cezayê ku li Werîşe û Pexşan hatiye birîn di salê 80’yî de li gelek jinên Îranî jî dihat birîn lê di salên dawî de ev ceza li jinan nedihat birîn. Lê niha ev ceza li jinên kurd tê birîn. Ev jî nîşan dide ku rejîma Îranê çiqas ji têkoşîna jinên kurd ditirse. Tirsa wan ew e ku têkoşîna ku jinên kurd didin li hemû Îranê belav bibe û rejîma wan hilweşîne. Dema ku rejîma Îranê li têkoşîna jinên kurd a ku li Bakur, Rojava û Başûr didin dibîne tirsa wan zêdetir dibe. Dixwaze bi girtin û darvekirinê pêşî li têkoşîna jinên kurd bigire. Lê têkoşîna jinên kurd jî tim didome.”
Fatêma Kerîmî diyar kir ku jinên kurd li Îranê hêzeke mezin in û ev hêzbûna jinan jî ji bo rejîma Îranê tişteke nû ye û wiha axivî:“Giştî jinên Îranê di her qadê de di nav guherîneke de ne û di her qadê xwedî hêza guherîna civakî ne. Ev rewş li gor demên berê guherîneke pêşketî ye. Jinên di girtîgehan de li dijî rejîma Îranê xwedî roleke pir girîng in. Ev rol jî bingeha xwe ji Şoreşa 1979’an digire. Jinan di vê şoreşê de bi awayeke berfireh cihê xwe girtin. Piştî şoreşê desthilatiya ku hat ser rejîma Îranê komeke ji aliyê fikrî ve pir teng bû û li ser hemû mafên heyî zexteke çêkir. Mînak du hefte piştî hatina Humeynî ku hê komar bi awayeke fermî nehatibû îlankirin dîmeneke Humeynî derket holê ku tê de digot ‘Jinên îranî divê xwe binixêfin’. Ev biryara hîcabê raste rast mudaxaleya mafên jinan bû. Bi hatina Humeynî êdî mafên jinan hatin binpêkirin û gotina mêran derbasdar hat qebûlkirin. Di hemû qadan de li ser jinan zordestiyek hat avakirin. Ev hîcaba ku li Îranê bû mecbûrî ji bo kesên ku ji dervayê Îranê ne û hatine Îranê jî derbasdar bû. Li dijî vê yekê ji li hemû qadan, malan, zanîngehan, kargehan bertekên li dijî rejîmê pêşketin. Di encama ev bertekên ku ji duh heta îro berdewam dikin de li kesayetên wek Werîşe û Pexşan cezayê darvekirinê hat birîn.”
Fatêma Kerîmî bal kişand ser Girtîgeha Evînê ya ku gelek girtiyên siyasî yên kurd tê de tên girtin û wiha got: “Girtîgeha Evînê girtîgeha herî mezin a Tehranê ye. Binpêkirinên mafên girtiyan herî zêde li vê girtîgehê tên kirin. Tevî ewqas binpêkirinan jî avantaja vê girtîgehê ew e ku odeyên girtiyên jin ên siyasî hene. Jinên li girtîgeha evînê dikarin dan û standinê bi hev re bikin. Lê li girtîgehên din ev piştgirî ne mumkun e, ji ber ku odeyên girtiyan nîn in. Lê ev nayê wê wateyê ku Girtîgeha Evînê rewşeke baş de ye. Lê wek ku me got ji ber ku têkiliya girtiyan heta asteke bi hev re heye binpêkirinên mafan dikarin bên ragihandin. Wek mînak Zeynep Celaliyan li Girtîgeha Yezda ye û ji ber ku tenê ye rewşa wê gelek xirab e, kes dengê wê nabihîse, kes nikare pê re peywendî deyne.”
Fatêma Kerîmî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek mînak çalekgera Kurd Jîna Muderîs Gorcî ku li girtîgeha bajarê Sine ye ew bi tenê ye. Ji bilî wê tu girtiyên siyasî yên jin tunene. Heke hebin jî li hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Pexşan û Werîşe wek girtî bi şans in ku dengê wan tê bihîstin. Rewşa girtîgehên bajarên Sine û Kirmanşahê ji Girtîgeha Evînê pir xirabtir in. Ji ber vê yekê ye ku em dibên girtina aktivîstên wek Werîşe û Pexşan a li vê girtîgehê baştir e. Jixwe li hemû girtîgehên Îranê serdana malbatan, çûyîna parêzer û wekîlan pir zehmet e.”
Fatêma Kerîmî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wek tê zanîn dewleta tirk ji bo PKK’yiyan ji doza wan dûr bixe di salên 1980’yî de wan kir girtîgeha Amedê. Lê PKK’yiyan li dijî vê nêzikatiyê girtîgehê kir qada berxwedanê. Bi heman awayî Rejîma Îranê xwest Girtîgeha Evînê ji bo çewisandina jinan bikar bîne lê jinan vê girtîgehê wek qadeke ku karibin dengê xwe bi hev re bêtirs bilind bikin bikar anîn. Çawa ku girtiyên PKK’ê li girtîgeha Amedê li ber xwe dan û serî netewandin girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê jî dixwazin têkoşîna ku didin nîşanê rejîma Îranê bidin. Dewleta tirk PKK’yiyan wek terorîst bi nav dike niha Îran jî bi heman awayê dixwaze çalakgerên kurd wek terorîst bi nav bike. Lê li dijî vê berxwedana çalakgeran tim didome.”