Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene…
Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta tirk dan.
Li gel pratîk û pêkanînên cuda yên Komara Tirk (KT) jî rayedarên dewletê, bi taybet D. Bahçelî “israra” helwestekî bi devkî berdewam dikin.
Yek bi yek qeyûman davêjin ser şaredariyên gel.
Bijîşkê bûyî sîxurê dewletê Firat Sari, rexistineke nûzayan (pitikan) bikuje ava kiriye. Ragihandina xwefiroş û qaşo mûxalîf jî tê de, derveyî sîxurtiya wî kesî her tiştî nîqaş dikin.
Di şerê Rûsya-Ukraynayê de qalîbreya çekan guherî, mirovahî ber bi ku ve diçe nediyar e.
Piştî hilbijartina Trump û gihîştina armanca xwe, Îsraîlê agirbest îlan kir.
Hê germahiya nûçeya agirbesta Îsraîl û Hîzbûllahê ne bihurî, çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Helebê kirin.
Di ragihandina neteweyî û navneteweyî de rojeva sereke, şerê li Sûriyeyê ye, em jî vê rojevê bigirin dest.
Li ser armanc, dem, şêwaz û rêbaza êrîşan nirxandinên curbecur hene. Hinek şîrovekar êrîşan girêdayî armanca hilweşandina Esad dinirxînin. Hineke din, hedefa esasî weke Îranê dibînin û hêza li pişt vê planê jî weke Îsraîlê destnîşan dikin. Derbkirin û lawazkirina Esad û Îranê, li hesabê Îsraîl û Amarîkyê tê. Lê serweriya bakur û rojavayê Sûriyeyê, heta bi jêrtir sînorê Şamê bikeve destê El Nûsra/HTŞ’ê, ev ê bikêrî wan were? Mijara nîqaşê ye. Yên ku bi dehan salan El Qaîde xwedî kirin, welatek ji Talîban re hiştin û reviyan; sedsal in destûr û alîkarî dane qirkirina kurdan, dikarin vê jî bikin! Lê di mesafeyeke ev qasî nêzî Îsraîlê de dikarin cambaziyeke wisa bikin? Zehmet e. Jixwe li gorî hin çavkaniyan, ji ber metirsiya li ser Îsraîlê, niha destwerdana Îsraîlê ya Sûriyeyê tê nîqaşkirin.
Ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve stratejiya li Rojhilata Navîn zelal e; divê dewleta herî xurt û bibandor Îsraîl be. Ji bo wê jî siyaset û destwerdanên leşkerî hemû ji bo pêkanîna vê stratejiyê ne. Girêdayî vê stratejiyê, wê KT’ê jî di vê rewşê de nehêlin, yê dor were wê jî…
Ji aliyê din ve bi qasî 10 salan e, El Nûsra neketiye şerekî cidî û bi taybet jî xwe li Îdlîbê, ji bo şerên esasî amade dikir, niha tê gotin ku bi qasî 20 hezar çete êrîş dikin. Di nav hêzên çete de ya bi motîvasyonên bîrdozî şer dike jî ev kom e. Hêzên rejîmê jî vê dizanin. Ji 2015’an ve hêza Sûriyeyê ya şerker, di esasê xwe de mîlîsên girêdayî Îranê û endamên Hîzbûllahê bûn. Alîkariya Rûsyayê ya hewayî jî li qada şer hevsengî diguhertin. Bi taybet ji ber êrîşên Îsraîlê, mîlîsên girêdayî Îranê û hinek hêzên wê yên din, xwestin Libnanê, cihên xwe yên esasî biparêzin. Di wê rewşê de hêza şerker a Sûriyeyê jî lawaz bû. Di roja destpêkê de derbên giran jî xwarin, generalên îranî jî tê de windahiyên mezin dan. Rûsya jî bi Ukrayna re mijûl bû. Bi dibêtiyeke mezin, fermandarê Rûsya yê li Sûriyeyê jî bi bertîlên ji KT’ê girtî, riya êrîşeke bi vî rengî vekiriye, yan jî asteng nekiriye. Li gorî agahiyên ketî ragihandinê Rûsyayê fermandarê xwe yê Sûriyeyê ji peywirê girtî ye, li şûna wî fermandarê xwe yê Cezayîrê peywirdar kiriye.
Di van du-sê salên dawî de veşartî û aşkere KT’ê bangewazî li Esad dikir, da ku weke berê li ser esasên dijminahiya kurdan li hev bikin. Esad jî her carê şerê derketina ji qadên dagirkirî û kişandina piştgiriya çeteyan dida pêşiya KT’ê.Ev êrîş hinekî jî tolhildana pêknehatina vê daxwazê ye. Ger ku Esad û şefê faşîst beriya hilbijartinan bi destên hev bigirta û wêneyek bida ragihandinê, wê di hilbijartinan de destê Erdogan xurt bûba, ev qasî bêhêz neketa. KT’ê niha dixwaze riyên M4 û M5 bi temamî bike bin kontrola xwe dike, di demeke kurt û navîn de li Rojava cihên mayî jî dagir bike û Esad jî di Şamê de tengav bike. Di maweya dirêj de jî bi riya çeteyên xwe teşe bide Sûriyeya nû.
Sûriye çima kete rewşeke wiha? Sedema bingehîn, çareseriya pirsgirêkan di kûrkirina hêza dewletê û perspektîfa dewletparêz de geriya, ji ber wê. Li şûna ku bi gelên xwe re rûnê û çareseriyeke aştiyane bibîne, rejîmê li Astana, çeteyan jî li Cenewê li “çareseriyê” geriyan. Yên li wan deran jî her tim berjewendiyên xwe danîn pêşiya berjewendiyên gelên Sûriyeyê. Ger ku rejîma Sûriyeyê pirsgirêkên xwe bi gelê xwe re, li ser esasê yekitî, wekhevî, azadî û aştiyê çareser bikira, wê neketiba rewşeke ev qasî lawaz. Bi perspektîfa Rêber Apo, çareserî di Neteweya Demokratîk de bidîta, cudahiyên wê nedibûn sedema şer û pevçûnan, wê weke hêz û dewlemendî bihata dîtin.
Dewleta Sûriyeyê, qîmetê paradîgmaya Rêber Apo bizaniya, wê bidîta ku di esasê xwe de ya ku Sûriye li ser piyan hiştî ne hêza Rûsya û Îranê bû, Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû. Ger ku hêzeke azadîxwaz, aştîxwaz, yekitî, xwîşkîtî û biratiya gelan esas digire xwe bi rêxistin nekira, wê bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî biketa destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê. Wê di rewşeke wilo de ne Sûriye bima ne jî ewlehiya Îsraîlê pêk bihata. Rûsyayê jî nedikarî baregehên xwe biparêze. Yanî weke ku hinek dibêjin, Sûriye ne bi hêza Îran û Rûsya li serpiyan ma. Ev jî faktorek bû, lê di esasê xwe de Şoreşa Rojava, yekitiya gelan, berxwedêrî û rêxistinbûna bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ew parast.
Di rewşa heyî de mijareke jiyanî jî, helwesta hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li şûna li benda êrîşên çeteyan û KT bisekinin, di vê qeyranê de ew fersendan binirxînin û li cihên guncav pêngavan bidin destpêkirin, wê bikaribin hevsengiyan biguherînin û bi awayekî mayînde bi gelên Sûriyeyê bidin qezenckirin.