Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Çarşamba - 4 Aralık 2024

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Şukriye Biradost: Kurd wê planên sê dewletan têk bibe

Şukriye Biradost der barê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa Îranê got: “Hem Esad hem jî Rûsya naxwazin ku Îran li ser Sûriyeyê bibe xwedî gotin. Ji ber vê yekê îxtîmal e ku Rûsya, Esad û Tirkiye bi hev re rûnin. Ya ku di vir de planên van sê dewletan têk bibe piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan e.”

Çeteyên şefê Tirk ê faşîst Erdogan Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) û El Qaîde ji 27’ê Mijdarê ve êrîşî Helebê, Til Rifat û gundewarên wan dikin. Li aliyeke êrîşên çeteyên Erdogan berdewam dikin ji aliyek ve jî êrîşên dewlet Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê ji bo komkujiyek li ser gelê sivîl pêk neyê biryar da ku ji cihên ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, vala bikin. Pispora ewlekariya navdewletî û analîsta siyaseta derve ya Zanîngeha Virginia Techê Şukriye Biradost ji Ajansa Welat re axivî.

Şukriye Biradost li ser ser rola dewleta Tirk a li ser êrîşan û wiha axivî: “Dewleta Tirk çeteyên wek HTŞ’ê li dijî Sûriyeyê wek kartekê bikar tîne û bi van çeteyan êrîşê destkeftiyên Kurdan dike. Niha ev êrîşên ku li dijî Helebê pêk tên hemû di berjewendiyên dewleta Tirk de ne. Heta niha dewleta Tirk dixwest bi Beşar Esad re rûnê lê ev daxwaz bi şertên ku Esad digot ji hemû Sûriyeyê vekişin ji holê rabûn. Lê bi êrîşên ku HTŞ’ê pêk anî û encamên ku derketin holê re êdî Tirkiye dikare bi rêya Rûsyayê bi Esad re hevdîtinan pêk bîne. Bi hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Esad re êdî metirsiyek li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe. Ji ber ku Esad dixwaze li ser desthilatiyê bimîne wê şertên Tirkiyeyê qebûl bike. Rûsya jî dixwaze Esad li ser kar bimîne ji ber ku ji bo desthilatiya Rûsyayê jî desthilatiya Esad xwedî cihek girîng e. Lê hem Esad hem jî Rûsya naxwazin ku Îran li ser Sûriyeyê xwedî gotin bin. Ji ber vê yekê dibêjim îxtîmal e ku Rûsya, Esad û Tirkiye bi hev re rûnin. Ya ku di vir de planên van sê dewletan têk bibe piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan e.”

Şukriye Biradost di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek tê zanîn hilbijartineke li Amerîkayê pêk hat û her çiqas ji bo kabîneya nû hin nav hatibin aşkerekirin jî hê hikûmeta nû nehatiye avakirin. Li gor baweriya min kesên wek Marco Rubio û Mike Waltz ên di nav kabîneya nû ya Trump de cih digirin wê piştgiriya xwe ya ji Kurdan re berdewam bikin. Dê piştgiriya dewleta Tirk nekin û nehêlin ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike. Tirkiye ji ber ku vê yekê dizane dixwaze hêza xwe ya li Sûriyeyê xurt bike. Hê nediyar e ku wê Amerîka piştgiriyek çawa bide Kurdan. Tişta ku di vê mijarê de mirov geşbîn dike aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ne. Nêzbûna Kurdan a bi Îsraîl û Amerîkayê re wê ji bo pêşeroja Kurdan diyarker be.”

Planên dewletan ên li ser Sûriyeyê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar