Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi xiyaneta malbata sîxur a Barzanî û çeteyên bi salan e hewl didin Herêmên Parastinê yên Medayayê dagir û îlhaq bikin. Dewleta Tirk a dagiker li ber çavên cîhanê ji hewayî û bejahî ve çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar anîn. Dewlet Tirk a ku ji aliyekî êrîş dike ji aliyê din jî bi çêkirina baregehan hewl dide xwe bi temamî li Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Rojnameger Kurtay Serhat der barê geşedanên li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Rojnamager Serhat Kurtay diyar kir ku dewleta tirk şêwazê ku li bajarê Babê daye meşandin bi heman şêwazî berê xwe da herêmên Federal a Kurdistanê û wiha axivî:” Êrîşên artêşa Tirk yên bi vê şêwazê esas di sala 2016’an heya niha berdewam dike. Despêkê li Sûriyeyê ev şêwaz meşandin û aliyekî jî encam girtin, ew encamê ku girtin jî li hevkirina bi DAIŞ’ê re girtin. Komeke DAIŞ’ê li Babê ev rewş qebul nekirin û bi artêşa Tirk re şer kirin ji ber wê artêşa Tirk gelek windahiyên mezin da û bi mehan bajarekî biçûk ê weke Babê nekarî kontrol bike. Bi kurtahî ev gava artêşa Tirk a despêkê bû, ew şerê Babê jî zêde nekirin mesele, gotin gavên destpêkê ne û jixwe ev kom jî komeke biçûk e û dê demek şûnde hatin tesfîyekirin û ew der kontrol kirin. Piştre ev şêwaz di sala 2018’an li Efrîn û herêma Xakurkê 2019-2020 li Heftanîn, 2021’an li Avaşîn, Zap û Metîna xistin meriyetê û heya niha jî bi vî awayî dixwazin bimeşînin. Çima dibêjim ‘dixwazin’ bimeşînin? Jiber ku piştî wê operasyona têkçûyî a 10-14 ê Sibata 2021’ê li Garê rewş êdî bi temamî berovajî li artêşa Tirk zîvirî. Ji 2018’an ew cîhên ku leşker lê hatina danîn anku Xakurkê heya Heftenînê niha jî artêşa Tirk bi temamî kontrol nekariye çêbike, nikare rê li çalakî û derbên gerîla bigre. Bi qasî ku em dişopînin li Efrînê jî heman rewş heye anku ev şêwaza ku bi dagirkerî hêza leşkerî dagir bike û kontrol bike têk çûye. Bêguman dem dem navenda vî şerî tê guhertin jiber ku niha navend bêhtir li rojavayê Zap û Metînayê ye ji ber wê bi giştî ev rewşa heyî nayê zanîn.”
Rojnameger Serhat bi lêv kir ku di sê salan de dewleta tirk nêzî 100 noqteyên leşkerî çêkirine û wiha got:” Ji 10’ê Sibata 2021’an heya niha bi giştî zêdetirî 100 xalên leşkerî hatine çêkirin. Ji van xalên leşkerî qismekî jê demkî hatine girtin, lê qismekî zêde wek baregehên mayînde yanî wek qalekol têne çêkirin, lê çekên giran wek tanq, obus û sîstemê parastina hewayî hatine bicîhkirin, pîstên helîkopteran û dîsa rêka bejahî jî piranî hatine çêkirin. Anku piranîya van xalên leşkerî bi awayekî mayînde têne çêkirin. Ji bo rewş were fêmkirin ez bo we mînakekî bidim, niha ji Girê Amedîyê heya Girê Biharê anku herêmekî 10 kîlometre dirêj û firehiya xwe jî cîhê herî fireh 5 kîlometreye artêşa Tirk li qadekî vî awayî de 14 baregehên leşkerî ku bi hezaran leşker û çekên giran tê de hatine bicîhkirin çêdike.”
Rojanemeger Serhat anî ziman ku baregehên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên PDK’ê ve tên parastin û wiha domand:”Li gel vê bi dehan baregehên hêzên PDK’ê jî hene ku parastina van baregehên artêşa Tirk dikin. Lê dîsa jî nekarin li vê herêmê pêşî li çalakî û derbên gerîlayan bigirin. Ev mînak tenê rewşa heyî baş dide nîşandan. Ji Xakurkê heya Heftenînê bi sedan baregeh hatine çêkirin û rêyên bejahî têne çêkirin û li gel wê şer ji bi hemû awayî berdewame dike. Ji bo wê hejmarekî zelal mirov nikare bêje. Lê wekî mînakê ku me dayî de herêmên dîtir jî rewş ne kêmî wê ye. Divê rewşa qada şer baş bê şopandin. Qasî ku me fêmkirî bi giştî li Tirkiyê her kesekî gotinê rayedarên dewlet û artêşê dinêre û kesên ku bawer nakin jî çavkanîyên HPG’ê dişopînin û dizanin lê rasterast nabêjin.”
Rojnameger Kurtay Serhat da zanîn ku dewleta tirk li tevî hemû derfet û êrişên xwe jî heta niha nekariye ku qadên endamên PKK’ê tune bike û wiha pê de çû: “Bêguman armanca dewleta Tirk berfireh e lê ger em mijara leşkerî de bigrin dest armanc ew bu ku wek Bahçelî digot ‘ala Tirk li lûtkeyên Qendîlê bihejînin’ bû. Anku heya Qendîlê planê ku dagir bikin hebû. Li gorî vê taybet ji dewletên Rojavayî û NATO’yê piştgirîyek mezin girtin. Li gel vê Kurdê hevkar jî dan gel xwe, bawerkirin ku wê vê care bikaribin gerîla tune bikin. Lê gava despêkê de xitimîn û her rojekî ku derbas dibe jî ev derfet û piştgirîya heyî dihele. Jiber ku gorî hedef û armanca ku dabûn pêş xwe ne gavek encax bihostek pêşveçune.Ger hûn dixwazin pêşveçûna artêşa Tirk bibînin nexşeyê vekin û lê mêze bikin ji sînorê Çelê heya Kûrojaro karibûne pêşvebiçin yanî 25-30 kîlometre û ev jî 4 sale nikarin safî bikin, yanî nekarîne çeperên gerîla tune bikin. Baş e ji sînorê Çelê heya Qendîlê teqrîben 250-300 kîlometre ye, divê tabloyê de gelo pêşveçûn heye an paşveçûn? Rewş bi vî awayî zelale.”
Bi domdarî Serhat Serhat bi lêv kir ku di şer de PDK ji bo piştgiriya xwe ya bi Tirkiyeyê re seferber e û got ku gelek deveran jî leşkerên tirk bi kincên peşmergeyan di çeperên şer de cihê xwe digirin û ev tişt anî ziman: “Rewşa PDK’ê mixabin pir trajîk e. Vê hevkariya qirêj ku dikin jî bi navê Pêşmerge dikin. Ev peyva pîroz jî herimandine. Rol û rista PDK’ê niha herêmê li ber çavan e. Tişta ku dixuye ew e ku nobedariya leşker û baregehên Tirk dike. Vê pirsê endamekî PDK’ê li wê herêmê jî bikin hunê bersivek bi vî awayî werbigirin. Tiştê trajîk jî ew e ku vê hevkariyê êdî gelê herêmê û PDK jî asayî dibînin û qebûl dikin. Belê raste gelek cîhan taybet despêkê ku artêşa Tirk bikeve tevgerê vê rêbazê bikartînin. Dîsa hîn herêmên tampon navbera gerîla û PDK’ê de ev rewş heye, jixwe belge jî hene û hinek di medyaya cîvakî de hatine belavkirin. Ev tiştek veşartî nîne.”
Di berdewamê de Serhat bal kişand ser bandora şer a li ser xwezayê û diyar kir ku dewleta tirk di teknîka ku pêş xistiye de dikarin mirovekî yan jî zindiyekî ji hev cuda bike û got ku li tevî vê jî zindiyên herêmê jî hedef digire û qetil dike û wiha derbirî: “Cîhanê de mînaka vê hişmendîyê nîne. Jixwe bi salane ji ber bombebarana û şewatê xweza û hemû zindîyên herêmê raste rast hedefa artêşa Tirk dane. Bifikirin keriyên Beraz û Pezkoviyan hatine bombebarankirin. Kaniyên herêmê tên bombebarankirin. Mirov dema dibîne mirov çi wateyê nadê. Beraz û Pezkovî zindîyekî bê zirarin anku bi çi sedeme têne kuştin? Despêkê me digot teknîka wan baş nîne zindiya jî hev dernaxin, piştre me kêmek teknîk naskir me dît ku em gelekî paqij nêzbune ne wisaye niha bi teknîkekî dest her kesekî de ajalekî û mirovekî ji hevdû tê cudakirin. Başe lê kanî bombebarankirin çi gotiye? Yanî talan jixwe tê kirin lê esas tiştê heyî tiştê ku niha tê kirin ji alîyê dewlata Tirk ve qirkirina xwezayê ye.”
Rojnameger Kurtay da zanîn ku li herêmê heta niha 100 gund hatine valakirin û bi lêv kir ku di encama zext û zordariyên PDK’ê de sîxûrtî şeniyên herêmê tê ferzkirin û got:” Nêzî 100 gund niha hatine valakirin û her roj têne bombebarankirin û şewitandin. Ev pratîka para xwe a mezin ya PDK’ê ye. Dewleta Tirk jixwe vî karî dike. Lê niha gundê ku herêmê têne valakirin ji zexta dewleta Tirk zêdetir bi zexta PDK’ê hatine valakirin. Dengê xelkê herêmê nayê bihîstin sedema serekî jî ewe. Ji ber ku fermî bi fermana hikûmeta herêmê ev gund hatine valakirin. Bi kurtahî, PDK bi israr şerê ku di nav baregeh û kozikê dewleta Tirk de berdewam dike derdixe dike nav gundê hejar ên herêmê wan dike hedef û wêran dike. Lê xelkê herêmê taybet van 4 salên dawî de gelek rastî bi çavê xwe dîtin. Ji ber vê êdî xelkê herêmê nayê van lîstokan. Bêguman hîn kesê xwefiroş hene lê bi giştî xelkê herêmê vê der barê de hişyar bûye.”
Rojnameger Serhat diyar kir ku heke ku hikûmeta Bexda û Hewlêrê piştgiriyê nedin şerê ku dewleta tirk daye destpêkirin êdî taqeta Tirkiyeyê yê şerkirinê namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji niha ve tiştek zelal gotin zehmete. Ez dikarim tiştekî tenê zelal bibêjim vê der barê de ev jî ew e ku dewleta Tirk planê wê yê der barê tunekirina gerîla xitimî ye û ber bi têk çûyinê ve ye. Lê hîn dev ji vê plana xwe berneda ye. Jiber vê bi Iraqê re peyman çêkirin û disa PDK’ê wek hêzekî paramîlîter bi kar tînin. Anku dewleta Tirk hîn plana xwe de israr dike, niha rewşa heyî ya PDK û Iraqê jî ji bo vê guncav e. Ger PDK û Iraq vê hevkariya xwe berdewam bikin ev şer wê kûrtir û xetertir be. Lê ger xwe tev li nebin tu hêviya dewleta tirk namîne. Niha bi van gavan re tenê emrê xwe dirêj dike.”
Kurtay Serhat bi lêv kir ku dewleta tirk her ku diçe lawaz dibe û vê lawazbûna xwe jî li ser siyaseta “tunekirina PKK’ê” vedişêre û ev tişt got:”Bi qasî ku em dibînin berovajî van gote gotan, PKK her ku diçe mezintir û bihêztir dibe. Dînamîkê ku PKK xwe dispêrê, şêwaz û rêbazê PKK ne dewleta Tirk ne hêzên global û herêmî çi kesekî ev tevgera baş naskirî û gor wê şîrove bike nîne. Jibo wê kengê ev gote got zêdedibin û her kesekî didin bawerkirin ku PKK ber bi xilasbûnê ye, wê demê de PKK pêngavên mezintir davêje û cardin hemû şaşo maşo dibin. Minak niha propagandaya sereke a dewletê ya der barê PKK’ê de çi ye? Dibêjin me hundirde PKK xilas kir. Niha qismekî biçûk li başûrê Kurdistanê maye em ê wan jî demekî nêz de xilas bikin. Tişta eceb gelek kes bi cidî bawer dikin.Heta hineka ji wan ji bo çalakiyên Enqerê digotin ji xwe PKK xilas bûye ev hewldanên dawîn e. Kurtahî raya giştî a Tirkiyê bi vê derewê dane bawerkirin, gelek ji wan jî ji ber ku dewlet dibêje û dewlet liber çavê wan mezine ew jî gotinê dewletê her care bawer dikin.”
Rojnameger Kurtay Serhat axaftina xwe wiha qedand: “Bila her kesek xwe bipirse ka PKK bi rastî di hundir de xilasbûye yan ji ber şert û mercên heyî şêwaz û rêbazên xwe guharandiye? Ger xilasbibûya wê çawa çalakiyên weke çalakiyê Enqereyê profesyonel û nimûneyên xwe nîne bikira. Tevî ku hedefên baştir û hêsantir hebûn çima taybet Enqere û ew herdu cîh hatin hedef girtin? Disa ewqasî operasyon çima tên lidarxistin? Ev 4 sale her roj, her meh, her sal dibêjin ha îro ha sibê wê kîlît bê girtin çima ew qilf nayê girtin? Ger hêzekî ber bi xilasbunê be ev tablo pêkan e gelo? Bila her kesekî van pirsa ji xwe bike û kêmekî rewşa heyî di dewletê mêze neke wê demê wê rastiya başbibîne. Ka rejîma Erdogan ber bi xelasbûnê ye an PKK?”