Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...
Perşembe - 5 Aralık 2024

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27’ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa Heyet Tehrîr El Şam re dewleta Tirk a dagirker jî komên xwe yên çete li herêmê xist hereketê û dest bi êrîşan kirin. Çeteyan di nava çend rojan de mîna DAIŞ’ê gelek gund û herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de dagirkirin. Dest danîn ser gelek cebilxane û wesayitên eskerî yên hikûmeta Şamê. Çete bêyî li beramberî astengiyekê werin, gav bi gav pêş ve çûn û xwe dihandin yek ji bajarê herî mezin ê Sûrî Helebê.

Bêguman divê beriha her tiştî em nav rast li vê êrîşa dagirkeriyê bikin. Ev ne êrîşek ji rêzê û ji aliyê komên çete tenê ve hatiye kirin. Ev êrîş bi erêkirin û plankirina hêzên navneteweyî hate kirin. Li pişt vê êrîşê NATO û hevalbendên wê ên li herêmê heye. Yek ji sedemên ku di vê demê de ev êrîş pêk hatiye jî, bi êrîşên Îsraîlê re lewaziya komên çekdar ên bi ser Îranê û hêzên hikûmeta Şamê bû. Bi vê ve girêdayî ji bo Rûsya jî li herêmê lewaz bikin asta şerê Ûkrayna dijwartir kirin û hiştin ku bala Rûsya ji ser herêmê bikşînin vê qadê.

Beriya vê êrîşê Serokê rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Shin Bet Ronen Bar di 18’ê Mijdarê de bi Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karê Derve yê Tirk re hevdîtineke veşartî pêk anî. Piştî vê hevdîtinê bi hefteyekî vê carê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte li Enqereyê bi aliyên Tirk re rûnişt. Li gorî min ev hevdîtinên li pişt deriyên veşartî ne ji rêzê ne û di van hevdîtinan de senaryoya dawî ya van êrîşan hatiye dest girtin.

Bi êrîşa li ser Helebê re herî zêde navê Heyet Terîr El Şam derket pêş. Qaşo ev koma çete ji 11’ê Adara 2017’an ve di lîsteya rêxistinên terorîst de ye. Lê gelek dewletan tevî ku wê weke rêxistinek terorîst dibînin jî têkîliyên xwe bi wê re qut nekirin û ji bo li herêmê lewaz nebe her dem alîkariya cebilxane û hwd. dane. Yek ji van jî dewleta Tirk a dagirker bû.

Dewleta Tirk bi êrîşa HTŞ’ê ya li ser Helebê re komên çete yên girêdayî xwe xist hereketê û berê dan herêmên Rêveberiya Xweser ên weke Til Rifat, Şehba û Minbicê. Dixwaze ji vê rewşa aloz sûd bigre û dagirkeriya xwe ya li herêmê befireh bike. Di vir de ya herî girîng parastina gel e. Ji bo parastina gelên li Herêma Şehba iû Til Rifatê Rêveberiya Xweser rêze biryar girtin. Di çarçovaya van biryaran de gel ji herêmê hate derxistin û li herêmên bi ewle hate bi cîh kirin. Tevî xelkê li herêma Til Rifat û Şehbayê vekişiyan jî hêjmarek zêde Kurd û pêkhateyên din li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê dimînn. Wisa diyare wê xelkê li vê herêmê dimînin berxwedana xwe bidomînin.

Dewleta Tirk a dagirker û ragihandina wê ya şerê taybet ev demeke li ser vê mijarê gelek nûçe û agahiyên şaş û bê bingeh belav dike. Ev ragihandina ku hemû nirxen rojnamegeriyên binpê dike, bi her awayî ketine bin xizmeta şerê taybet. Pir aşkereye ku li gorî perspektîfên ji navenda MÎT’ê digre tevdigere. Vekîşîna gel ya ji herêma Şehba û Til Rifatê weke “rev” bi nav dikin. Li vê herêma ku artêşa dewleta ku lê namînin û direvin, bi navê cûda komên çeteyên hov hatine avakirin, rojane mirovan direvînin û dikujin, ev gelê ku dibêjin reviyaye bi salana li ber xwe dide.

Beriya her tiştî divê baş bê zanîn di vî şerê parvekirinê de yê herî zirar dît gel e û yê herî zêde ji aliyê hêzên navneteweyî hatiye ji bîrkirin, ji nedîtinê ve hatiye dîsa ev gel bi xwe ye. Di encama komkujiyên ku li herêmê pêk hatî bi milyonan welatî bûn koçber û berê xwe dan welatên cûda. Dewleta Tirk ya dagirker ev kes bi darê zorê ji warên derxist kir koçber û niha jî li ser van koçberên belengaz siyasetek qirêj dide meşandin.

Tevî vê zimlê jî xelkê Şehba û Til Rifatê ku piraniya wan xelkê Efrîna dagirkirîne, serî li himberî komkujîyên dewleta Tirk û çeteyên wê netewand û nebû koçbe. Ev zêdetirî 6 sal e di bin çadiran de tevî astengî û ambargoyan hikûmeta Şamê jî tu carê hêviya xwe ya wê vegerin Efrînê ji dest berneda. Ji bo bigihêje vê armanca xwe di şertên pir zahmet de berxweda, têkoşiya û hêviya xwe mezin kir. Ev jî diyar dike ku girêdana vî gelî bi ax û welatê re pir mezin e.

Ger îro ev gelê berxwedêr ji bo êdî zirarê nebîne û ji van êrîşên dagirkeriyê bê parastin ji herêmê hatibe derxistin, ev nayê wateya rêve. Ew dîsa li se axa xwe ne û di nava têkoşînê de ne. Ji gotina revê zêdetir divê em li ser sedemên ku ev gel çima bûye koçber bisekinin. Yekemîn sedema vê jî dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê ye. Bêdengiya hêzên Navneteweyî ya li himberî vê dagirkeriya hovane ye. Binpêkirina hemû zagonên navneteweyîye. Sedema vê koçberê li ber çavê cîhanê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve sûcên şer ên li ser xelkê herêmê ferz dikin e.

Weke me li jor jî anî ziman bi van êrîşan re li herêmê pêvajoyek nû hatiye despêkirin. Ji ber ku ev êrîş bi erêkirin û plana van hêzan pêk hatiye li himberî van sûcan jî dengê xwe dernaxin. Lewma di vî şerê qirêj de ya herî girîng û bi wate berxwedana gel e. Berxwedana şerê gelê şoreşgeriye.Ger gel li himberî vê siyaseta tunekirinê ya ku li ser tê ferzkirin asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike dikare bi ser bikeve.

Nûçeyên Têkildar