Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...
Perşembe - 5 Aralık 2024

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

Dengbêj Miraz: Dengbêjî hebûna Kurdî ye

Dengbêj Miraz diyar kir ku dîroka kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye û got: “Dengbêjî hebûna zimanê Kurdî ye. Dîroka Kurdan bi dengê dengbêjan heta îro hatiye. Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin”

Li herêma Serhedê ku cihê huner û hunermendan e, dengbêjî cihekî gelek taybet digire. Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Serhedê tu dikarî rastî dengbêjan bê û ev kes çanda dengbêjiyê li ser pêyan dihêlin. Ji 7 salî heta 70 salî dengbêj hene û hema bibêje li ser hemû mijaran kilam gotin e. Lewma, di civaka Kurdan de ji ber ku dîroka Kurdan heta îro bi kilaman anîne dengbêjî pîroz tê dîtin.

Yek jî ji van dengbêjan Dengbêj Miraz (Îlhan Ûygar) ku ji gundê Hurkût ê navçeya Panos a Agiriyê ye ji Ajansa Welat re axivî. Meraqa Dengbêj Miraz a ji bo kilam gotinê ji zaroktiya wî tê. Hevjînê meta wî Silhedîn, ew hînî kilam gotinê kiriye û ev nêzî 45 sal in kilaman dibêje.

Dengbêj Miraz anî ziman ku heke ew bikaribin ciwanên Kurdan ji pop a tirkan biqetînin, ev yek ji bo wan serkeftineke mezin e. Dengbêj Miraz, bi lêv kir ku gelek buyer hatine serê Kurdan û dengbêj jî ev bûyer bi kilamên xwe heta îro anîne. Dengbêj Miraz, bi domdarî wiha got: “Dengbêjiya Serhedê tenê li ser evîniyê nîne. Qetlîam, şer hwd. jî di kilaman de hatine vegotin. Dengbêjiya Serhedê bi awayekî serbest tê gotin, bêkontrol e. Her kes li gorî dengê xwe dibêje û dengê Serhedê qûlingî ye. Lê weke mînak dengbêjiya botan bi enstirumanan hatiye terbiyekirin. Weke kilamên Erîvanê ne. Heke mirov kilamên Botan û Serhedê bîne ber hev, ez kilamên Botanê baştir û rasttir dizanim.”

Di berdewamiyê de Dengbêj Miraz anî ziman ku di qeydên dewletê de komkujiya Geliyê Zîlan nîne, heke dengbêjî neba ti kesî ev komkujî nedizanî. Dengbêj Miraz da zanîn ku lewma dewletê qaset an jî albûmên dengbêjan wê çaxê qedexe dikirin û malbatên dengbêjan ew qaset û albûm binax dikirin û verdişartin. Dengbêj Miraz anî ziman ku dengbêjek bûyerekê yan jî mijarekê di mêjiyê xwe de teswîr dike û wiha dirêj kir: “Dengbêjek bi teswîrkirinê kilamên xwe dibêje. Heke guhdarvan jî xwe di nava vê kilamê de bibîne bandoreke mezin li ser civakê çêdike. Li gor min bandora dengbêjiyê jî li ser hebûna Kurdan bandoreke mezin kiriye.”

Bi domdarî Dengbêj Miraz destnîşan kir ku niha dengbêjî, kilam gotin weke tiştekî gelek hêsan tê dîtin û bûye mijara pere qezeckirinê. Dengbêj Miraz diyar kir ku ev yek hinek jî sûcê civakê ye, lewma zêde ji dengbêjiyê heznakin û ev tişt got: “Çima heznakin? Tişta ku enstiruman tê de ne be, keyfa wan jê re nayê. Ciwanên niha mixabin hewesa wan li Tirkî ye, Tirk jî ji Ewropa hewes dikin. Ji ciwanên me nêzî sedî 20 di telefonên xwe de dengbêjan guhdar dikin û ev tiştekî baş e. Her wiha gelek hozanên me yên nû jî kilaman xera dikin. Dengbêj dikare sê rojan bibêje û qet kilamê dubare neke. Ji kesên wiha re dibêjin dengbêj.”

Dengbêj Miraz anî ziman ku gelê Kurd hêj jî ji dengbêjiyê haydar nîne û heke pêbihese dê gelek baş be. Dengbêj Miraz binê wê xêz kir ku dengbêjî hebûna zimanê Kurdî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka Kurdan bi dengê dengbêjan heta îro hatiye. Ez ricayê ji dengbêjên nû dikim, bila reseniya kilamê xera nekin. Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin.”

‘Dîroka Kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar