Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...
Perşembe - 5 Aralık 2024

Bahçelî Kurdên azad naxwaze

Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên...

Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

Jinên têkoşer peyama ‘Dem dema parastinê ye’ dan

Jinên têkoşer ên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye bersiv dan banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kir û bi ruhê gelê şoreşgerî li kêleka hêzên parastina Şêx Meqsûd disekinin. Jinên ku di berxwedanê de cihê xwe digirin gotin: “Dema dema parastinê ye.” Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, wê xaka xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Şehba-Efrînê û êrîşên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li ser seferberiyê anîn ziman ku piştgiriyê didin hêzên parastina Şêx Meqsûd û gotin: “Em li Şêx Meqsûd hev temam dikin.” Jinên li kantona Dêrazorê diyar kir ku dê xaka xwe ji gef û êrişan biparêzin û bi gotina “HSD rêya yekane ya parastina welat û gelan e” piştgirî da HSDˈê.

Dayika bi navê Fatma Mistefa tekez kir ku hêza ji dayikan pişgiriyê bigre hêza herî xurt e û wiha axaftina xwe domand: “Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî Şêx Meqsûd kirin lê bi berxwedana hêza parastina Şêx Meqsûd û berxwedana me nikarin bigihîjin armanca xwe. 5 roj in şer li ser me giran e çi ji me tê xwestin em dikin. Di aliyekî de em xwarinê ji şervanan re çêdikin û di aliyekî din de em parastina taxa xwe dikin. Rêveberiya Xweser ji bo parastinê banga seferberiyê kir em jî îro li ser banga Rêveberiya Xweser, li Şêx Meqsûd xwe birêxistin dikin û parastina taxa xwe dikin. Me xwe bi riya fikir û ramanên Rêber Apo kûr kiriye lewma kes nikare îradeya me bişkîne. Dema dema parastinê ye, dayikên Şêx Meqsûd bi temenê xwe yê 70 salî li kêleka zarokên xwe parastinê dikin. Şêx Meqsûd bi dayik, zarok, keç û xortên xwe tê parastin dê kes nikaribe bikevê. Em moral ji hev digrin, îro her kes ji bo parastinê çi kar tê xwestin dike. Gotina berxwedan jiyan e ne wisa ji ber xwe ve hatiye, berxwedan jiyana azad diafrîne. Bila her kes baş bizanibe hêza ku dayik li pişt be, ew hêz wê serkeftinên herî mezin pêk bîne.”

Dayika bi navê Perîşan Reşîd da zanîn ku çawa cara yekem Şêx Meqsûd bi piştgiriya dayikên wê hat parastin dê careke din were parastin û wiha got: “Îro em di hundirê metbexê de xwarinê amade dikin, em piştgiriyê didin hêza parastina Şêx Meqsûd li vê derê em hev temam dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em moral, hêz û piştgiriyê bidin hêza xwe û Şêx Meqsûd biparêzin. Ev ne cara yekemîn e ku êriş li ser Şêx Meqsûd çêdibe, me wê demê piştgirî da şervanan û em gihîştin serkeftinê. Îro jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk êriş li ser me berdewam dike dixwazin gelê Kurd qir bikin. Lê jin di şoreşê de ked û têkoşînek mezin da meşandin heya gihîşt vê astê lewma em ranawestin û em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî asta têkoşînê bilindtir bikin û planên qirkirinê têk bibin. Heya ku ruhê wekhevî, alîkarî û hezkirinê di nava pêkhateyan de zindî nebe wê kes nikaribe zora me bibe ji ber ku bi vî ruhî em hev temam dikin û dibin îrade li hemberî êriş û planên qirkirinê.”

Heyat El Ehmed a ji bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê diyar kir ku ew jinên li Dêrazorê amade ne li hemberî êrişên li ser herêmê bisekinin û got Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi keda bi hezaran keç û xortên herêmê rizgar bûye. Heyat El Ehmed soza domandina berxwedanê da û ev li axaftina xwe zêde kir: “Em ê heya kêliya dawîn li ber xwe bidin. Êrişa li ser deverekê êrişa li ser tevahî herêmê ye. Lewre em rê nadin êrişên li ser herêma me.”

Cînan El Mihemed a ji bajarokê Ebû El Xatir jî got li gel geşedanên siyasî û guhertinên ku li gelemperiya Sûriyeyê rû didin û li gel hewldanên dewleta Tirk a dagirker a firehkirina qada xwe ya dagirkeriyê ew amade ne di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xaka xwe û destkeftiyên ku jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de bi dest xistine, biparêzin.

Rîm El Yûsif jî anî ziman ku jinên li rojhilatê kantona Dêrazorê amade ne xwe di nava HSDˈê de bi rêxistin bikin û herêmê û destkeftiyên şoreşê biparêzin û HSD hêza yekane ya parastina herêmê ye. Rîmê got: “Bêyî hevgirtina pêkhateyan û bêyî sekna li hember êrişan ne pêkan e ewlehî û îstiqrar li herêmê pêk were.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar