Çeteyên HTŞ-DAIŞ ên dewleta Tirk a dagirker ku roja 27’ê Mijdara 2024’an êrîşî Helebê kirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja 29’ê Mijdarê jî êrişî Til Rifat û Şehbayê kirin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker berxwedanek mezin nîşan dan û gel ji komkujiyan parast. Lê piştî ku bajarê Helebê û derdora wê ket destê çeteyên Tirk, Til Rifat û Şehba bi temamî di dorpêçê de ma. Lewma Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca ku pêşiya komkujiyan bigire, biryar da ku gel veguhezîne herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.
Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. Heta niha zêdetirî sed hezar welatî veguhestine Tebqa û Reqayê. Ji vir jî li bajarên din ên herêmê hatin bicîhkirin. Xebat û kampanyayên alîkariyê jî didomin. Li aliyê din hîn jî gelek malbatên ku li Şehbayê di dorpêçê de mane hene. Ji veguhestina wana jî hewldan bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de êvariya 3’yê Kanûnê 50 otobus ber bi Şehbayê ve hatin şandin. Lê li sînorê Şehbayê ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.
Piştî hewldanên dirêj hat gotin ku 50 otobus 4’yê Mijdarê di saetên piştî nîvro de derbasî herêmê bûne û dê gel veguhezin. Lê di saetên êvarê de hat ragihandin ku otobus careke din hatine astengkirin.
Li ser pirsyarkirin û lêkolînan hat fêmkirin ku ev lîstikek Saziya Barzaniyan a ku navê ‘Saziya Xêrxwaziya Barzanî’ li xwe dike û îstîxbarata Tirk (MÎT) e. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, welatiyên ku bi êrîş û îşkenceyan re rû bi rû mane, saziya Barzaniyan û MÎT’ê hinek wesayît birine herêmê û xwe wekî kesên ku ji Herêma Rêveberiya Xweser çûne nîşan dane. Ji gel re gotine ‘em ê we bibin herêmên bi ewle’ lê hewl dane ku bi darê zorê bibin Efrîna dagirkirî.
Komîteyên ku ji bo veguhestina gel hatine avakirin, bi armanca xwe gel xwe bigihîne wan, hejmarên telefonan dabûn. Welatiyên li herêmê jî li wan digeriyan û alîkarî dixwest. Lê seyareyên alîkariyê xwe negihandibûn wan deran. Welatiyên ku ji ber ewlekariyê nikarin navên xwe bidin û bi riya mirov û hevalên xwe, xwe gihandin rayedaran diyar kirin ku çeteyan dora wan girtiye û gefan li wan dikin, hinek kesan direvinin, îşkence dikin, hinek kes jî kuştine. Her wiha gotin ku hinek kes bi seyareyan hatine û ji wan re gotine “Em ji bo alîkariya we hatine, em ê we bibin herêmên bi ewle”. Lê piştre dîtine ku berê xwe didin Efrînê. Welatiyên nerazîbûnê nîşan didin jî êşkence dikin, gefan li wan dikin.
Çavkaniyan diyar kirin ku wesayîtên ji Reqa û Tebqayê çûne herêmê, ji ber vê yekê tên astengkirin, ji bo ku lîstika wan dernekeve holê jî, carinan wekî ku seyare derbasî herêmê bûne nîşan didin.
Ji bo ku 50 wesayîtên derbasî herêmê bibin û gel ji dorpêçê derxînin, hewldanên rayedaran berdewam dikin.
Telefonên ku ji pêwendiyê hatine parvekirin wiha ne:
0980896536
0951346835
0932171049