Çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker 27’ê Mijdarê êrîşî Heleb û kantona Efrîn Şehbayê kirin û bi sed hezaran kes bi komkujiyê re rû bi rû man. Hêzên Parastina Efrînê li hemberî çeteyên Tirk li ber xwe dan û gel ji komkujiyê rizgar kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk piştî êrîşên çeteyan di 1’ê Kanûnê de seferberiya giştî ragihand. Hevserokê Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Hesekê Ferhan Daûd û siyasetmedar Mihemed Eşref Elî li ser geşedanên li herêmê axivîn.
Ferhan Daûd diyar kir ku seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ve, tê wateya ku rewşa herêm tê re derbas dibe pir girîng e û wiha axivî: “Ji ber wê jî divê gelên herêmê li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û tev li refên van hêzan bibin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her tim hewl didin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û dagir bikin, û axftina xwe wida dewam kir: “Ji ber vê yekê divê em rê nedin ku ew derbasî herêmên me bibin û em li kêleka hêz û rêveberiya xwe bin, dem dema azadî, berxwedan û rûmetê ye.”
Siyasetmedar Mihemed Eşref Elî jî ev tişt anî ziman: “Di vê rewşa hestiyar de divê em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê seferberiyê bibin. Bila ti kes nebêje êrîş ne li dijî min e, ji ber ku armanca van êrişan tinekirina gelên herêmê ye, ji ber vê yekê divê her kes bikevin nava liv û tevgerê û li kêleka hêzên xwe bin.”