Şer û aloziya li Sûrî careke din gur bû. Jixwe ti carî ev şer û alozî nesekinî. Eger hun bala xwe bidinê beriya deh salan jî dema ku çeteyên DAIŞ’ê derketin ser dikê, Sûrî wekî paytexta xwe diyar kiribûn. Çiqas xerabî û komkujî hebe li ser erda Sûrî kirin. Ji Mûsilê dest pê kirin, lê di esasê xwe de êşa herî giran jî li Sûrî hat dîtin.
Di sala 2011’an de xelkên li Sûrî li dijî rejîmê rabûn ser piyan û ji wê demê ve Sûrî nehat ser xwe. Yanî ji wê demê ve ti rewabûna hikûmetê nema û parçe bû. Di sala 2014’an de jî êrişên DAIŞ’ê li ser Sûrî berfireh bûn. Tevahiya Sûrî dan ber xwe û piraniya wê jî dagir kirin. Eger ne ji têkoşîna Kurdan bûya, devereke wekî Sûrî nedima. Lê Kurdan ango rêveberiya xweser a li Rojava pêşî li DAIŞ’ê girtin û dawiya wan anîn.
Ji sala 2012’an û vir ve şoreşek li ser erda Sûrî heye û vê şoreşê encamên girîng jî derxistin holê. Lê rejîma Sûrî dûrî çareseriyê sekinî û danûstandin bi rêveberiya xweser re nemeşand. Eger ku hukûmeta Sûrî guh daba rêveberiya xweser û hevkarî kiriba, îro encamek wisa dernediket meydanê. Vê siyaseta tine hesibandinê hişt ku îro ewqas dagirkerî pêş bikeve. Hem axa Sûrî hat dagirkirin, hem jî axa Kurdan. Ji vê dagirkeriyê jî dewleta Tirk berpirsiyar e.
Dewleta Tirk ji roja aloziya li Sûrî heta niha nesekiniye. Axa Sûrî dagir kiriye û bi ser halan de jî di civînên li ser çareseriyê de cih digre. Qaşo em dibêjin çareserî, lê di esasê xwe de bi van civînan re dagirkerî zêde bûn. Li ser erda Sûrî milyonan Kurd hene, lê li şûna Kurdan bi dewleta Tirk re rûdinên û wan dibin civînên Astana û Cenevê. Ji ber vê yekê heta niha ti çareserî peyda nebûye. Netewên Yekbûyî ku qaşo ji bo aştiya cîhanê hatiye avakirin, heta niha tiştek bi navê aştiyê nekiriye. Helwesta vê saziyê li Kurdistanê, li Filistînê ango li rojhilata navîn diyar e. Li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere. Dehê caran civînên li ser Sûrî li vê saziyê çêbûn, lê rojekê jî bang li Kurdan nekirin û li wan guhdar nekirin. Her kes dizane ku muxatabê sereke yê çareseriyê dîsa Kurd in.
Îro pergaleke Kurdan a çareseriyê li ser erda Sûrî heye. Pergaleke netewa demokratîk, pergaleke xweseriyê, pergaleke jiyana bi hevre di meriyetê de ye. Yanî projeya çareseriyê amade ye, lê tevî vê yekê jî dûrî çareseriyê disekinin. Her kes dizane ku yên çeteyan rêxistin dike dewleta Tirk e. Hêzên navnetewî jî fînanseya wan çeteyan dikin. Li pişt perdeyê hêzên navnetewî hene. Lê di esasê xwe de dewleta Tirk ji wan çeteyan berpirsiyar e. Tevî vê yekê jî ew çete maqûl tên dîtin û rê li ber dagirkeriyê vedikin. Dîmenên niha yên ji Heleb û deverên din tên, careke din DAIŞ’ê tîne bîra me.
Deh sal berê bi DAIŞ’ê xwe ceribandin nebû, vê carê jî bi navekî din li meydanê ne. Lê vê carê xwe eşkere kirine û li pişt wan çeteyan disekinin. Xuyaye ku vê carê wê bi çeteyan re derba xwe bixwin. Wê Sûrî vê carê bibe xeleka dawî ya dagirkeriyê.