Li Şengalê piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, ji bo rêxistinkirina civaka Êzidî û gelê Şengalê gavên girîng û dîrokî hatin pêşxistin. Yek ji van gavan, di 14’yê Çileya 2015’an de kombûna Meclisa Avaker a Şengalê bû ku bi vê konferansê re zemîna avakirina sîstema xweseriya demokratîk hat avakirin. Ev pêngava girîng a rêxistinî û civakî rê li ber rizgarkirina Şengalê û vegera gel vekiribû. Teqrîben 10 sal piştî vê pêngavê, ji bo rêxistinkirina civaka demokratîk a Şengalê gaveke din a girîng hate avêtin. 1’emîn Konferansa Jinûve Avabûna Civaka Demokratîk a Şengalê di 29-30’ê Mijdarê de bi beşdariya bi dehan delegeyên gel û nûnerên saziyan, nûnerên gelê Ereb, tevgera jin û ciwanan, şervan û fermandarên hêzên parastinê, eşayîrî û rûsipiyên Şengalê bi awayeke serkeftî hate lidarxistin. Ji ber rewşa ewlehiyê yê li herêmê û Şengalê, lidarxistina konferansê çend roj bi derengî hate ragihandin.
Ev konferans di pêvajoyeke pir girîng de bi encam bû, lewre di rojên ku konferans kom bû de li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya leşkerî û siyasî hate destpêkirin. Bi destê çeteyên bi ser dewleta tirk a dagirker ve di serî de Heleb, gelek bajarên Sûriyê hatin dagirkirin. Her wiha çeteyên dewleta tirk, bi fermana Erdoxan re berê xwe dan bajarên ku gelê Kurd û civaka Êzidî lê dijî. Di encama dorpêç û êrîşan de bi sedhezaran kes ketin ser rêya koçberiyê. Dîsa beriya vê konferansê êrîşên berfireh ên hewayî yên dewleta tirk li ser Şengalê çêbûn. Bi cewherî 1’emîn Konferansa Jinûve Avabûna Civaka Demokratîk a Şengalê di nav rewşeke awarte de, di nav gef û metirsiyên nû yên li herêmê de hate lidarxistin.
Di konferansê de pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî” yek ji rojevên sereke bû ku konferans bi hêz û coşa silavê Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Ji xwe hemû beşdar û delege jî lidarxistina vê konferansê weke bersiva li silavê Rêber Abdullah Ocalan nirxandin. Di konferansê de, ji bo pêşxistin û berfirehkirina pêngava azadiyê nîqaşên berfireh hatin kirin, biryarên taybet hatin girtin.
Konferans bi şîara ‘Em bi rihê şerê gel ê şoreşgerî komînan ava bikin, Şengala xweser û azad misoger bikin’ hate lidarxistin. Ji ber rewşa şer a li Rojhilata Navîn û Iraqê, herî zêde jî li hemberî gef û metirsiyên fermanên nû pêşxistina parastina cewherî ya gel bû mijara nirxandinên berfireh. Li gel gef û metirsiyan, derfetên ji bo pêşxistina şoreşên civakî jî hatin destnîşankirin. Xurtkirina hêzên parastinê û rêxistinkirina gel li ser esasê ‘Xwe Ji Fermanê Biparêze’, yek ji rojevên esasî bû.
Di konferansê de nîqaş bi giranî di çarçoveya pirsa “Emê civaka xwe çawa perwerde bikin, birêxistin bikin û biparêzin” de hatin meşandin. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, kar û xebatên ku têne meşandin bi berfirehî hatin nirxandin û weke encam, pêdiviya pêşxistina pêngaveke nûbûn û berfirehbûnê hate ser ziman. Ji bo xurtkirina pergala rêxistinî, ji bo avakirina civaka demokratîk rêxistinkirina komînan weke erk û karekî esasî hate destnîşankirin. Li ser vê esasê biryar hate dayîn ku ji bo avakirina komînan di asta pêngavê de xebat werin meşandin.
Jinên Êzidî bi asta nirxandin, pêşniyar û biryarên xwe, ked û ezmûna 10 salan a jinên Êzidî bi awayeke pir xurt di konferansê de nîşan dan. Ji destpêka konferansê heya dawiyê, jinên Êzidî bi coş û biryarbûna xwe, bi asta lêhûrbûn û îddiaya xwe hêza herî mezin dan konferansê.
Di konferansê de, hem di rewşa siyasî hem di rewşa civakî-rêxistinî de siyaseta dewleta Iraqê ya li ser civaka Êzidî û Şengalê jî bû mijara nirxandin, rexne û helwestan. Bang li hikûmeta Iraqê û saziyên dewletê hate kirin ku, jenosîda Êzidiyan nas bike, îrade û statuya Şengalê nas bike û demildest dest ji hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re vekişîne.
Di konferansa ku 2 rojan berdewam kir de, gelek mijarên girêdayî fikrê netewa demokratîk û avakirina sîstema xweseriya demokratîk bi berfirehî hatin nirxandin, di encama van nirxandinan de nêrîn, helwest û biryarên zelal derketin holê.
Tê payîn ku Rêveberiya Xweser a Şengalê, encamnameya konferansê di demeke kurt de ragihîne gelê Şengalê û raya giştî.