Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...
Perşembe - 12 Aralık 2024

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Hevserokê PYD’ê: Em ê Şerê Gel ê Şoreşgerî parastina xwe bikin

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li herême anî ziman ku plana çeteyan parçekirina Suriyeyê ye û guherandina demografiyayê ye û got: “Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin. Em bi hêza xwe ya xweparastinê van êrişan bidin sekinandin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso, êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, geşedanên li herême û amadekariyên Rêveberiya Xweser û xetereyên li ser herêmê ji Ajansa Welat re nirxand.

Xerîb Hiso diyar kir ku Tirkiye dewleta sereke ya li pişt komên çekdar e û planên wê yên mezin li ser herême hene. Xerîb Hiso têkildarî êriş û planên li ser herême ev nirxandin kir: “Dewletên ku dixwazin Rûsya û Îranê lawaz bikin jî di nav de ne. Cihê ku hatine dagirkirin xeta Sûniyan e. Di dema DAIŞ’ê de xeta Sûniyan şikest. Tirkiyeyê dixwaze bi van komên çeteyan re vê xeta Sûniyan bi ser bixe. Armanca sereke jî parçekirina Suriyeyê ye û guherandina demografiya heremê ye. Her wiha Tirkiye dixwaze planên xwe yên Mîsak-î Millî pêk bîne û xeta Şîî jî li sînorên xwe dûr bixe. Her wiha dixwaze destwerdanê li ser herêmên Kurdan jî bike û Kurdan jî bixe di nav şerêkî mezin de. Armanca vê planê ya sereke qîrkirina gelê Kurd e. Dema ku DAIŞ derket berê wan dan herêma Kurdan lê têk çûn. Niha jî berê wan didin Şamê. Piştî Şamê jî di hedefa wan de Bexda heye .Ji ber ku Bexda piştgiriya xwe ji bo Şamê diyar kir. Piştî ew lawaz kirin jî wê berê xwe bidin herêmên Kurdan û armanca xwe ya têkbirina destkêftiyên Kurdan bixînin meriyetê. Dewleta Tirk jî bi vê armancê piştgiriya van çeteyan dike. Ji ber wê jî planeke pir xeter û mezin heye.”

Xerîb Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di asteke bilind de amadekariya parastina herême dike û ev tişt gotin: “Komên çete bi hovîtiyeke mezin herême dagir dikin. Ji ber wê jî li ser tevahî herême xetereyên mezin derdixînê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwedî tecrûbeyeke mezin e û li dijî van êrişan amadekariyên xwe pêk tîne. Xwedî hêz û îrade ye. Têkoşîn û berxwedana ku Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kiriye bûye mîrateyek. Ev mîrate û ruhê ku hatiye avakirin û projeya Netewa Demokratîk e û ev yek îradeyeke pir mezin li ser civakê ava kiriye. Ji ber wê jî dewletên dagirker ji vê projeyê ditirsin. Tirkiyeyê jî ditirse ku projeya wan a Misak-î Millî bi ser nekevê û projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve. A rast jî ew ê projeya Netewa Demorkatîk wê bi ser bikeve. Ji ber ku aloziyên Suriyeyê bi awayekî demokratîk nehat çareserkirin îro vê xeterê li herême rû da. Berpirsyarê vê dewletên garantor û rejîma Suriyeyê ye. Heke rejîma Suriyeyê diyalog qebûl bikira û bi şêwazeke demokratîk ew pirsgirêk bihatina çareserkirin îro hikûmeta Şamê bi vê xetereyê re rû bi rû nedima. Hezên garantor jî nexwastin ew alozî bên çareserkirin. Ji ber wê jî îro rewşeke pir aloz û hesas heye. Rêveberiya Xweser hemû tedbîrên xwe girtin e. Armanca Tirkiyeyê ew ê ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Em jî dibêjin berxwedan jiyan e. Em li her tiştî dibûrin lê ji berxwedana xwe nabûrin. Rêber Apo ku xwedî vê felsefeyê ye û daye hemû gelan em ji vê felsefê nabûrin. Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin. Em bi hêza xwe ya xweparastinê van êrişan bidin sekinandin.”

Xerîb Hiso bal kişand ser nîqaşên hevdîtinên bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axaftinên rayedarên Tirkiyeyê hev nagirin. Di nav wan de parçebûneke siyasî, aborî û civakî heye. Dewletên herêmê hemû di nav parçebûn û aloziyan de ne. Rêyedarên Tirkiyeyê ji aliyekî ve dibêjin em birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin û vê pirsgirêke çareser bikin ji aliyê din ve jî şerê li dijî Kurdan berdewam dikin. Pirsgirêka Kurd ne tenê bi hatina Rêber Apo di Meclise de biaxive wê çareser bibe. Jixwe Rêber Apo jî di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocalan re gotibû, pirsgirêk bi vê şewazê çareser nabe. Mûxatabê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Tevgera Azadî ya Kurdistanê ye. Ji aliyekî ve êrişên xwe li dijî Tevgera Azadî ya Kurdistanê berdewam dike ji aliye din ve jî qala çareseriye dike. Ji aliyê din ve jî êrişî Rojava dike. Ji bo vê jî ew hemû qetlîam û êriş di çerçoveya vê pêvajoyê de ne. Ev yek di çerçoveya şerê taybet de pêk tên. Dervayî vê tiştek nîn e. Gelê Tirk û hemû pêkhateyên ku li Tirkiyeyê dijîn êdî baweriya van ji desthilat tune ye. Axaftina wan bawer nakin. Ew nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Heke di gotina xwe de rastbûna dê tecrîdê rakirina û agirbest ragihandina. Bi van gotinan wext derbas dikin. Ev yek tiştên demkî ne ne tiştên demdirêj in. Êrîşî Kurdan dikin û şerê qirkirinê didin meşandin.”

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso: Armanc parçekirina Sûriyeyê ye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar