Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê û komên çeteyan ên li Heleb, Şehba û Til Rifatê û li ser girîngiya parastina Rojava rawestiya.
Rojnameya Xwebûnê di manşetê de nivîsa nivîskar Hisên Çatikkaş a li ser parastina Rojava derxist pêş. Rojnameyê di sermanşetê de jî bi sernavê “Rejîmê fêlbazan û bîpolar” bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê. Rojnameyê di binmanşetê de jî cih da analîzek rûpela jin a bi sernavê “Duh DAIŞ, îro HTŞ û OSO” û bal kişand ser kiryarên DAIŞ, HTŞ û OSO’yê yên li ser gelê herêmê.