Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker doh bi şev saet di 23:00 de li gundê El Mustareha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êrîş kir.
Hate ragihandin ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine qetilkirin wiha ne: “Mistefa Mihemed Îbrahîm Îdo. Du keçên Mistefa Mihemed Îbrahîm û hevjîna wî. Keça Ebû Fadî. Keça Ehmed Feneş. Îsmaîl kurê Ebû Fadî. Mehmûd Mihemed Îbrahîm Îdo (Abû Fadî). 5 zarokên ku navên wan nehatin zanîn.”