Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Faîke Aktaş: Beriya bimirim dixwazim kurê xwe bibînim

Dayika Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin, Faîke Aktaş nêzî 10 sal in kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Îro heme, sibê nînim dixwazim kurê min were berdan û wî bibînim.” Xwişka wî Melîhe Aktaş jî daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û xwest hemû girtî bên berdan.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tên ragirtin. Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê her hefte bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Veysî Aktaş ê 26 sal in girtî ye bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re di 15’ê adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hatiye kirin ve tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk aniye û carekê jî bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Dayik wî Faîke Aktaş û xwişa wî Melîhe Aktaş ji Ajansa Welat re axivîn.

Dayik Faîke Aktaş diyar ku roja kurê wê Aktaş çûye Îmraliyê ve ew qet nedîtî ye û bi telefonê jî pê re ne axivî ye. Faîke Aktaş xwest Rêber Apo were berdan, lihevhatinek pêk were û aştiyek çêbibe. Faîke Aktaş, diyar kir ku hevjînê wê bêyî kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ez jî nexweş im, dixwazim gedeyê xwe bibînim, îro heme sibê nînim. Çavên min li rêya wî bûn. 30 salên xwe qedandin, rabûn salek lê zêde kirin. Çavên min li rêya wî ye ku em hev bibînin.”

Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî da zanîn ku di nava 9 salan de tenê sê caran hevdîtin kirine û wiha got: “Ev çar sal in haya me jê nîne, em nizanin ka rewşa wî çawa ye. Erdhej çêbû ne haya wî ji me çêbû ne ya me ji wî çêbû. Bavê min rehmet kir, nedît. Bavê min bi wê kul û mereqê çû. Dayika min ew nedîtiye. Nexweş e. Herî dawî ez çûm. Pişt re me qet nedît.”

Melîhe Aktaş bal kişand ser nîqaşên li ser hevdîtina bi Rêber Apo re û wiha domand: “Dibêjin bila Serokatî bê em bi hev re biaxivin lê hêj tecrîd ser ne rabûye, wê axaftin çawa bibe. Ka ewilî wê tecrîdê li ser rakin. Ew ê dawiyê axaftin were kirin. Em dixwazin tecrîd rabe, aştiyek pêk were, hefs û zindan vala bin.”

10 sal in kurê xwe nedîtiye: Beriya bimirim dixwazim kurê xwe bibînim

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar