Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, encamên şikestina rejîma Esad, xeterî û derfetên li pêş gelên herêmê axivî û hişyariyên girîng li civaka Êzidî û gele Şengalê kir.
Riham Hico diyar kir ku piştî çûna Esad ji bo Rojavayê Kurdistanê xeterî jî hene derfet jî derketin holê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker îro roj êrîşê Minbicê, Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo dike, dixwaze herêmê ji destê HSD’ê derxîne, naxwaze di Sûriyeya nû de cihê Kurdan hebe. Eger îro li Sûriyeyê hikumetek were avakirin pêwîst e nûnertiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî di nav de cih bigire.”
Berdevka TAJÊ Riham Hico derbarê bandora rewşa Sûriyeyê ya li ser Iraqê û Şengalê jî hişyariyên girîng li gele Şengalê kir: “Ji bo gelê me yê Şengalê jî, di roja me ya îro de xeterî berdewam in û pêwîst e gelê me hişyar be. Baweriya me ne bi hikumeta Iraqê tê, ne bi Haşdi Şabî tê, ne bi hêzekî din tê. Artêşa Iraqê hêzeke mezin biriye ser sînor, dema DAIŞ kete Mûsilê 3 qat zêdetir ji sîlehên niha heyî, li Mûsilê hebû. Hemû sîleh teslîmî DAIŞ’ê kirin, DAIŞ bi wan sîlehan êrîşê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê kir.”
Riham Hico anî ziman ku civaka Êzidî ji fermana 2014’an dersên girîng derxistine û bangên girîng li gelê Şengalê kir: ‘’Di fermanê de gelê me got ‘Pêşmerge gotiye em ê we biparêzin loma em rehet razan.’ Lê îro lazim e gelê me hişyar be, xeterî li ser gelê Şengalê hene. Di heman demê de derfet jî hene. Eger em xwe baş birêxistin bikin, hêza xwe ya parastinê xurt bikin, yekîtî û tifaqa xwe pêş bixin em ê deskeftiyên mezin jî bidest bixin. Lê xeterî jî hene, pêwîst e gel parastina xwe bike. Em bang li gelê xwe dikin, keç û xortên Êzidî lazim e xwe li gor rewşa şer amade bikin. YBŞ-YJŞ zarokên Êzidiyan e, heya dawiyê wê Êzidiyan biparêzin lê lazim e Êzidî jî xwedî li YBŞ-YJŞ derkevin, hêzên xwe yên parastinê mezin bikin.”