Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Canpolat: Bi berxwedanê wê deriyên Îmraliyê vebe

Kerem Canpolat tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa girtiyên nexweş de ev tişt anî ziman: “Ne çareserkirina tecrîdê xetimandina hemû tiştan e. Daxwaza me ew e ku hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, em destê xwe bidin hevdû, dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku bi vê dengbilindkirinê wê rêya Îmraliyê jî vebe, deriyê girtîgehên din jî vebe. Pirsgirêka girtiyên nexweş jî bê çareserkirin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda dijmirovahî û mutleq de tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker ji fikrên Rêber Apo ditirse, di bin navê cezayê dîsîplînê tecrîda mutleq didomînin. Dadgehên tirk îtîrazên parêzeran bêhincet red dikin.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa girtîgehan ji Ajansa Welat re axivî. Kerem Canpolat diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û li hemû girtîgehan tê meşandin û wiha axivî: “Her hefteyê komeleyeke me, nûnertiyeke me an li nava bajêr an jî li ber deriyê zindanan çalakiyên xwe didomînin. Em dixwazin ji bo van çalakiyên me yên têkildarî rakirina tecrîdê de tên lidarxistin her kes destê xwe bide me. Em dengê xwe bilind bikin û vê tecrîdê bidin sekinandin. Divê tecrîd bê rakirin hevdîtin bi rihetî çêbibin. Heta ne tenê siyasetmedarên vî welatî kesên demokratî û hiqûqê dixwazin divê hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin. Em vê yekê ji pêşeroja Tirkiyeyê û Kurdistanê re weke ronahiyekê dibînin.”

Kerem Canpolat destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş di xetereyê de ye û xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Kerem Canpolat anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ku ew îradeya min a ku vî şerî bidim qedandin heye û ev tişt got: “Ev gotineke bi wate ye divê mirov qiymeta vê gotinê bizanibe. Li vî welatî kî bikaribe tiştên baş bike divê mirov qiymetê bidê. Birêz Abdullah Ocalan berê jî gotibû ‘heke derfetê bidin min dikarim di nava hefteyekê de vî şerî bidim sekinandin’ Em dixwazin hemû kesên ji vî welatî hez dikin qiymet bidin van gotinan. Heke tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê ya li hemû girtîgehan berdewam bike.”

Kerem Canpolat bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re û wiha bi dawî kir: “Nêzîkbûna wan a ji Rojava û hemû Kurd û Kurdistanê girîng e. Em di vî warî de jidilbûnekê nabînin. Ji ber ku heke ji dil bin divê gav bên avêtin. Lê mixabin hêj ev pratîk nîne. Ne çareserkirina tecrîdê xetimandina hemû tiştan e. Kes nikare bêje eleqeya min pê nîne. Daxwaza me ew e ku hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, em destê xwe bidin hevdû, dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku bi vê dengbilindkirinê wê rêya Îmraliyê jî vebe, deriyê girtîgehên din jî vebibe. Pirsgirêka girtiyên nexweş jî bê çareserkirin.”

Canpolat: Heke tecrîd neyê rakirin dê ev rewşa nebaş berdewam bike

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar