Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Salih Muslîm: Em li Sûriyeyê jiyaneke hevpar dixwazin

Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslimdiyar kir ku hewldanên koalîsyona navneteweyî jî hene ku ew bi HTŞ’ê re bikevin diyalogê û wiha got: “Yên ku di navbera me û van komên çeteyan de diyalogê ava dike koalîsyona navneteweyî ye. Ji bo pêşerojê daxwaza me ew e ku di hundirê Sûriyeyê de em hemû bikarin bi hev re bijîn. Lê heke wisa nebe dawiya Sûriyeyê dijwar e. Wê ber bi xetereyên mezin ve biçe û parçebûnên mezin wê pêk werin.”

Piştî rejîma Esad li Sûriyeyê hilweşiya, dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ-El Qaîde-HTŞ-SMO û balafirên bê mirov êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û li be rçavên cîhanê li ser gel komkujiyê pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawî de êrîşên qirkirinê didomîne û gelek sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji ber behtir welatiyên sivîl neyên qetilkirin Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe bi paş ve kişandin kişand û bi komen çekdar re agirbest ragihand. Piştî agirbestê êrîşên li ser Minbicê rawestiya bin jî di serî de li Kobanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê berdewam dikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslim geşedanên li herême diqewimin ji Ajansa Welat re nirxand. Salih Muslim anî ziman ku agirbesta di navbera çeteyên Tirk û HSD’ê de bi rêya koalîsyona navneteweyî pêkhatiye û ev tişt gotin: “Niha bi rêya koalîsyona navneteweyî agirbesat li Minbicê didome. Agirbest tenê li Minbicê heye. Li herêmên din êrîş û şer berdewam dikin. Li Kobanê û herêmê bi dron û topbaranan êrîş dikin. Hêzên me yên lêşkerî jî ji bo sivîl neyên qetilkirin ji Minbicê vêkişiyan û tenê li wir agirbest heye. Em di wê heviyê de ne ku li tevahiya Sûriyeyê agirbestek bê ragihandin û ev şer û êrîş rawestin.”

Salih Muslim anî ziman ku ew dixwazin ji bo pêşeroja Suriyeyê bi HTŞ’ê re li hev bikin û wiha domand: “Li dijî me tu gotinên xirab û êrîşên HTŞ’a ku dawî li hikûmeta Şamê anî çênebûn. Ya ku ji me re hatiye gotin êrîşî herêmên Kurdan nakin. Em hevî dikin di demên pêş de em bi wan re li hev bikin. Her çiqas ji aliyê fikrî ve em li hev nekin jî em dikarin bi hev re bijîn. Hewldanên koalîsyona navneteweyî jî hene ku em bi wan re bikevin diyalogê û bikarin bi hev re bijîn. Heke soza ku didin pêk bînin xetereyên wan jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê kêm bibin. Em ê bikarin bi hev re bijîn. Lê soza xwe pêk neynin û êrîşî me bikin em jî destê xwe nagirin. Parastina rewa mafê me ye û em ê xwe biparêzin.”

Salih Muslim destnîşan kir ku çareseriya li Suriyeyê jiyana hevpar e û heke êrîş berdewam bikin xetereyên mezin li pêşiya Suriyeyê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku di navbera me û van komên çeteyan de diyalogê ava dike koalîsyona navneteweyî ye. Yanî Amerîka bi xwe ye. Aşkere nabêjin lê li pişt perdeyê û bi dîplomasiyê zextê li wan dikin ku êrîşên xwe rawestînin. Lê hewldanên wan ên sekinandina êrîşan hene. Ji bo pêşerojê daxwaza me ew e ku di hundirê Sûriyeyê de em hemû bikarin bi hev re bijîn. Lê heke wisa nebe dawiya Sûriyeyê dijwar e. Wê ber bi xetereyên mezin ve biçe û parçebûnên mezin wê pêk werin. Ji bo wê jî divê em ji her tiştî re amade bin. Em ê xwe bi parastina rewa biparêzin. Em hevî dikin ku di demên pêş de bi hikûmeta Şamê re li hev bikin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê giştî baş bibe.”

Salih Muslim: Divê em ji her tiştî re amade bin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar