Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di parvekirina xwe ya li ser platforma X’yê de, diyar kir ku ew pabendî parastina cihên dîrokî yên li herêmê, bi taybet gora “Silêman Şah” dikin.
Ebdî, parvekirina xwe de ev tişt anî ziman: “Di dema metirsiya rêxistina DAIŞˋê ya 2015ˋan de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhast herêma Aşmê. Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin.”