Rêber Gelan Abdullah Ocalan pergala qirkirin û êşkence Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Herî dawî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Rêber Apo di hevdîtinê got, “Tecrîd didome.” Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda li Îmraliyê, serlêdaneke nû ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de ji bo Rêber Apo, Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş geşedanên di mehên Tebax, Îlon û Mijdarê de hatin vegotin û daxwazan cih girt.
Di serlêdanê de hate gotin ku di nava 4 mehan de parêzeran 34 caran û û malbatan jî 18 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dane lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Hat gotin ku ji 25’ê Adara 2021’ê heta 23’yê Cotmehê tu agahî ji îmraliyê nehatine girtin û hat bibîrxistin ku Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de çûye Îmraliyê û wiha hate gotin: “Ji 23’yê Cotmeha 2024’an heta niha bi tu awayî destûra hevdîtinên li girtîgeha Îmraliyê nehatine dayin.”
Bi domdarî hat gotin ku her sê mehan carekê li Rêber Apo û girtiyên din cezayên disiplînê tên birîn û bi hinceta herî kêm 24 cezayên disiplînê destûra hevdîtina bi parêzer, malbat û vasî nayê dayin. Hat destnîşankirin ku ev pêvajo tevek bi awayekî derqanûnî tên meşandin, ji parêzeran veşarî tê meşandin û li gel ku parêzer mînakên dosyayan dixwazin jî jê re nayên dayin. Hat diyarkirin ku di 4’ê Tîrmehê de cezayeke nû yê disiplînê li Rêber Apo hatiye birîn û dema hêj cezayê disiplînê di meriyetê de di 16’ê Cotmehê de cezayeke nû yê disiplînê hatiye dayin. Hat, daxuyandin ku li dijî cezayên disiplînê li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê û li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kirine lê ev îtîraz hatine redkirin û ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.
Di berdewamê de hat destnîşankirin ku di demên cezayê disiplînê neyî de jî bi erênî yan jî neyînî tu bersiv ji serlêdanên wan re nehatine dayin û wiha hate gotin: “Cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan ku di 4’ê Tîrmehê de hatibû dayin di 31’ê Tîrmehê de teqez dibe û ji hêla hiqûqî ve heta 31’ê Cotmehê derbasdar e. Weke ku me li jor jî anî ziman; cezayê disiplînê yê herî dawî di 16’ê Cotmeha 2024’an de hate dayin û ceza di 5’ê Mijdara 2024’an de teqez bû. Lewma jî ji hêla hiqûqî û fiîlî ve mirov nikare ji bo dîroka di navbera 31’ê Tîrmehê û 5’ê Mijdarê de qala cezayê disiplînê bike. Cezayekê disiplînê yê ji bo di navbera van her du dîrokan de tune ye. Lê belê tevî vê jî ji bo serlêdana malbat û vasî ya di 1’ê Mijdara 2024’an de bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatine dayin. Cezayên disiplînê yên bi awayekî sîstematîk û li pey hev tên dayîn ne qanûnî û ne rewa ne; dema cezayên disiplînê ne di meriyetê de jî destûra hevdîtina bi malbatê re nayê dayîn û tu hinceteke vê ya hiqûqî nîne. Ev rewş, yek ji sepanên keyfî û pergala derqanûnî ye.”
Hat bibîrxistin ku hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan di 4’ê Cotmehê de li pêşiya AYM’ê daxuyanî dane û berpirsyartiya wê hatiye bibîrxistin. Hat gotin ku di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê bên bidawîkirin.
Bi domdarî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan dabû hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Tirkiyeyê di 10 salan de tu gav neavêt. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di meha îlonê de cara duyemîn biryara binpêkirinê girt rojeva xwe. Komîteyê diyar kir ku pirsgirêkên di çarçoveya mafê hêviyê de didomin û hikûmet di vê mijarê de xebatên têrker nameşîne û di vê çarçoveyê de heke hikûmet heta Îlona 2025’an gavên şênber neavêje û pêşketin çênebe, ferman da sekreteryayê ku pêşnûmeyeke biryara navberê amade bike. Di vê qonaxê de ne diyar e bê ka dê Tirkye gavên guncav biavêje yan na.”
Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert ji hêla DMME’yê ve weke “êşkence” tê dîtin û hat xwestin ku CPT di mijara Girtîgeha Îmraliyê de “hesastir” tevbigere. Hat gotin kul ji demên berê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê şert û merc nehatine başkirin, rapora CPT’yê ya sala 2022’yan nehatiye eşkerekirin û neeşkerekirina raporê jî rê li ber domandina rewşa “êşkenceyê” vedike.
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
“* Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana dawî anku ji 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyarekê de ne û didomin û hêj girantir bûne. Di nava 2 salan de mercên heyî derbasî qonaxeke nû bûne û di çarçoveya vê rastiyê de hewceye hûn tavilê (ad-hoc) biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê.
* Ji bo şert û mercên serlêdêr tê de dimînin li gorî rûmeta mirovahiyê bin, di serî de serdanên parêzer û malbatan ji bo têkiliya serlêdêran a bi dinyaya derve re çêbibin, ji bo hemû mafên serlêdêran ên agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, em dixwazin hûn hewldanên pêwîst bikin.
* Em dixwazin ku ji bo bidawîkirina rewşa îşkence, şert û mercên dermirovî û muameleya xerab divê tevdîrên pêwîst bên girtin. Di vê çarçoveyê de jî prosedûrên di Xala 10/2. a Peymanê bên destpêkirin û bên ragihandin. Bi taybet jî heke destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatan a di demekî herî kin de neyê dayin, di serî de tespîtên di dema serdana 22’yê Îlona 2022’yan de hatine kirin, çavdêriyên giştî yên têkildarî rejîma tecrîdê ya awarte ya li Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku rapora serdana 22’yê Îlona 2022’yan de jî di çarçoveya prosedûrê de li daxuyaniyê were zêdekirin.”