Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Ji ber êrîşên çeteyan 34 hezar û 705 zarok ji xwendinê bêpar man

Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker 34 hezar û 703 xwendekar ji xwendinê bêpar man. Semîra Hec Elî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku xwedî li mafên zarokan derkeve û xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

27’ê Mijdarê çeteyên HTŞ êrîşî Helebê kirin û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî êrîşî herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê de bi hezaran kes careke din ketin ser riya koçberiyê. Ji ber êrîşan bi hezaran zarok ji dibistanan dûr ketin û ji perwerdê bêpar man. Tenê li Şehbayê 14 hezar xwendekaran li 61 dibistanan dixwendin, lê niha di şûna dibistanê de di rêyên koçberiyê de ne. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî rewşa dibistanan nirxand.

Semîra Hac Elî diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar mane û wiha got: “Di destpêka sala xwendinê de pir bi rehetî xwendekar beşdarî dibistanan dibûn û xwendina xwe bi awayek asayî didomandin. Kar û xebatên perwerdê pir baş û bi rengekî dirust dihatin meşandin. Lê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêma bakur Rojhilatê Sûriyê de, bandorek mezin li ser sîstema xwendinê çêbû. Bi hezaran xwendekar bê xwendin man û gelek dibistan hatin girtin. Li gelek herêman ji ber êrîşên li ser Şehba, Minbic û Helebê, bandoreke mezin li sîstema xwendinê çêbû. Dibistan hatin girtin û li wan dibistanan koçberan bicih kirin.”

Semîra Hac Elî bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dike û got: “Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 61 dibistan hebûn û hejmara xwendekaran bi giştî 831 hezar û 849 bû. Lê piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 134 hezar û 703 şagirt ji xwendinê bêpar man û 415 dibistan hatin girtin. Hejmara xwendekarên Helebê 1447 e, li wir 3 dibistan hebûn, li Şehbayê 14 hezar xwendekaran li 61 dibistanan dixwendin û li Minbicê 351 dibistan hebûn.”

Semîra Hac Elî da zanîn ku Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kirine xizmeta koçberan û wiha dom kir: “Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicihkirina koçberan Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kir xizmeta koçberan. Lewma pêwîstî hat dîtin ku 151 dibistan ji bo koçberan werin valakirin. Li Tebqayê 60 dibistan, li Reqayê 71 û li kantona Cizîrê 20 dibistan ji koçberan re hatin amadekirin. Bêguman wê bandorek wê ya neyînî li ser sîstema xwendinê çêbibe, ji ber ku hejmara şagirtan zêde dibe û dibistan kêm dibin.”

Semîra Hac Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyê komkujiyan dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî zarokan komkujiyan pêk tînin. Li Eyn Îsa û Kobanê zarok hatin qetilkirin. Di heman demê de bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar man, ji xewn û xeyalên zarokatiyê dûr ketin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li mafên zarokan derkeve û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse. Ji ber ku bi sûcên dike, zagonan binpê dike û zirarên mezin dide nirxên exlaqî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar