Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bi wesîleya hefteya mafên mirovan li ser rewşa mafên mirovan ên Tirkiyeyê axivî. Abulkadîr Guleç diyar kir ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin, deklerasyoneke ku mafê jiyanê misoger dike. Guleç bal kişand ser binpêkirinên li herêmên şer û anî ziman ku divê civaka navneteweyî bêhtir hestiyartir be. Guleç bal kişand ser kiryarên berê yên komên ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê hatin ser desthilatdariyê û got: “Êrîşî ewlehiya giyan û malê gel kirin. Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî û hêzên rojavayî cidî nêzîk bibin û ji bo zirar negihêje sivîlan gavên pêwîst bavêjin.”
Guleç anî ziman ku dewleteke wekî Tirkiyeyê ya ku endamê Konseya Ewropayê ye û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û DMME qebûl kiriye di girtîgehên xwe de pirsgirêkên cidî hene û wiha got: “650 girtiyên nexweş hê jî di girtîgehê de tên girtin. Li şûna ku demildest bên berdan, mafê wan ê gihîştina tenduristiyê tê astengkirin. Ger mafê wan ê gihandina tenduristiyê nebe, êrîşî mafê wan ê jiyanê tê kirin. Bi taybetî li ser parêzvanan zexteke cidî heye. Lêpirsîn û darizandinên bêbingeh ên li dijî parêzeran berdewam dikin. Li aliyê din em di warê azadiya çapemeniyê de pirsgirêkên cidî dijîn. Li dijî rojnamevanan zext û operasyon hene. Gelek kes tên binçavkirin. Ev pêkanîn me nerehet dikin. Lê mixabin daraz ne serbixwe ye, dadgeh ne serbixwe ne.”
Guleç destnîşan kir ku Tirkiye di warê binpêkirina mafan de têk çûye û wiha pê de çû “Tirkiye li gorî biryarên DMME’yê ku hiqûqa wê nas kiriye tevnagere. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye têk çûye. Ez naxwazim Tirkiye di warê mafên gerdûnî de bê cezakirin, lê divê daxwazên wê pêk bîne. Em ji vir jî dixwazin bang li Konseya Ewropayê bikin; der barê van binpêkirina mafan de divê hesasiyeta pêwîst bê nîşandan. Ji bo dewletên ku biryara dadgehê bi cih nayînin çi prosedur were sepandin jî divê şertên peymanê bi cih bînin. Mixabin rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê di rewşeke pir xerab de ye.”
Guleç bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne û wiha bi dawî kir: “Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirinên giran ên mafan. Ger îro rojnamevan di girtîgehê de bin, encama vê yekê ye. Ev raste rast bi polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan tê meşandin û neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ji bo binpêkirina mafan ji holê rabe ewilî divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Rê û rêbazên vê yekê diyar in.”