Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Fîlîz Bûdak: Mexmûr di dorpêça çeteyan de ye

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak destnîşan kir ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser Wargeha Mexmûrê heye û wiha got: “Em di nava çemberek a leşkerî de ne, aliyek yê me Heşdî Şebî, aliyek pêşmergeyên PDK’ê, aliyek pêşmergeyên YNK û aliyek jî çeteyê DAIŞ’ê ye. PDK alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike. Ev çeteyane kengî firsend bibînin wê êrîşî Mexmûrê bikin.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak têkildarî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê aagahî da. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê bi pêkanîna komkujiyan kete nava rûpelên dîrokê û wiha got: “Taybet jî hovîtiya li hemberî jinan û xirabkirina cihên dîrokî li ber çav bû. Hêzên desthilatdar heta niha jî wekîl ango çeteyên xwe yên li Rojhilata Navîn di hemû aliyan de fînanse dikin. Ev çete di Rojhilata Navîn de pêwîstiyên hêzên desthilatdar pêşwazî dikin û dikevin qada şer. Armanca wan girtina Rojava, Şengal û Mexmûrê ye. Herî dawî bi xistina rejîmê re êrişên Rojavayê Kurdistanê kirin. Em dibînin hêzên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryê li wir şerê parastina mirovahiyê dikin û berxwedana gelan diyar dibe. Dema em li Rojava temaşe dikin em nikarin rewşa Mexmûrê û Şengalê ji vê cûda binirxînin. Metirsiya êrişên çeteyan a li ser Mexmûr û Şengalê jî heye. Ji ber ku di salên 2018-2020 û 2022 de jî êrişên DAIŞ’ê li ser wargehê pêkhatin. Wan deman ji bo heyîna hêzên HPG û YJA-Star ya li herêmê, çeteyan zêde cesaret nedikirin êrişan pêkbînin. Piştî vekişîna hêzên HPG û YJA-Starê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêdetir bûye.”

Bûdak di berdewama axaftina xwe de diyar dike ku cihê Penaberên Mexmûrê lê nîştecihbûne, di aliyê rêveberiya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakokî li ser dijîn û wiha dibêje: “Cihê em tê de dijîn yek ji xalên binakok yên Iraqê ye. Em di nava çemberek ya leşkerî de ne, aliyek yê me Heşdî Şebî, aliyek pêşmergeyên PDK’ê, aliyek pêşmergeyên YNK û aliyek jî çeteyê DAIŞ’ê ye. Ev hêzane metirsiyê li ser gelê wargehê didin çêkirin. Bi taybet jî bi destpêkirina şerê li ser Rojavayê Kurdistanê re liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmê zêdetir bûye. Ev çeteyane kengî firsend bibînin wê êrîşî Mexmûrê bikin. Çeteyan şikestina xwe ya destpêkê li Mexmûrê jiyîn. Di heman demê de li herêmê PDK hevkariya DAIŞ’ê dike. Her roj pêşketinên cûda rûdidin, rojane rewşa heyî tê guhertin. Ev guhertinên ku çêdibin, jiyana gelê Mexmûrê dixe metirsiyê.”

Filîz Bûdak di dawiya gotinên xwe de da xuya kirin ku wê gelê wargehê xwe li hemberî hemû êrişên heyî xwe biparêze û wiha got:“Gelê Mexmûrê çawa di sala 2014’an de bi rêxistina xwe, xwe li hemberî êrişê DAIŞ’ê parast, wê îro jî xwe biparêzin. Parastina cewherî civakê di parêze. Em dibînin civakên bê parastina cewherî, çawa bi hilweşîna dewletê re têkdiçe. Pêwîste her ferdek yê civakê di hemû aliyên jiyanê de hişyar tevbigerin û ji rewşa siyasî ya heyî haydar be. Divê liv û tevgera derdora wargehê di hemû kêliyan de bişopînin. Taybet pêwîste hêzên Iraqê di vê pêvajoyê de şiyartir be. Ji ber ku di aliyê parastinê de wargeh girêdayî wanin. Taybet di aliyê agahiyên rast girtinê de berpirsin. Di demên dawî de agahiyên vala yên şerê taybet tê meşadin, pêwîste gelê me li hemberî agahiyên şaş yê tê belav kirin jî şiyarbin. Di vê jin û ciwanên wargehê di aliyê parastina cewherî û xwe rêxistinkirinê de pêşengtî ji civakê re bike. Ji ber ku em civakek sivîlin, encex bi van rêbazan em bikaribin xwe biparêzîn. Ger wek ferdên vê civakê ji 7 salî heta 70 salî em li hemberî tevgerên derdor xwe berpirsyar bibînin, emê bikaribin xwe li dijî hemû êrişan jî bi parêzîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar