Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Çarşamba - 18 Aralık 2024

Desthilatdariya Herêma Kurdistanê bûye sedema tundiyê ye

Qeyranên çêkirî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê, bandoreke xirab li ser zêdebûna tundûtîjiyê li hember civak û jinan kiriye. Parêzerek jî dibêje ku rojane dozên wiha tên ber destê wî û li dadgehan dibêje “Beşeke mezin a malbatan ji ber xirabiya rewşa aborî ji hev vediqetin.”

Ji sala 2014’an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê qeyrana nebûna mûçeyan ji bo welatiyan çêkiriye, ev jî bûye çavkaniya çendîn pirsgirêk û tundûtîjiya civakî. Tenê îsal mûçeyê du mehên dawî yên karmendan nehatiye belavkirin û nediyare ka mûçeyê meha Kanûnê jî dê were dayîn an na, ev jî jiyan û kar û kasibiya welatiyan rawestandiye. Têkildarî mijarê parêzer Çiro Şiwanî û çalakvana jin Benaz Reza axivîn.

Parêzer Çiro Şiwanî ev tişt anî ziman: “Di her civakekê de yên tim sedem hene ji bo tundûtîjiyê. Îro li Başûrê Kurdistanê qeyrana aborî bûye sedema tundûtîjiya li hember jinan, malbat û civakê bi giştî. Ji ber ku em li ser erdekî dijîn ku sererd û binerde tejî ye ji dahata û bi desthilateke nerast ve tê birêvebirin.”

Çiro Şiwanî got; “Ev qeyran û pirsgirêk berê xwe didin civakê, hemû beşek ji tundûtijiya ku li hember civakê tê kirinîn. Bi dehan kes ji ber tunebûna pere û deyndariyê xwe dikujin. Roj bi roj aboriya xelkê ber bi xirabtir ve diçe. Ji ber vê tundûtîjî zêde dibin û zêdetir jî jin di nav de dibin qurbanî. Ji ber ku berpirsiyariyeke mezin li ser milê wane.”

Parêzer Çiro Şiwan bal kêşand ser dozên tundûtîjiyê yên diçin ber destê wê û wiha domand; “Ew dozên ku di dadgehan de tên ber destê min, beşeke mezin têkiliya wan bi xirabiya rewşa aborî ve heye. Xirabiya rewşa aboriyê dibe sedem ku malbat tundûtîjiyê li hember hev bikin. Gelek caran digihije dibe sedema ji hev cudabûna hevjînan.”

Çalakvana mafên jina Benaz Reza jî têkildarî got; “Ew qeyranên ku niha li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, bandoreke mezin li ser malbatan çêkiriye. Rewşa xelkê ew qas xirabe ku pirsgirêk pê çareser nabin. Ew pirsgirêkên çêdibin ku em rojane dibînin êdî xelk nikare bêhnê jî bide bistîne. Hemû sektor rawestiyane û ji her tiştî zêdetir ji bo jinan rewş girantir bûye. Tundûtîjî cûr bi cûr, netenê lêdan û êrîş û destdirêjî ye. Ev rewşa giran a aborî ya niha ya Herêma Kurdistanê bi xwe sed qat ji hemûyan tundûtîjî ye bi taybetî li ser jinan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar