Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an de bi Doza 49’an paşê jî di sala 1965’an de xwe weke PDK’a Tirkiyê nîşan dan. Dema gelek piçûk bûn û gavên xwe yên pêşî diavêtin ketin kontrola kontr-gerîllayê. Serokê pêşî yê PDK’a Tirkiyê Faik Bucak mîna ku ji ber pevçûneke nava eşîrê be, kuştin û bi vê bûyerê re eşîra Bucakan li Siwêregê bû baregeheke girîng a kontr-gerîllayê. Şaxên çepgirên Tirkiyê li Kurdistanê ji şovenîzma sosyal a weke nexweşiya neteweya serdest tê binavkirin wêdetir nikarîbûn bi ti rolê rabin. Hebûna Kurd û Kurdistanê guftûgoya herî bingehîn bû. Pêşî tabû bi van têgînan dihatin şikandin. Bername û rêxistiniyeke rastî mewzûbehs nebû. Pirsgirêka Kurd ji sloganê wêdetir nediçû. Xebatên sosyolojîk ên dihatin kirin mînakên çor ên pozitivîzmê bûn. DDKO’yên (Ocaxên Şoreşger ên Çanda Rojhilat) di sala 1969’an de hatin damezrandin, ji asta Cemiyetên Tealî Kurd ên dema Meşrûtiyeta Duyemîn nedibihurîn. Tevî ku di sala 1940’î de bêdengiya bêhna mirinê jê dihat li dawiyê mabû jî hê jî negihiştibûn wê astê ku bibin tevgereke neteweyî ya hemdem. PKK’ya di vê demê de hîmên wê hatin danîn, hewl dida rastiya xwe bibîne.
Piştî Komara Mahabadê Kurdistana Îranê jî ketibû nava bêdengiyeke kûr a bi heman rengî û li vir jî PDK weke ceribandineke nû derdiket holê. PDK’a Îranê bi pêşengiya Ebdurrehman Qasimlo ku bi xwe rewşenbîr bû, ji bo bibe partiyeke modern gav diavêtin. Bi Şoreşa Îranê re firsenda serketinê bi dest ketibû, lê ew jî baş nehat bikaranîn. Piştî ku bi bêbextiya Îranê Ebdurrehman Qasimlo û lîderê piştî wî Sadiq Şerefkendî hatin kuştin, tevger bû penaber. Piştî salên 1970’î komên çepgir ên hatin damezrandin û Komala zêde bi tesîr nebûn.
Giregir û serokên Kurdan ên destpêkê ji Kurdên li Kurdistana Iraqa îro re pêşengî kirin, pêşî bi Osmaniyan, paşê bi rêveberiya Iraqê dan pelixandin. Ingilîstanê bi xwe di vê de hêz bi kar anî. Ereb û Kurd timî di nava şer de girtin û bi vî awayî herdu alî jî bi xwe ve girêdan. Di vê navberê de bi soza welatekî serbixwe Suryanî bi begtiyên Kurdan, bi Bedirxan Beg, Bedirxan Beg jî bi Osmaniyan da pelixandin (salên 1840) û bi vî awayî hemû bi xwe ve girêdan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Îsraîl weke hêza kakil a hegemonîk ket dewreyê. Îsraîlê berê Cihûyên Kurd ên li Iraqê ji xwe re kir esas, lê berî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi burokratên Tirk ên li Anatolyayê re xwe sipart Cihûyên Tirk ên Sabetayî ku ji wan re ‘çerxkirî’ dihate gotin, dewleteke netewe ya Tirkê Spî (dîktatoriya CHP’ê) weke Pro-Îsraîlê ava kir û weke vê, pêkhateyeke stratejîk a duyemîn xwe sipartî Kurdan (bi awayekî bingehîn PDK) plan kir û xwest pêk bîne. Bêguman em nikarin pêkhateya siyasî ya Kurdan bi tenê bi hesabên hegemonîk ên derve girê bidin. Li vir xusûsa em dixwazin diyar bikin ew e, tewazuna dewletên netewe li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ên modernîteyê ve tê pîlankirin û bicîhanîn.
Li Kurdistana Iraqê ji serê salên 1920’an ve, nexasim piştî parçebûna di salên 1920’an de li cem tebeqeya jor liv û lebatên ku em dikarin weke milliyetgiriya paşvemayî bi nav bikin bi lez bûn. Tevger ji çarçoveyeke teng a rewşenbîran derketibû û bûbû xwedî xisleteke girseyî, lewma vê yekê wê milliyetgirî bi lez bikirana. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn îlana PDK’ê li ser riya milliyetgiriyê gaveke girîng îfade dike. Komara Mahabadê weke tecrûbeya pêşî ya mîllî balê dikişîne ser xwe. Şerê gerîlla yê di sala 1961’ê de li Kurdistana Iraqê derket holê, li tevahiya Kurdistanê hestên milliyetgir hişyar kirin û ew bi hêz kirin. Tevî têkçûna tevgerê û bi sedema nakokiyên hundir parçebûna wê, bi xisleta federe be jî bûyeran ew neçar kir ku ber bi desthilatdariyeke neteweparêz a Kurd, ber bi dewletdariyeke netewe ve biçe. Dewletdariya netewe ya Kurd a bi desteka Emperyalîzm û Siyonîzmê, bi kêmanî bi qasî dewletdariya netewe ya Îsraîlê ya li Filistînê weke modeleke xwedî girîngî di dewrê de hiştin. Ev xusûs gelekî girîng e. Çawa ku biryar didin, dewleta netewe ya Tirk, ya rastî, şoreşa komarê ji salên 1923’an ve weke dewletekê û ji salên 1925’an ve jî bi xisletên dewleta netewe weke Proto-Îsraîlekê difikirin (Di vê mijarê de hewcedarî bi lêkolînên berfireh heye), bi derengî be jî piştî salên 1945’an jî bi pêşengiya PDK’ê bi heman awayî biryara modeleke Kurd a Proto-Îsraîlê didin. Cudahiya di navberê de zeman e û xisletên hêzan ên cuda yên mîllî ne. Ango ji bo paşerojê û ji bo ewlekariya Îsraîlê weke Proto-Îsraîlekê hewcedarî bi avakirina dewletên netewe yên Kurd û Tirk heye. Dewleta netewe ya Tirk a Proto-Îsraîl bi CHP’ê pêk anîn, li cem Kurdan jî bi PDK’ê dewletoka neteweya proto-Kurd pêk tînin.