Hejmara 261’an a rojnameya Xwebûnê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û êrîşên dewleta Tirk a dagir û çeteuên wê li ser Rojava. Rojname bi manşeta Kirmanckî ya “Çol de gulêke: Rojava” bal kişand ser modela Rojava.
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da hevpeyvîna bi Siyasetmedar Ahmet Turk re û sernavê “Divê Rojava bê parastin” girîngiya parastina Rojava derxist pêş.
Rojnameyê di binmanşetê de jî gotara Sorgul Şêxo a rûpela Jin a bi sernavê “Ji ber Sûriye nebûye ‘Xwe’ derxist pêş û bal kişand ser bûyerên ku li Sûriyeyê pêş dikevin û êrîşen HTŞ’ê û xistina rejima Baasê.