Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Çarşamba - 18 Aralık 2024

Gerîla li ber xwe dide û derbê li dagirkeran dide

Li gel êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla berxwedana xwe dewam dike û bi çalakiyên xwe derbê lê dixe.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê bike qadeke leşkerî. Hema hema her rojê bombeyan li herêmê dibarîne. Di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de ku dewleta Tirk di Cotmeha 2014’an de biryar li ser wê dabû, 10 sal in li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû rê û rêbazên qirêj bi kar tîne. Niha jî li Başûrê Kurdistanê ji bo nebe hedefa gerîla kincê hêzên Zêrevanî yên PDK’ê li xwe dike.

Her şev li qadên Amediyê û Geliyê Reşova di nava liv û tevgerê de ye. Ji Cotmehê û vir ve bi rêk û pêk êrîşî gundên Amediyê dike. Artêşa Tirk ku îdîa dike li Zapê kilît hatiye girtin, her roj leşker, malzemeyên lojîstîkî û cebilxaneyê derbasî rojavayê Zapê dike. Bi taybetî ji destpêka meha Mijdarê û vir ve veguhestina leşker û malzemeyên lojîstîkî ji bo qadên Geliyê Sergelê, Dêrelok û Geliyê Reşova zêde kiriye. Li gelek deverên ku artêşa Tirk ew der kiriye qereqol, ji aliyê hêzên Zêrevanî ve têne parastin.

Cihên ku dagir kiriye bi têlên ji dehan ton giran, dorpêç dike. Bi dehan kamerayên mobesse derdora wê kontrol dike û bi sensorên deng guhdarî dike. Qîma xwe bi vê jî nîne obus û hawanan li derdorê dibarîne; bi balafirên keşfê bênavber digere; bi helîkopterên Kobra guleyan li gir, derdora gundan û zeviyan direşîne.

Li gel van hemûyan jî gerîla li ber xwe dide û bi çalakiyan derbê lê dixe.

Çavkanî: Çinar Goktaş – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar