Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi ye û çawa dewleta Tirk ketiye nav?

Piştî şerê li dijî DAIŞ li Kobanê, Koalisyona Navdewletî li herêmê destek da Hêzên Parastina Gel (YPG) û ew wekî hevkarê xwe li dijî tunderewan hilbijart. Lê dewleta Tirk a li bendê bû Kobanê bikeve destê DAIŞ’ê û dawî li Kurdan were anîn, bi serkeftina Kobanê re ket nava siyaseteke cûda. Dewleta Tirk êdî di dosya Sûriyeyê de xwe avêt hembêza Rûsya û Îranê da ku Kurdan û şerê li dijî DAIŞ’ê zeif bike û zextê li hêzên koalisyonê bike da ku desteka ji bo YPG’ê kêm bikin. Dewleta Tirk êdî ketibû tirsa ku hevalbendê wê DAIŞ axê wenda bike û Kurd li erdîngariya Sûriyeyê bibin serwer.

Rûsya û Îranê ji vê tevgera dewleta Tirk sûd wergirtin û bi alîkariya wê hemû komên çekdar ên li dijî rejîmê şer dikirin, ji nava Heleb, Şam û hemû Sûriyeyê li basên kesk siwar kirin û berê wan dan bakurê Sûriyeyê. Li hember vê hevkariya dewleta Tirk bi Rûsya û Îranê re, hat xwestin ku destûr were dayîn da ku dewleta Tirk êrîşî Kurdan bike û rê li ber dagikirina Efrînê û koçberkirina Kurdan were vekirin.

Ev hevkariya hersê dewletan di bin banê civînên Astana û Soçiyê de dewam kir û wekî zextekê li hember DYA û hêzên koalisyonê dihat bikaranîn û ev jî sebeb bû ku rê ji dewleta Tirk re were vekirin da ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike.

DYA gelekî hewl da, kar kir û tawîz li ser hesabê Kurdan da Tirkiyeyê da ku wan ji hembêza Tirkiyeyê derbixe û bîne aliyê xwe de, lê wan di siyaseta lîstina li ser du benan dewam kir. DYA gelek li vê siyasetê sebir kir lê dawî benek ji bin lingên Tirkiyeyê qut kir û hişt xwe bavêje bextê Amerîka û Îsraîlê û li gel wan cih bigire. Pisporên karûbarên Rûsyayê û diplomatên wan ku tevlî kanalên TV dibin, tînîn ziman ku wê serokê Rûsya Pûtin vê xençera Tirkiyeyê li Sûriye lê xistî ji bîr neke û lewma Tirkiye ketiye rewşeke tevlîhev. Ji ber vê yekê, ji bo ev neqewime, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan, berî çend rojan ku rejîma Baasê li Şamê bikeve, ji DYA xwest rê li ber danûstandineke siyasî veke, Esed û muxalîfan li ser masê bide rûniştandin. Dewleta Tirk ket ferqa xeteriya rewşê û bandora wê li ser peywendiyên bi Rûsya û Îranê re ku herdu aliyan bi salan berdêl dan, da ku berjiwendiyên wan parastî bimînin û rejîma Şamê heta 8’ê Kanûna 2024’an li ser piyan bimîne.

Lê Rûsya û Îran baş dizanin ku Tirk aliyê sereke bûn ku pisporên balafirên bêmirov ên Ukrayna bigihêjin Idlibê da destekê bidin HTŞ’ê, lihevkirina ‘herêmên bêçek’ bi dawî bibe û rejîma Şamê bikeve. Raste ku dewleta Tirk ne ew e ku plana xistina rejîmê danîbê pêşiya xwe û ne li bendê bû ku bikeve jî, lê wiha hesab dikir ew ê ev kom heta Helebê ji destê artêşa Sûriyeyê derbixin û bi vê karibin zextê li Esed bikin da ku wî mecbûr bikin were bi Erdogan re rûnê û bi desteka Rûsya li dijî Kurdan koalisyonekê ava bikin. Lê hêzên rojavayî û bi taybet jî Brîtanya, DYA û Îsraîl xwediyê hesabên cuda bûn û hiştin dewleta Tirk bikeve xefika wan.

Heta berî ku Serokê rejîma Baasê Beşar El-Esed bireve Moskowê û Şam bikeve destê HTŞ’ê, dewleta Tirk hesab dikir ku ew aktorê sereke yê lîstikê ye, lê paşê dît ku ew tenê kevirekî kişikê ye û pê hatiye lîstin. Her wiha Rûsya jî dibîne ku hebûna wan a li Sûriye û cihê lingê wan li ser ava germ (Derya Spî) ku bi salan parastibû, bi destê Tirkiyeyê tune dibe. Heta agahî hene ku baregeha Hemêmîn ku li Sûriyeyê cihê Rûsya yê sereke ye, ji ber rewşê ji mecbûrî tê valakirin. Lewma Tirk dibînin ku ew li beramberî Serokê Rûsyayê Pûtin ê hêrsbûyî di rewşeke zehmet de ne.

Dîsa, Îran jî dibîne Tirkiye sebebê riya wan a bejahî ku pê digihîştin Derya Spî were birîn. Îran a ku ne ji bo xatirê Esed lê ji bo vê riya xwe biparêze gelek berdêl li Sûriyeyê dan, niha li hember dewleta Tirk bi hêrs e û aliyê din jî dizane ku rewşa wan bi Îranê û him jî bi Rûsya re gelekî zehmet e. Lewma em dibînin ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan di civînê di çend rojên dawî de çêbûn, bi hêviya wê ji hêrsa hirçê Rûsî û roviyê Îranî biparêze, xwe ji Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê naqetîne.

Lewma dixwazim bibêjim ku tevî xeteriyên li pêş Kurdan, rewşa wan li herêmê ji berê gelekî baştir e û DYA niha Tirkan mecbûr dike ku werin ser masê bi Kurdan re rûnên û pirsgirêkan çareser bikin. Dewleta Tirk baş dizane ketiye çi rewşê û ew mecbûr in serê xwe li ber Amerîka deyînin an jî wê Pûtin wan daqurtîne, lê hinekî xwe bi virde û wirde dibe da ku tawîzên zêdetir ji vekişîna ji Minbic û Şehbayê ji Kurdan bistîne. lê li xwe dernaxe, rûnişkandina ser masê

Nûçeyên Têkildar