Komên cîhadîst ên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku 27’ê Mijdarê li dijî Helebê destpê kir, bi dagirkirina Şamê bi encam bû. Çeteyên Tirk di 8’ê Kanûnê de ketin Şamê û desthilatdariya xwe ragihandin. Di heman wextê de dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên girêdayî xwe êrîşên dagirkeriyê li ser kantona Şehba- Efrîn û Minbicê da destpêkirin. Şervanên HSD û YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî nîan dan. Jinên ku li dijî êrîşên hovane li berxwe didin bi biryar in ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê destpê kir, biparêzin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd, li ser geşedanên li Sûriyê ku di demên dawî de bipêş dikevin, êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, koçberiya gelê Efrînê ji Şehbayê û gelek mijarên din nirxandin kir.
Evîn Swêd di nav axaftina xwe de bang li jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got ku dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyan êrîşê destkeftiyên jinan dike. Evîn diyar kir ku divê hemû gel di zanebûna van xeteriyan de be û parastina xwe di her alî de bipêş bixe.
Evîn Swêd di destpêka axaftina xwe de balkişand ser Bihara Ereban ku di sala 2011’an de destpê kir û got ku Sûriyê ji tevahî welatên ku bihara ereban lê çêbû cudatir e. Evîn Swêd wiha got: “Ji ber Sûriye xwedî cîhek jeostretejîk e û destwerdanên derveyî gelek zêde ne. Her kes li bendê bû ku di dema bihara ereban de li Sûriyê şoreşek zû çêbibe, lê derket holê ku ev hesabê hatibû kirin, gelek sivik bûn. Li Sûriyê mûdexeleyên derveyî gelek zêde bûn, gelek rêxistinên çete ji aliyê desthilatdarên wek dewleta Tirk ve hatine avakirin. Ji ber vê yekê cîhê Sûriyê ji welatên ereban ên din cûdatir e. Desthilatdar wisa difikîrin ku dê li Sûriyê encamên zû bidest bixin lê hesabên wan şaş derketin û niha em dibînin ku cîhê wan li Sûriyê nîne. Ger rêjîma Sûriyê di nav van salan de seknek cûda nîşan bida, li gelê xwe guhdar bikira, mafê pêkhateyên li welat bidana wan, dibe ku dawiya wê bi vî şeklî nebûya. Lê Rejîma Sûriyê em dizanin ku ne bi tena serê xwe bû, ne xwedî îrade bû, ji ber vê yekê ji bo çareseriya krîza Sûriyê ne xwedî proje bû û ne jî niyetek wê ya wisa hebû. Lê Rêveberiya Xweser hîn zêdetir hewl da ku ji bo krîza Sûriyeyê çareser bibe.”
Evîn Siwêd di berdewamiya axaftina xwe de behsa krîza li Sûriyê û encamên wê kir. Evîn Siwêd her wiha destnîşan kir ku ji ber şerê heyî aboriya Sûriyê têk çûye û wiha domand: “Anha tabloya ku em dibînin di Sûriyê de di warê aborî de têkçûnek heye, her wiha gelek koçberî, kuştin derdikevin holê. Beriya 14 salan di navbera pêkhatiyan de tu cudahî nînbû, bes niha em dibînin ku ne bi vî awayî ye. Êdî nîqaşên Sûnnî, Kurd, Durzî, Mesîhî û Suryanî tên kirin û ev jî bi rengekî negatîf di nav Sûriyê de tê nirxandin. Ji derveyî herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî pêkhatiyan tînin beranberî hev. Mînak li Nubil Zehra ya Helebê ku pêkhatiya ji Sûnnî cudatir e, her wiha metirsiyên Durziyan hene. Ev encamên bermahiyên şerê li Sûriyê ye ku niha perçe perçe bûye. Ji bilî kuştinan koçberiya hundir pir zêde ye, feqîrî heye, guhertina demografîk heye. Ji ber vê yekê tabloyek pir bi êş di nav Sûriyê de heye. Guhertina ku li Şamê pêk hat guhertinek gelekî lez bû, hem gelê Sûriyê hem jî yê cîhanê baranberî vê guhertinê di nav şokek de ma. Gelê Sûriyê guhertinek dixwest lê belê guhertina ku niha xuya dike çiqas bi dest û xwesteka gelê Sûriyê bû, her kes vê pirsê dike.”
Evîn Swêd behsa dagirkirina Efrînê ku di sala 20218’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û koçberkirina gelê Efrînê kir. Evîn amaje bi vê yekê kir ku her çend gelê Efrînê ev cara duyem ji cîhên xwe hatibin koçberkirin jî, di berxwedana xwe de bi israr in û wiha pê de çû: “Me berê jî gelek caran rewşa gelê Efrînê nirxandibû, di sala 2018’an de hemû cîhan bû şahîdê berxwedananiya gelê Efrînê. Kî di şûna vê miletê de bûya, dê bajar biterikanda û şervanan tenê bihişta. Lê vî gelî û şervanên wê, 58 rojan berxwedanek gelek mezin kirin. Gelê Efrînê tenê nehat hiştin, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da Efrînê. Gelê Efrînê seknek bi rûmet raber kir li Şehbayê, ji bo vegera li ser axa xwe. Valatiya ku li Sûriyê hebû çeteyên girêdayî dewleta Tirk hişt ku li hinek cîhan bi cîh bibin û bi şeklekî hovane êrîş pêk anîn.Ji ber vê yekê Meclîsa Gel a Şehba- Efrînê biryar da ku gelê Efrînê ji çeteyên hov biparêzin û ji heremê derxin. Ev biryar bi şeklekî pir bi lez hat girtin û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaziya gelê Efrînê kir. Dema ku gel ji Şehbayê derket, anîn ziman ku gelek êş kişandine, hinek hatine revandin, hatine kuştin, gef li wan hatiye xwarin. Gelê Efrînê ji destpêkê de diyar kirin ku ew ê di binê sîwana çeteyan de nejîn.”
Evîn Swêd di axaftina xwe de behsa sîstema Rêveberiya Xweser kir û anî ziman ku Rêveberiya Xweser ne bi nêrînek yek partî an fikrekî hatiye avakirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ger bê bîra me, dema şoreş destpê kir û rêjîma Sûriyê ji bajarên Kurd derket, hemû pêkhateyên cuda yên wekî Ereb, Sûryan, Kurd her wiha jin, ciwan, saziyên civaka sîvîl her kes hat cem hev, nîqaş hat kirin ku gel çawa xwe birêve bibe. Nîqaş bi giştî bûn, kes jê nehat dûrxistin. Hemû pêkhate hatin vexwendin. Ji ber vê yekê her kes xwedî li Rêveberiya Xweser derdikeve û dizane ku ev rêveberî ya wê/wî ye jî. Me berê jî anî ziman ku di vê rêveberiyê de hemû pêkhate, ol hene. Her wiha hebûna jinê diyarker e. Jinê di avakirina Rêveberiya Xweser de rolek sereke lîst. Anha jî sîstemek wekhev heye, sîstemek hevserokatiyê heye di hemû saziyan de. Di komîn û meclîsan de hilbijartin çêdibe û gel bi xwe biryara xwe dide. Rêveberiya Xweser xwedî ezmûn e di nav Sûriyê de. Dibe ku di nav salan de gelek kêmasî derketibin, berê yek ji me di asta rêveberiyê de cîh negirtibe, lê di encam de ev rêveberî dikarê di Sûriyê de tecrûbeyên ku girtiye xwe, gel biparêze, xwe birêve bibe, rola xwe bilîze.”
Evîn Swêd diyar kir ku beriya ev bûyer li Sûriyê derkevin holê, Rêveberiya Xweser xwestiye tecrûbeya xwe parve bike û parve kiriye jî. Evîn Swêd anî ziman ku anha jî Rêveberiya Xweser bi pratîka xwe îspat kiriye ku beyî dewletê jî gel dikare xwe bi rê ve bibe. Evîn Swêd wiha got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina axa xwe, yekîtiya Sûriyê, erk girtiye ser milê xwe, li dijî dagirkeriyê sekinî her wiha li dijî guhertina demografyayê sekinî. Ji ber vê yekê divê ji bo Sûriyek demokratîk em hemû bên gel hevdû ku êdî rewşên berê neyên jiyîn. Bi diyalogan Sûriyek nû ava bikin.”
Evîn Swêd dagirkirina Minbicê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve jî nirxand û wiha domand: “Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bê îstîqrariya Sûriyeyê sûd wergirt û Minbic dagir kir. Ev, bû sedem ku êrîşên dagirkeriyê yên nû destpê bikin, komkujiyan bike, rê li ber koçberiyê veke. Ev dagirkerî ne bi tenê bi Minbicê re sînordar e, rast e êrîşên pir dijwar li ser Minbicê hebûn, bes li kêleka wê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsa, Qereqozax, Bendava Tişrînê û Til Temirê jî hat destpêkirin. Her wiha li ser bajêr û gundên Kobanê jî êrîş hat destpêkirin. Anha tablo bi vî şeklî ye, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî hemû êrîşan hat û hê jî tê.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, naxwazin îradeya Rêveberiya Xweser û gel bibînin. Ji ber vê yekê bi hemû hêz û derfeta xwe dixwaze Rêvberiya Xweser têk bibe, tune bike, gelê heremê di qirkirinê re derbas bike. Anha jî dixwazin bi qetilkirinê û bi şerê taybet gel bitirsînin. Lê gelê herêmê amade ye xwe biparêze. Li Minbicê wekî heremên din dîsa heman tablo derket holê. Talankirin, dizî, revandina jinan, li nexweşxaneyan qetilkirina mirovan, ev hemû li dijî sîstema Rêveberiya Xweser in. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berxwedaniyek mezin li dijî dewleta Tirk nîşan da, wek tê zanîn anha ji bo parastina gelê sivîl agirbestek hatiye îlankirin.”
Evîn Swêd diyar kir ku anha di serê her kesî de pirsên mîna li Sûriyê dê pratîkek çawa were meşandin? Dê temsîliyeta hemû pêkhatiyan hebe an na, gelo dê cihê jinê di vê Sûriya nû de çawa heye? Evîn Swêd bersivên van pirsan wiha anîn ziman: “Pirsa herî girîng, dê Rêveriya Xweser di Sûriya nû de cîhê xwe çawa bigre? Tê zanîn ku di sîstema me de jin cîhê xwe aktîf bigre, biryaran dide, hesab dide, hesaban dike. Lê dê anha di Sûriya nû de çawa be, nîqaş li ser vêya tê kirin. Bê guman di rewşa ku em anha tê de ne de, ya ku herî zêde zirarê dibîne jin e. Me di Minbicê de jî dît dema ku bajarek tê dagirkirin dixwazin bi şikandina îradeya jinê, civakê teslîm bigrin.”
Evîn Swêd destnîşan kir ku jinên Sûriyê bedelên pir giran dane û wiha pê de çû: “Hem di avakirina sîstemek demokratîk de, hem jî li hember nêzîkatiyên paşverû tekoşînek mezin da. Di heman demê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe û axa xwe şer û pêşengtî kirin. Bi taybetî dewleta Tirk ji bo ku îradeya gel bişkîne destpêkê jin kiriye hedef. Ji ber vê yekê divê em hemû jin her di nav diyalogan de bin, her nîqaş bikin.Divê jin li keda xwe xwedî derkeve. Ji ber ku gelek bedêlên giran daye di nav vê şoreşê de. Me gelek şehîd da, divê jin xwedî li xeyalên şehîdan jî derkeve. Emê nîqaşên xwe bi jinên derveyî û hundirê Sûriyê re berdewam bikin. Divê jinên xwedî tecrûbe û bi hêz cîhê xwe di nav Sûriyek nû de bigirin, da ku destkeftiyên jin û ciwanan biparêzin.”
Evîn Swêd di berdewama axaftina xwe de balkişand ser rola gelê Sûriyê ku di vê pêvajoyê de ku Sûriya nû tê nîqaşkirin û wiha got: “Em gelên Sûriyê, tecrûbeyên giran derbas kirin. Bi salan rejîm derveyî xizmeta gel gelek polîtîka meşandin. Ev polîtîka hişt ku êşên pir giran bên jiyîn. Di nav 14 salên dawî de Sûriyan gelek bedêlên giran dan. Kes ji me naxwaze vegere beriya 2011’an ku anha heman rewş were jiyankirin. Divê em hemû jî hişyar bin, ger şaşîtiyek çêbibe em dengê xwe bilind bikin û nehêlin êşek din di nav Sûriyê de çêbibe. Derfet heye, her wiha zanebûna Sûriyeyî jî hene, divê em li ser vê esasê tevbigerin. Divê bi Sûriyek nû ev îrade derkeve holê.”
Evîn Swêd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhate û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Evîn Swêd diyar kir ku divê her kes di zanebûna xetereyên li ser destkeftiyên şoreşê de bin û wiha bi dawî kir: “Li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şerê taybet tê meşandin. Êdî nîvê şer li ser piskolojî tê kirin, beriya êrîşek li ser rûyê erdê çêbibe, şerê pîskolojîk dikeve dewrê. Em carek din ji gel re dibêjin ku em ji civaka xwe dûr neketine. Me bi salan bi hev re jiyanek derbas kir, em hêza xwe nas dikin. Gelê li vir jî tu carî piştgiriya xwe ji rêveberiya xwe qut nekiriye. Partiyên siyasî xwedî seknek in. Bi taybetî pêşengtiya jinê di asta herî jor de ye. Anha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî û piştgiriyek xurt heye. Divê em hemû siyasetên li dijî me, vala derxin. Divê em ji êrîşên hîn dijwartir re xwe amade bikin. Ji ber ku em baş dizanin çavê dewleta Tirk û çeteyên wê, li ser herêma me ye. Her wiha dibe ku çeteyên DAIŞ’ê xwe ji nû ve ava bike. Ev xeterî li ser herêmê heye. Divê em di zanebûna van xeteriyan de bin. Amedekariya me li hember her rewşî heye, em gav paş de navêjin. Ev zehmetiyên ku me derbas kir ew dê me bibe serkeftinê.”