Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Çarşamba - 18 Aralık 2024

Pêşeroja Sûriyeyê girêdayî parastina Rojava ye

Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan Yunanna Aktaş diyar kir ku terorîstên cîhadîst êrîşî gelên li wir dikin û xetereya guherandina demografyayê re rû bi rû ne û wiha got: "Li Rêveberiya Xweser misogeriya hemû nasnameyên e. Pêşeroja Sûriyeyê, girêdayî parastina Rêveberiya Xweser e.”

Piştî çeteyên SMO’yê yên dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin di roja 5’an de didome. Ji bajarên cuda gelek derdorên cuda tev li nobetê bûn û ev serdan didomin. Yek ji kesên beşdarî nobetê bûyî jî Serokê Komeleya Yekitiya Suryanan a bi KHK’ê hatiye girtin Yuhanna Aktaş e.

Yuhanna Aktaş, got ku armanca sereke ya êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, guherandina demografyaya herêmê ye. Bi domdarî Aktaş, anî ziman ku ji Qamişloyê heta Hesekê, Heleb û Şamê xelkê Suryan li xakeke berfireh dijî û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî piştî Şoreşa Rojava ji hêla demokratîk ve hinek reform hatin kirin. Suryan, erênî nêzî wan guherînan bûn. Lê belê piştî hefteyekê hinek komên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrişan kirin. Me bi gelê xwe yê Suryan re hevdîtin kirin û me fêm kir ku xetereya guherandina demografyayê heye. Heta min bi xizmên xwe yên li Qamişloyê re hevdîtin kir. Ji ber rewşa heyî fikarên wan hene. Terorîstên cîhadîst êrîşî gelên li wir dikin. Lewma dibêjin bi xetereya guherandina demografyayê re rû bi rû ne.”

Aktaş, destnîşan kir ku cihê Rêveberiya Xweser lê ye xelkê Suryan di ewlehiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li herêmê rewşeke nediyar heye. Xelkê me yê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û hwd. niha di ewlehiyê de ye. Lê ji ber êrişên çeteyên cîhadîst ên zilimkar bifikar in. Ji sala 2011’an ve xelkê me yê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de di rêveberiyê de cih girtin. Xwedî gotin bûn. Xelkê me yê Suryan bi nasnameya xwe dijî. Dema mirov li guherîna demografyaya Sûriyeyê dinêre, gelê Suryan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi ewle dijîn.”

Aktaş diyar kir ku gelê Suryan yek ji gelên qedîm ên Sûriyeyê ne û wiha pê de çû: “Em nikarin Sûriyeyeke ku Kurd, Suryan, Ereb û Elewî ne tê de dijîn bifikirin. Heke wiha bibe dê rewşa wê mîna ya Iraqê bibe. Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû gelan dike û em dixwazin bidome. Em jî dê li gel birayên xwe yên Kurd li dijî êrişan bisekinin. Bi vê mebestê em tev li nobetê bûn.”

Aktaş banga xwedîderketina li Rojava li rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştgiriyê bidin şêweyê rêveberiya herêmên xweser. Tekane rêya rêvebirina Sûriyeyê rêveberiya ku hemû nasnameyan di nav xwe dihewîne ye. Ew jî tenê di Rêveberiya Xweser de heye. Li herêmên xweser hemû gel û bawerî di meclisên xwe de xwe birêve bibin û îfade dikin. Pêşeroja Sûriyeyê bi parastina Rêveberiya Xweser pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar