Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re axivî.
Ayşegul Dogan bal kişand ser nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd ên li Tirkiyeyê tên kirin û wiha got: “Em weke DEM Partî dibêjin ku van nîqaşan nikarin weke pêvajoyekê bi lêv bikin. Ji ber ku heke tiştek bibe pêvajoya çareseriyê divê xwedî naverokek, nexşerêyek be. Divê em bizanibin ku armanc çi ye.”
Ayşegul Dogan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker destkeftiyên Kurdan weke gefekê dibîne û wiha domand: “Bi vî rengî bi vê nêzîkatiyê nabe. Qeweta herî mezin, hêza herî mezin a li wê derê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ne. Ew jî bang dikin dibêjin ‘em ji bo Tirkiyeyê ne gef in. Destkeftiyên me ne gef in, em ji ewlekariya sînorên Tirkiyeyê re ne gef in. Em weke DEM Partiyê jî vê dibêjin; gel û bîr û baweriyên cuda li Sûriyeyê hene. Divê her gelek li wê derê bi bîr û baweriyên xwe bi fikr û ramanên xwe bi destkeftiyên xwe re bêyî şer û pevçûn bikarin bijîn. Ji bo afirandina vê jî Tirkiye dikare mîsyoneke gelekî çêker bilîze. Bangawazî û daxwaza me jî ev e. Qebûlkirin, naskirin, têkilî danîn rêya herî ewle herî baş e, ji bo Tirkiyeyê rêya bi xêr e.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Heta ku hûn deriyê girava Îmraliyê bigirin. Heta ku hûn nehêlin rêzdar Ocalan bi tevahiya civakê re têkiliyekê deyne hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Niha pirsgirêka kurd li Rojava û Sûriyeyê jî ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek. Dibêjin ‘YPG û YPJ ji bo sînorên me gefeke, ji bo ewlekariya sînorên xwe em îro li Sûriyeyê ne’ Yê herî baş Sûriyeyê nas dike, pêşniyarên wî hene kî ye rêzdar Ocalan e. Divê êdî dev ji vê israra xwe berdin. Ev tecrîda didome jiyana me hemûyan dorpêç dike. Me hemûyan têxe nava tecrîdekê. Çima? Ji ber ku em zûtir dikarin bigihin çareseriyeke mayîn de. Rêya vê jî di rakirina tecrîdê re derbas dibe. Ev israr wê nikaribe berdewam bike. Wê helbet rêya Îmraliyê jî vebe. Kesên dizanin mifteya çareseriyê Îmrali ye, têkoşîneke mezin bedelên mezin dan ji bo ku bigihin vê astê. Hêj jî didin wê hêj jî bidin. Ji ber vê yekê jî wê dawiya dawî vîna gelan serbikeve. Em bawer dikin ku dê rêya Îmraliyê vebe. Hêvî û daxwaza me jî ev e. Divê tifaqa Kurdan li her derê xurt bibe, mezintir bibe da ku vê sedsalê jî Kurd winda nekin.”
Ayşegul Dogan: Ji bo Tirkiyeyê rêya bi xêr têkilî danîna bi Rojava re ye