Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Hêlîn Umît: Em di dema diyarkirina çarenûsê de ne

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şer e ku gel bi xwe şer dike. Divê em çeperên xwe baştir biparêzin. Hîn bi xurtî têbikoşin. Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike."

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a Medya Haber TV de geşedanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Hêlîn Umît diyar kir ku li Sûriyeyê bûyer gelekî bi lez qewimîn û got, “Gelek derdor ne li bendê bûn ku ewqasî bi lez biqewimin. Bêguman hilweşîna dewleta Sûriyeyê ne tenê bi vê bûyerê bû. Rejîma Sûriyeyê nêzî 12 salan ji aliyê hin hêzan ve li ser piyan hate hiştin. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin. Eger ne ji piştgiriya derve bûya wê zûdeyî hilweşiya. Rejîma Sûriyeyê, desthilatdariya Esad, malbata Esad, xanedaniya Esad xwe dispart hevsengiyên li herêmê. Bêguman her hêzek ku dixwaze li ser civakê xwedî bandor be divê pê re li hev be. Ev ne tiştek e ku cara yekê ye me gotiye. Ne rewşeke ku piştî hilweşîna rejîma Esad em tînin ziman. Tevgera me zûdeyî tespît, rexneyên bi vî rengî dikir û têkoşîna xwe jî li holê ye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku mîna analîzên tevgera wan li ser netewe dewletên hişk; Tirkiye, Iraq, Îranê kir, li ser Sûriyeyê jî timî gotin, divê Sûriye demokratîk bibe û got, “Di hilweşîna Sûriyeyê de pirsgirêka bingehîn ew bû ku xwe demokratîk nekir. Bi etnîkên cuda, baweriyên cuda, bi komên cuda yên bi hev re dijiyan nekarî sîstemeke demokratîk ava bike.”

Di dewama nirxandina xwe de Hêlîn Umît wiha axivî: “Li Sûriyeyê komên Xiristiyan hene, Durzî hene, Kurd hene, Elewî hene, Sûnî hene. Bi rastî jî Sûriye xwedî dewlemendiyeke mezin a civakî ye. Ji ber ku nekarî hevsengiya xwe ya navxweyî, nekarî aştiya xwe pêk bîne, encameke bi vî rengî rû da. Di vê serdemê de bi xwespartina li hêzeke cuda ti hêz nikare demdirêj li ser piyan bimîne. Binihêrin niha li ser Sûriyeya nû nîqaş têne kirin. Yên ku van nîqaşan dikin divê vê rastiyê baş zanibin. Tê gotin, ‘vaye desthilatdariya Elewî çû, desthilatdariya Sûnî kete şûna wê. Esad çû li Sûriyeyê hemû pirsgirêk çareser bûn. Sûriye êdî azad bû’. Pênaseya azadiyê pênaseyeke welê hêsan nîne. Ne pênaseyeke welê ye ku bi guherîna desthilatdariyekê bê gotin. Ji vê wêdetir pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye ku gel bi hev re çanda jiyanê ava bikin, xwe bigihînin neteweya demokratîk û li ser bingeha demokratîk netewe bigihêje hev. Mînak, nîqaşên niha têne kirin di vê çarçoveyê de nînin.”

Hêlîn Umît işaret bi rewşa Îsraîlê kir û got, “Li herêmê di karakterê hegemonîk de ye, hewl dide xwe ava bike. Me êrîşên ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve têne kirin li ser vê bingehê nirxand. Ya rast, dendika hegemonîk a sîstema kapîtalîst a li herêmê ye. Ji hingî ve li ser vê bingehê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Kes nikare vê înkar bike. Netanyahû rabû axivî, ne ku ji ber ew welê dibêje, ez dibêjim. Vaye bûyerên li Xezeyê diqewimin li pêş çavan e, piştre li Lubnanê, niha jî bûyerên li Sûriyeyê diqewimin radixin pêş çavan ku li herêmê pêngava jinûve dîzaynkirinê heye. Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin jî nabe ku jê cuda bê nirxandin. Di vê demê de navê Golanî yan jî Jolanî jê re dibêjin, gelekî tê bilêvkirin. Di daxuyaniyeke xwe ya destpêkê de got, ew amade ye bi Îsraîlê re hevdîtinê bikin. Dijberê Îranê ye. Daxuyanî da ku wê li hemberî komên Şîa têbikoşe. Ev balkêş in.

Sîstema ku li Idlibê ava kiribûn sîstema şerîatê bû. Piraniya wan ji aliyê kokê ve digihêje El Qaîdeyê, piraniya wan bi DAÎŞ’ê re bûn. Lewma li şûna ku li dijî Îsraîlê bin, rewşeke bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Ji ber vê divê em bibînin pêwendiya xwe bi hev re heye. Dibe ku heta desthilatdariya xwe ava bikin, peyamên bi vî rengî didin cîhanê. Lê belê dîsa jî rewşeke welê ye ku divê bê fêhmkirin.

Ji aliyê perspektîfa îdeolojîk ve dema bê nirxandin, di nîqaşên li ser Sûriyeya nû de bi rastî jî rewşeke nediyar li holê xuya dike. Tişta ku destpêkê hate gotin ew bû ku hemû kom çekan dînin. Wê çima dînin? Tiştek derneketiye holê ku dînin. Perspektîfek ji bo paşerojê nîne. Belê bila yekparebûna Sûriyeyê bê parastin. Lê belê wê çawa bê parastin? Berê jî Esad ji bilî vê tiştek nexwest. Xeta ku Beşar Esad diparast ne li ser parçekirina Sûriyeyê bû. Ji bo Sûriye parçe nebe li gorî xwe helwestek nîşan da. Xwest xwe bispêre hin hêzan. Xwest xwe bispêre Rûsya, Îranê. Lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Bi ser neket û hilweşiya.

Niha hêzên nû radibin dibêjin, em yekparebûna Sûriyeyê dixwazin. Tu xwe dispêre çi û vê dixwaze? Yekparebûna Sûriyeyê wê li ser kîjan pîvanan be? Niha li Efrînê hîn jî hêzên dagirker hene. Têkildarî vê yekê heta niha daxuyaniyeke bi tenê jî nîne. Gelo wê dagirkerî bi dawî bibe? Wê gelê wê derê ji aliyê kê ve bê parastin?Li Serêkaniyê wê dagirkerî bi dawî bibe? Bi dawî nebe? Kurdan li hemberî êrîşên komkujiyên yên DAÎŞ’ê 10 hezar şehîd dan. Li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk her roj şehîdan dide ev gel. Gelo têkildarî vê yekê wê çi bê kirin? Garantiya hikumeta nû çi ye? Garantiyeke bi vî rengî tê dayin? Çima dest ji çekan berdin? Ji bo YPG, QSD’ê dibêjin wê bêçek bibin. Ji destpêkê ve nîqaşkirina vê yekê bi rastî jî mirovan dixe nava gumanan e. Mînak wê rewşa jinan çi be? YPJ wê çi bibe? YPJ hêza parastina jinan e. Pozîsyona Jolanî û koma wî ya li hemberî jinan çi ye? Bi danîna du jinan li kêleka xwe mafên jinan nayê garantîkirin. Bi avakirina vîtrînê ev yek pêk nayê. Mînak gelên Xiristiyan… belê dibe ku îro li dêrê dua hatibe kirin. Em ê ji ku zanibin ku ev ji bo xapandinê ye yan na. Ev ê çawa bêne garantîkirin? Wê demê heta ku meclîseke demokratîk neyê avakirin, heta ku mafên komî, mafên civakî, mafên şexsî di destûra bingehîn de neyên diyarkirin, kes çeperên xwe yên berxwedanê naterikîne. Kes nikare hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bike. Ji ber ku gefa komkujiyê heye.

Bi destê Îsraîlê dîzayneke global heye. Hin hêz destwerdanê dikin. Her kes li gorî berjewendiyên xwe dest li pêvajoyê werdide. Pêvajo bi îradeya yekalî, helwesta yekalî nameşe. Binihêrin dewleta Tirk dibêje, min kir. Li Tirkiyeyê atmosfereke cejnê heye, çûyîna Mizgefta Emewî û kirina nimêjê, hevdîtinên taybet. Bi israr hewl dide têkiliya organîk a navbera xwe û HTŞ’ê nîşan bide. Dixwaze rêveberiya nû ya li wir ava bibe bi xwe ve girê bide.

Tirkiye me dike hincet û êrîşî her derê dike. Li her derê êrîşên bi armanca dagirkeriyê dimeşîne. Ji HTŞ’ê re doh digotin terorîst, îro dikin muxatab. Ji yên pêwendîdar, ji yên ku me dibihîzin, ji HTŞ’ê, ji Golanî yan jî ji yên ku Sûriyeyeke baş, yekpare, xurt û azad dixwazin re tişta em dixwazin bibêjin ew e ku xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin. Eger neteweya demokratîk pêk were hingî gel dikarin bi hev re bijîn, bawerî dikarin bi hev re bijîn, dikarin bi hev re bibin hêz.”

Hêlîn Umît anî ziman ku dewleta Tirk di êrîşên li ser Kurdan de, di Şerê Qirkirinê d zêde teşhîr bû û got, “Rejîma AKP-MHP bi taybetî jî Erdogan mîsyona lîderiya herêmî didin xwe. Ji ber vê yekê nabêje ez yekser êrîşî Kurdan dikim, Kurdan qebûl nakim. Ji ber vê yekê PKK’ê, têkoşîna me dike hincet û êrîşî Kurdan û hêzên demokrasî û azadiyê dike. Ev şerekî rewa nîne, lewma li ser bingeheke qirêj tê meşandin, bi rengekî eşkere nayê meşandin.

Êrîşî ser şoreşa Rojava dike, eger firsendê bibîne dixwaze operasyonên dagirkeriyê bimeşîne û îlhaq bike. Wê cografyayê, tevahiya cografya Kurdan weke qadeke belavbûna neteweperestiya Tirk dibîne. Di axaftinên Bahçelî de jî hebû, dixwaze bibêje ‘Ew birayên me ne, lê belê Tirkên bi pêş neketine’. Ew paradîgma têk çû, lê belê dîsa jî hewl didin ji wir ve bimeşin. Her tim dixwaze berdêlan bi Kurdan bidin dayin, dixwaze Kurd fedakariyê bikin. Radibe rûdinê dibêje em di pêvajoyeke krîtîk de ne, divê em bibin yek, em ê çawa bibin? Her kes wê bibe Tirk, hingî wê yekîtî pêk were. Ev nêzîkatî hem li ser Başûrê Kurdistanê hem jî li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Bi înkarê dixwaze Kurdan bixe bin kontrola xwe.”

Têkildarî helwest û nêzîkatiya dewleta Tirk a ji niha û pê ve Hêlîn Umît got, “Di pêvajoya bê de, hem di vê pêvajoyê de hem jî dema bê wê çi bike? Çeteyên ku xwedî kir, SMO, çeteyên li kampên li Tirkiyeyê, li qadên dagirkirî perwerde kir wê bi ser Şoreşa Rojava ve dehf bide. Wê hîn bêhtir piştgiriya leşkerî bide. Dema ku firsendê bibîne dixwaze vê bike. Dixwaze girê bide. Em vê di nava kevanê de bibêjin. Ji ber ku Yaşar Guler yekser daxuyanî da. Got, em dikarin piştgiriyê bidin, perwerde bikin. Tenê bang bikin. Bang bikin, me rewa bikin. Em bi wî rengî bên. Lê belê rêveberiya heyî ya niha li Sûriyeyê hîn rewa nîne. Hîn jî her kes bi baldarî tevdigere. Neteweyên Yekbûyî gelekî bi baldarî tevdigere. Hêzên li herêmê bi baldarî tevdigerin. Lê belê Tirkiye bi lez û bez hewl dide cihekî bi dest bixe. Êrîşên li ser Şoreşa Rojava li ser vê bingehê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêxistinkirin. Li Minbic, Tişrîn, li Tirl Rifatê. Bi serketinên sexte civaka Tirkiyeyê dixapînin. Wê karên îstîxbaratê zêde bikin. Îstîxbarat di heman demê de tê wateya şerê taybet.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk wê dewam bikin û got, “Bi taybetî wê çeteyan gelekî bi kar bînin. Ji xwe ji ber vê yekê xwedî kirin. Tirkiyeyê ji ber vê ewqasî razemenî li ser kir. Perwerdekirina wan, karên SADAT’ê ji bo van rojan bû. Destpêkê li Lîbyayê kirin. Li deverên cuda ceribandin. Niha jî dixwazin SMO’yê weke hêzeke dagirker bi kar bînin. Dixwaze weke nokerên xwe bi kar bînin. Dixwazin planên xwe yên hegemonyayê li ser vê bingehê li herêmê bixin meriyetê.

Di vê hilweşîna giran a Sûriyeyê de rola dewleta Tirk gelekî zêde ye.Ji destpêkê ve Tirkiye tevlî nava karê tevlîhevkirina Sûriyeyê bû. Ya rast dikarîbû bi roleke cuda rabûya. Eger bi xwe demokratîk bûya, Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser kiribûya, ji aliyê îdeolojîk ve xwe nespartibûya xeta muxafazakar, faşîst, ji bo cihêrengiya navxweyî û azadiya jinê hîn bêhtir vekirî bûya, Tirkiyeyê wê demê karîbû bandorê li Sûriyeyê bike û biguherîne. Dikarîbû roleke bi wî rengî bilîsta. Lê belê ji ber ku welê nebû, roleke paşketî lîst. Di hilweşînê de bû xwedî roleke cidî.

Niha jî radibe dibêje ew der hilweşiya, ez ê ava bikim. Bi mêtingeriya aborî û leşkerî dixwaze heta jê bê qadê bi dest bixe. Eger hûn sibe vê bibihîzin şaş nebin, Tirkiye wê bibêje Îsraîlê Girê Golanê ji xwe re kir cihê wargehê, eger Îsraîlê ev kiribe ez ê jî li Efrînê bikim, vê derê bi xwe ve girê bidim.”

Hêlîn Umît got, “Bi saya Rêber Apo me pêvajo berê nirxand û bi vî rengî destpê kir. Ji şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn re em bê amadekarî nebûn. Rêberê me bi karên li Îmraliyê re bi taybetî bi 5 parêznameyên xwe yên mezin re çareserî ji van pirsgirêkên dîrokî re hilberand. Her wiha weke rojane jî li pêşberî krîza li Rojhilata Navîn, kaosa li Rojhilata Navîn, rêyên rizgariya ji vê yekê, em bi rastî jî bi rengekî girîng ketin nava pêvajoyê. Em amade bûn û bi vî rengî ketin nava pêvajoyê.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku tişta esasî ya ku vê pêvajoyê raxist pêş çavan ew e ku çareserriya neteweya demokratîk çiqasî hêja ye û divê bi lez bi cih bê anîn. Hêlîn Umît ragihand ku gelekî girîng e civak têkoşîna demokrasiyê bilind bike û got, “Tenê ev yek dikare me ji qirkirin, şer û komkujiyan biparêze.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di derketina ji kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye û got, “Artêşa Tirk, dewleta Tirk ku hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne, hem dixwaze bi hêza xwe bike hem jî bi rêya rêxistiniya xwe ya navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê lê kiriye, vê bike. Gelekî girîng e ku Kurd bi yekîtî, bi yekîtiya neteweyî tevbigerin. Her wiha divê em karibin bi gelên ku bi hev re dijîn jî tevbigerin. Dost, hêzên demokrasiyê, sosyalîst, hêzên sosyalîst di vê demê de divê hîn bêhtir bikevin bin bar. Divê hîn çalak bin, înîsiyatîfan ava bikin, bikevin nava liv û tevgerê.”

Hêlîn Umît ji bo Rojava bal kişand ser girîngiya amadekariyên ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî û got, “Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şer e ku gel bi xwe şer dike. Pêşeng wê hebin. Wê pêşengiyê ji wî şerî re bikin, rê nîşan bidin, rêbazan biafirîne. Mînakên wê li cîhanê hene. Mînak herî dawî li Xezeyê… Xelkê Xezeyê li gel ewqas êrîşên giran cih û warê xwe neterikand. Sekneke girîng nîşan da.

Li Rojava jî li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji 7 heta 70 salî divê her kes li ber xwe bide, têbikoşe, helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Ji xwe peyamên têne dayin jî bi vî rengî ne. Di hevpeyvînên gel de yên li Rojava em vê îrade û biryardariya gelê xwe dibînin. Divê ev yek dewam bike. Bêguman divê em çeperên xwe baştir biparêzin. Hîn bi xurtî têbikoşin. Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar