Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Dewleta Tirk lêçûyînên çeteyan ji budçeyê pêşwazî dike

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî budçeya salê ya li meclisê tê nîqaşkirin de wiah axivî: “Dewlet bi destê çeteyan êrîşê dibe li ser Rojavayê Kurdistanê. Bi hezaran çete hene ku lêçûyînên van ji vê budçeyê tê pêşwazîkirin. Dîsa êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê 3 sal in bênavber didomin. Ji ber van sedeman di budçeya giştî de mesrefa çekan û ewlehiyê gelek zêde ye.”

Li meclisa dewleta Tirk a dagirker dabeşkirina sermayeyê ya salê tê niqaşkirin. Parlamenterên desthilata faşîst ên AKP-MHPê dixwazin herî zêde sermaye ji bo şer û hilberîna amûrên şer bên qetandin. Lê parlamenterên DEM Partiyê û muxalif jî dixwazin sermayeya ji bo şer kêm be, lê sermayeya ji bo tenduristî û xizmetên civakî zêdetir be.

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pirsên Ajansa Welat ên têkildarî dabeşkirina sermayeya 2025’an bersivandin.

Li Tirkiyeyê butçe çiqas ji şer û çekan re tê veqetandin? Li gorî sala par çiqas hatiye zêdekirin?

Em li her qadê dibêjin ku divê budçe/sermaye bibe budçeya gelan. Lê her sal tê dîtin ku budçe ne ji bo gelan, teqez ji bo fînansekirina şer tê amadekirin. Ji ber vê em kurt û kurmancî budçeya îsal jî wek budçeya şer û pevçûnê bi nav dikin. Lewra di budçeya 2025’an de ji bo parastin û ewlehiyê 1,6 trilyon TL hatiye veqetandin. Ev îro 47 milyar dolar dike. Sala çûyî, budçeya ji bo mîlîtarîzmê 40 milyar dolar bû. Dema ku em vê rêjeyê bi wezaretên din re muqayese dikin, bi awayekî hêsan dibînin ku ji bo AKP’ê, ya herî girîng budçeya leşkerî ye. Di nava budçeya giştî de budçeya ewlehî û parastinê %10,86 cih digire. Em dikarin bibêjin ku ev budçe tenê Wezareta Xezinê û Darayiyê ne têde ji ya hemû wezaratan zêdetir e. Ango ev budçe, ji budçeya tenduristiyê, perwerdehiyê û karkeran gelek mezintir e.

Ji ber xerckirina ji bo çekan û polîtîkayên mîlîtarist bêguman xizaniya gel zêde dibe, enflasyon zêde dibe lê dewlet hê jî tezkereyên şer tînê Meclisê, li derveyî sînoran gavên şer diavêje. Vê gavê jî bi destê çeteyan êrîş dibe li ser Rojavayê Kurdistanê. Bi hezaran çete hene ku mesrefên van ji vê budçeyê tê tpêşwazîkirin. Dîsa êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê 3 sal in bênavber didomin. Ji ber van sedeman di budçeya giştî de mesrefa çekan û ewlehiyê gelek zêde ye. Eger ne wisa bûya, kêşeya Kurd hatibûya çareserkirin bêguman wê para ji bo kedkar û gelan tê veqetandin jî zêdetir bûya. Lê mixabin ku derde hikûmeta AKP’ê ne bi dawi anîna xizaniyê ye, çareserkirina qeyrana aborî ye. Ji ber vê helwestê berdêla budçeya şer û çekan hemû gelên Tirkiyê bi hev re didin.

Di sala 2025’an de dê 21 girtîgehên din dê bên avakirin.Li gorî sala par budçeya Wezareta Dadê 2 qat zêde kirine. Hûn vê çawa şirove dikin?

Çend sal berê rayedarekî AKP’ê ji bo girtîgehên li Wanê dihatin avakirin wek xîzmet nîşanî raya giştî dabû. Mixabin îsal jî Wezîrê Edaletê di Komîsyona Budçe û Planê de pesna çêkirina girtîgehan da. Belê budçeya Wezaretê dibe 2 qat, belkî bibe sê qat lê berevajî vê, edalet roj bi roj kêm dibe. Îro bi sedan girtîgeh hatinê avakirin, lê hê jî girtîgeh qerebalix in û girtî li erdê radizên. Sedema vê ne kêmasiya girtîgehan e. Ji ber tunebûna demokrasî û edaletê kî dengê xwe derdixe, bê hincet tên desteserkirin. Wek DEM Partî me li rûyê Wezîrê Edaletê bal kişand li ser tecrîd û girtîyên nexweş. Me got divê demildest di serî de girtîyên nexweş, hemû girtîyên sîyasî yên dîl hatine girtin bên berdan. Çareserî, valakirina zîndanan e. Lê dewlet wek çareserî, çêkirina girtîgehên nû dibine. Çend sal in bi dehan girtîgehên nû tên avakirin. Lewra Hikumet ji bo çêkirina avahiyan erdên xezîneyê dide xizmeta wan. Bi muteahîdên xwe yên alîgir li ku derê bixwazin dikarin dest bi çêkirinê bikin.

Ji ber vê mebestê, budçeya Wezareta Edaletê ya 2025’an li gorî sala 2024’an ji %40 zêdetir berfireh bûye. Ji bo girtîgeh û avahiyên xîzmetê wê nêzî 20 milyar TL were xerckirin. Armanca girtîgehan dîyar e, lewra dixwazin ku polîtîkayên girtîn û dîlgirtinê bidomînin. Balkêş e, ewqas girtîgeh tên çêkirin lê metrekareya ji bo girtîyan zêde nabe. Ev jî nîşanî me dide ku dê sala nû jî bê edaletî derbas be, êrîşa faşîst a li ser Kurd û muxalîfan zêde bibe. Li dijî van polîtîkayan, wê têkoşîna me jî geş bibe. Lewra çêkirina girtîgehan, peyama êrîşên li hêzên demokratik dide me. Divê di serî de gelê Kurd, hemû hêzên demokrat li hemberî polîtîkayên faşîst, bang û berxwedana edaletê mezin bikin. Eger bi têkoşîn û piştevaniyeke şênber edalet bê, hewce nake girtîgeh jî bên çêkirin. Vê çaxê pereya ji bo dîwaran tê xerckirin, wê ji bo bidawîkirina xizaniyê bê xerckirin.

Budçeya ku ji bo xizmeta civakê yên wekî tenduristî, rê, av, çandinî, cotkarî, sewalkarî û perwerdehiyê çiqas tê veqetandin. Li gorî sala borî çiqas hatiye guhertin. Dema ku mirov li budçeya wezaretên wek tenduristî, perwerdehî, çandinî, xebatê mêze dike, dibîne ku piçekî zêdebûn heye. Heta ku budçeya wezareta tenduristî û perverdehiyê ji 1 trilyon TL boriye. Lê ji vê budçeyê para ku ji bo gel û xwendekaran tê xerckirin gelek kêm e. Lewre %50 budçeya tenduristiyê, %70 budçeya perwerdehiyê ji bo mehaneya xebatkaran hatiye veqetandin. Teqez budçeya Wezareta Çandiniyê jî ne bes e. Eger bes buya, cotkaran dev ji karê xwe bernedidan. Dîsa budçeya Wezareta Werzîş û Ciwaniyê bi 232 milyar TL ye, lê bes nîn e. Lewre di budçeya AKP’ê de ciwan, cotkar, jin, karker, teqawidî, astengkar tune ne.

Hikûmeta AKP’ê ji budçeya gel, tiştekî nade gel. Berevajî dayîne, bi buhakirina tiştên rojane yên hewcedar, destê xwe diavêje berîka gel. Ez dixwazim tiştekî balkêş parve bikim. Her çend mesrefên budçeya sala 2025’an li gorî sala 2024’an ji sedî 31,7 hatibe zêdekirin jî dahatên budçeyê ji sedî 51,7 hatiye zêdekirin. Em di vir de dibînin ku baca ji gel wê were komkirin, ji mesrefa ji bo gel tê tedarikkirin zêdetir e. Yanê AKP dixwaze ku bila gel cirma qeyrana aborî bide.

Pêşniyarên we çiqas li ber çavan tên girtin. Eger nayên girtin çima?

Em wek muxalefet li gorî daxwaz û bendewariya gelan rexne û pêşniyarên xwe parve dikin. Armanca me ya sereke parastina mafê budçeyê ya gelan e. Lewra xwediyê budçeyê hemû gel û pêkhate ne. Divê budçe li gorî hewcedariya jinan, karkeran, ciwanan, asrengkeran û xwendekaran were dabeşkirin. Lê her sal em dibînin ku AKP, xwe dide aliyê patronan. Ne cihê niqaşê ye ku teqez çîna AKPê, çîna kapîtalizmê ye. Ji ber ku sekna AKP’ê berçavan e, em ji bo mafên karker û kedkaran zêdetirîn têdikoşin, nêrînên xwe ji raya giştî re parve dikin.

Ji ber vê me wek DEM Partî di Komîsyona Budçe û Planê de gelek pirsgirêk anîn ziman, gelek pêşniyarname pêşkeş kir. Lê mixabin ku hemû pêşniyarnameyên me ji aliyê endamên Komîsyonê yên AKP û MHP’î ve hatin redkirin. Me got ji bo ku mehaneya asgarî bibe 35 hezar lîra divê budçe were zêdekirin, lê wan qebûl nekir. Me daxwaz kir ku bila ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî budçe were veqetandin, lê wan got ku em naxwazin zimanan biparêzin. Bi kurtasî me jin, astengkar, ciwan, tenduristî û hwd ji bo pirsgirêkên curbibur 44 pêşniyarname pêşkêşî komîsyonê kir. Hin caran wan jî digot pêşniyarên baş in lê di dawiya dawin de ji bo red bikin destên xwe bilind dikirin.

Hûn vê politikaya dewletê ya butçeye çawa şirove dikin. Ev polîtîka bi xwe re bandorek çawa li aboriya civakê û gel dike?

Amedekirina budçeyê û nêzikatiya demokrasiyê hevdu temam dikin. Lewra wek mafekî mirovahî budçe bi pêşketina demokrasiyê derketî holê. Îro tu kes nikare bibêje li Tirkiyê demokrasî heye. Eger hebûya, budçe di odeyên qesra serokkomar de nedihat amadekirin. Cihê ku nûnertiya gel dike Meclîs e, lê rayedarên gel li Meclîsê nikarin peyveke qanûna budçeyê biguherînin.

Hikûmeta AKP’ê bi tevlîbûna gel a pêvajoyê budçeyê kêfxweş nabe. Eger li ser navê gel Meclîs bi bandor be, divê budçe ne ji bo şer û çekan; ji bo xizaniyê, ji bo aramiyê, ji bo çêkirina fabrîkayan bihata veqetandin. Lê ji bo polîtîkayên şer raneweste, dewlet jî budçeyê ji gelan vedişêre. Heta ku pir caran nahêlin rojname û televîzyonên muxalîf bên komîsyonê û kî çi dibêje bibinin. Di destpêka komîsyonê de dema ku wezir diaxive û weşana zindî jî dest pê dike, lê dema ku dor tê partiyên din cihde weşanên zindî tên birîn.
Li Tirkiyeyê mejiyê desthilatdar dixwaze bila dewlet zêde cih bigire, lê cihê civakê kêm be. Di pêvajoya budçeyê de jî civak tune hat hesibandin. Lewra çanda demokrasiyê tune ye. Li dijî vê yekê, em hewl didin ku bi têkoşîna xwe civak jî xwe di budçeyê de bibîne. Ancax bi vî rengî pirsgirêkên gel dê werin çareserkirin. Lê Hikûmeta AKP’ê tu car civak nedit, pirsgirêkên gelan ji xwe re nekir derd.

Ji bo kuştinê ye an ji bo jiyanê ye?

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar