Bêguman helwesta sereke ya dewlet an dewletên rejima Sûriyeyê hilweşandin e. Ew jî; dewletên DYA û hevalbendên wî Îngilistan, Îsraîl, Tirkiye û hwd. ne.
Di vê çarçovê de ev, tê wateya ku dewletên serkeftî jî heman dewlet in.
Berovajî vêya jî, tê wateya dewletên binketî jî li gel desthilatiya Beşar Esad dewleta Sûriyeyê û hevalbendên wê Rûsya, Îran û hwd. ne.
Jixwe hema piştî hilweşandina rejîmê, li gel dewletên navborî gelek dewletên cuda cuda jî, bi erênî dîtinên xwe nîşan dan li ser fermandarê nû Mihemmed Colanî.
Her wiha li pey hev balyozxane û konsolxanêyên xwe nûjen kirin û ji nû ve vekirin.
Weke mînak, hema di 4 rojên despêkê de bi lez Tirkiye, Qeter, Misir, Iraq, S.Erebistan, Mîregtiya Erebên Yekbûyî, Bahreyn, Urdun, Oman, Îtalya û hwd.peywendî bi Rêveberiya HTŞ’ê re danîn û saziyên xwe yên dîplomasiyê vekirin.
Bi van dewletan tinê sînordan nema têkiliyên li gel HTŞ’ê û Serokê wê M.Colanî (Ehmed el-Şara). Nûnerê NY yê Taybet ê Sûriyêyê Geir Peterson çû Şamê bi wî re rûnişt û hwd.
Her wiha trafika diplomasiya giran a dewletên Rojava ya li gel HTŞ’ê dewam dike û YE, Îngilista, Almanya û Fransayê yekser nûnerên xwe şandın Şamê. Gelek dewletên din jî weke Îtalyayê jî ketine rêza çûyîna Şamê!
Bêguman ên gelek bi lezgîni tevdigerin û ji bo ji Sûriyeyê para herî mezin bi dest bixe Tirkiye û Îsraîl in.
Jixwe Îsraîl, Girên Golanê xiste nava sînorê dewleta xwe ya îsraîlê û hîn jî ranaweste, berê xwe daye Şamê û gav bi gav pêşve diçe.
Ya herî balkêş jî ew e ku kesek jê re nabêje; “Raweste, ma tu bi ku ve diçe hey Netanyahû?”
Her wiha Receb Erdogan jî, ne kêmî wî ye, ranaweste û armanca xwe jî aşkere dibêje; “Ez ê hemû cihê ku Kurd lê azad dijîn, ji dest wan bigirim” û hwd. Niha jî berê xwe daye Kobanê û jixwe dixwaze hemû Rojava bixe bin destê xwe û bi dagirkeriyê tenê ranaweste, armanc ew e ku bixe nava sînorê Tirkiyeyê!
Di vê mijara ketina rejima Sûriyeyê de, li gel dewletên helwestên xwe diyar kirine, hinekan jî helwestên xwe diyar nekirine. Li vir jî dewleta herî balkêş û girîng helwesta Çînê ye!
Ji ber ku ev bûyer û helwestên li gel û dijî yên vê bûyerê parçeyên ji cenga cîhanî ya 3’yan e. Her wiha tê zanîn ku Çînê, gelek girîngî û cih dida têkilî û peymanên navbera xwe û Sûriyeyê.
Heta mirov dikare bibêje, Çîn ji bo ku derbasî parzemîna Afrîka û Ewropayê bibe, Sûriye zeminekî herî kêrhatî û erênî ji xwe re dîtibû.
Her wiha tê zanîn ku sala çûyî Serokê Çînê Xi Jinping û Beşar Esad, li bajarê Hangzhouya Çînê li hev rûniştibûn û hinek peymanên stratejîk jî vajo (îmze) kiribûn.
Bêguman di vê bûyera Sûriyeyê de, li gel Rûsyayê Çîn jî derb xwar.
Helbet ji her alî pirtir ev bûyer têkildarî doza me û tevgera me ye jî.
Belê ev bi serê xwe mijarek pir berfireh û girîng e. Jixwe bi lez û bez, carcaran bi saetan û roj bi rojan guhertin çêdibin, geşedan û pêşhate pêk tên.
Lê di vê gotarê de jî, mirov dikare naveroka wê bi çend hevokan be jî, dîsa bide destnîşankirin.
Weke pir caran dubare dibe; li gel xetereyên mezin, derfetên mezintir ên serkeftinê jî hene. Helbet hostayî, heşyarî û bi avakirina rêxistina mezintir û berfirehtir, şensê serkeftinê zêdetir dibe.
Belê wisa gumanên xurt hene ku li vê qonaxa nû, siyaset û helwesta di asta sereke de bi bandor, wê ya DYA û Çînê be. Her wiha weke li aliyê 3’yan û rêya 3’yan jî bandora sereke, wê di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de ya berxwedan û xweragiriya gelên Kurdistanê be!