Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...
Çarşamba - 25 Aralık 2024

Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa xwe ya ji panzdeh hezar kesî hakimê herêmê bû. Êrîşên artêşa Osmanî bê tesîr kiribûn. Jixwe demeke dirêj halê wan tinebû li ber xwe bidin. Tam wê pêlê xiyaneta biraziyê wî Yezdan Şêr serî da. Paşê Begtiya Botanê bi awayekî ku careke din bi ser xwe ve neyê ket pêvajoya hilweşînê û serberjêr çû. Rêûresmeke hezar salan, ne di ber tiştekî de ji dest çû. Yezdan Şêr îddîa dikir ku begtî heqê wî ye. Di dawiyê de bi awayekî careke din lê venegere malbat ji Botanê mişext kirin. Hem jî wê Begtiya Botanê careke din nehata avakirin. Li cem me jî di serî de Osmanê rezîl, li cem gelek fermandariyên sexte hewes û xwestek hişyar kiribûn ku bi rastî serokatî heqê wan e. Van kesan rêûresma Barzanî û Talabanî ji xwe re esas qebûl kiribûn. Wekî din, ew miz dabûn û nepixandibûn û ji wan re gotibûn, “Hêza we ji ya Apo zêdetir e. Ew bi tenê li Şamê rûdinê, ma wekî din çi dike! Divê hûn bibin xwediyê her tiştî.” Ev fitne di dil û aqilê xwe de baş bi cih kiribûn. Jixwe hêzên PDK û YNK’ê yên bi Fermandariya Giştî ya Tirk re di nava têkiliyên nêz de bûn ji Başûr, artêşa Tirk jî ji Bakur bi awayekî bi plan û bi awayekî yekbûyî tevgeriyan, kengî ev tevgera xwe derxistana asta herî jor, wê Tevgera me di cihê xwe de rûnişta û bihata ber tesfiyeyê û bi vî awayî tevgera me xistin nava şerekî encama wî ji berê ve diyar bû. Encam xeternak bû; bi sedan şervan gihêştin şehadetê û li ser bi hezaran kesan jî şert û mercên teslîmiyetê ferz kirin. PDK û YNK’ê di operasyonê de bi awayekî aşkere cih girtin û nabe ku mirov li vê li derveyî Gladîo’ya NATO’yê bifikire. Di berdêla vê de Tirkiyê destûr da ku ‘Hêza Çakûç’ li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, ev dihat wê maneyê ku dewleta Tirk bi pêkhatina federe ya Kurdistana Iraqê razî kiribûn. Bi vî awayî, hevgirtina 1925’an dewam dikir.

Ez difikirim ku paşê bi awayekî berfireh li ser vê mijarê rawestim, lê ji bo ez Herêma Federe ya Kurd a piştî salên 1990’î di çarçoveya Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Kendavê de ket dewrê rast şîrove bikim, min îşaret pê kir. Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1990’î dest pê kir ew bû ku li ser riya diçû dewleta netewe ya Kurd gavê biavêjin. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya Dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Amerîka, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya Kurd a ku dewletên netewe yên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin.

Çawa ku ji bo Siyonîzma Îsraîlê neteweparêziya Tirk a Spî li Anatolyayê bi roleke Proto Îsraîl rabûye, milliyetgiriya Kurd a li Başûrê Kurdistanê jî nexasim qebîleya Barzaniyan bi roleke heman rengî radibe. Ev bi awayekî neteweparêziya Kurd a Spî ye. Ji aliyê heman hêzan ve bi awayekî îdeolojîk û pratîk hatiye avakirin. Di navbera neteweparêziya Tirk a Spî û neteweparêziya Kurd a Spî de ne bi tenê di warê teoriyê de, di warê pratîkî de jî têkiliyên xurt hene. Partiya Demokrat a Kurd PDK weke CHP hatiye plankirin û parçeyek  ji xebatên hêzên komploger e ku ji sala 1925’an ve li ser kar in. Hêzên komploger, ji aliyekî ve Kurdan di dema 1925-1940’î de dixin nava çerxa tevkujiyan, ji aliyê din ve jî ji sala 1926’an ve ne ku bi tenê bi zorê Kurdistanê parçe dikin, li ser parçeyê Iraqê vê carê hîmê neteweparêziya Kurd a Spî datînin ku wê di pozîsyona xelaskar de dihêlin.

Aşkere ye ku piştî evqas antî û dijberiyan zehmet nîne ku mirov rengê rejîmê jî destnîşan bike. Dema PKK derket holê haya wê ji vê statuyê tinebû. Bi giştî weke komeke piçûk di nava hêzên muxalif ên çepgir de heta bi salên 1980’î bi awayekî taybet bal nekişandibû ser xwe. Texmîn dihat kirin ku hin rêxistinên provokasyonê yên bi ser PDK’ê ve di kontrola Gladîo’yê de bi awayekî taybet êrîş dikirin. Heye ku di çarçoveya mîlliyegiriyê de PDK’ê xwe ji Kurdistanê berpirsiyar didît û dixwest tevgerên din bi sînor bike. Bi Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê di çarçoveya bûyerên hundir de bêyî cudahiya Kurd-Tirk, çepgir-rastgir, Elewî-Sunnî bikin, dixwestin hêzên li derveyî kontrolê hemûyan tesfiye bikin. Gladîo, NATO di çarçoveya Tirkiyê de jî ji salên 1960’î ve kontrola xwe ya zêde dikir bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î derxist asta herî jor. Lewma li pişt pîlana tesfiyeyê hêzên hevgirtinê hemû hebûn. Bi vî awayî rola Komarê ya ji dema damezrandinê ve hatibû dayîn bi hinek guhertinên piçûk bi awayekî esasî dewam dikir.

Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pir aşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike û dixwazin bi netewetiya dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên dewletên netewe Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine.

Nûçeyên Têkildar