Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê pîroz kir. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji dema destpêkê ya têkoşînê û vir ve xwişk û biratî, wekhevî û yekîtiya bawerî û gelan ji xwe re kiriye pîvan û heta roja îro jî ji bo pêkanîna vê yekê têdikoşe, di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de em cejna Noelê li tevahiya alema Xiristiyan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku di sala 2025’an a mîladî de di serî de li Rojhilata Navîn li her devera cîhanê şer bi dawî bibe, mirovahî bibe xwedî jiyaneke aştiyane, aram, xwişk û biratiyê, jiyaneke wekhev, demokratîk û azad. Em sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwazin ku çend roj beriya cejna Noelê li bajarê Magdeburg ê Elmanyayê li bazara Noelê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û şîfa lezgîn ji Xiristiyanên birîndar re dixwazin.
Li gel şer, hilweşîn û trajediyên mezin ên li herêmê, em sala 2024’an her wiha bi têkoşîn û berxwedana demokrasî û azadiyê bi dawî dikin ku rûmeta mirovahiyê bilind dikin. Pîrozkirina cejnê û bîranîna pîrozmendiyên civakî di nava rewşeke bi vî rengî de, ya bi wate ew e ku cejnê bikin wesîle ji çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê re. Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hemû bi bilindkirina têkoşîna azadiyê, bi yekîtiya gel û baweriyan, bi xurtkirina hevgirtin, wekhevî û hestên xwişk û biratiyê dikarin bêne çareserkirin. Em têkoşîna xwe jî dispêrin vê yekê.
Sala 2024’an di şerê hêzên serwer ên kapîtalîst de yê li Rojhilata Navîn gelan êşeke mezin kişandin û hilweşînên gelekî giran bi serê wan ve hatin ku sererastkirina wê zehmet e. Di vê pêvajoya şer de ya li Rojhilata Navîn di serî de gelên Xiristiyan hemû gelên li herêmê di bin metirsiyeke mezin de ji bo jiyanê têkoşiyan û vê têkoşînê hîn jî dewam dikin. Rejîma qirker a Tirk di serî de gelên Sûriyeyê li ser jiyana gelên herêmê hemûyan metirsiyeke mezin û vê metirsiya xwe bi şer dewam dike. Rejîma qirker a AKP-MHP’ê bi rêya çeteyên xwe ku bi navê SMO hewl dide veşêre, êrîşên xwe yên li ser Rojava giran dike. Di serî de gelên Suryan û Ermen ên li herêmê gefê li hemû çand, bawerî û gelên cuda yên li herêmê dixe. Rejîma Tirk a faşîst qirker dixwaze coşa cejnê ya gelên me biherimîne, bi êrîşan gefê li gelên me dixwe. Dewleta Tirk a qirker mêtinger li herêmê ne tenê dijminatiyê li bawermendên Xiristiyan dike, di heman demê de dijminatiyê li Elewiyan, Êzidiyan, Misilmanên Demokratîk dike û bêsînor êrîşan dike. Li hemberî vê êrîşkariya faşîst û qirker, helwesta herî rast a ku divê bê nîşandan xurtkirina yekîtiya li ser xeta neteweya demokratîk a gel û baweriyan e, rabûna bi rola xwe ya di avakirina Sûriyeya nû de ye. Weke tevger em hêvî dikin ku cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser xeta neteweya demokratîk, demokratîk, azad, azadiya gel û baweriyan lê tê naskirin û jiyaneke wekhev, yekîtî û hevgirtî lê serwer e. Em di wê baweriyê de ne ku her gelên ji her baweriyê yên li Sûriyeyê û Rojava wê pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.
Bi vê wesîleyê em bang li gelan dikin ku di sala 2025’an de li dijî dewlet û desthilatdarên faşîst, qirker, mêtinger ên li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û her devera cîhanê hîn bi rêxistin, piştevan û yek bin. Bi vê hest û vî fikrî di serî de gelên me yên Ermen, Asûr, Suryan, Keldanî yên Kurdistanî em cejna Noelê li hemû alema Xiristiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku di sala 2025’an de dawî li hemû nebaşiyan bê ku cihê xwe di wijdan û exlaqê mirovahiyê de nîne. Ji bo modela jiyana bi hev re, wekhev, xwişk û biratiyê, aştî û hezkirina gelan di avakirina Sûriyeya Demokratîk de bê hûnandin û îradeya vê yekê bê nîşandan, bang li her kesî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em hêvî dikin ku sala bê li Rojava û Sûriyeyê bibe sala serkeftina mezin a têkoşîna neteweya demokratîk.”