mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li Sûriyê bûn. Bi van mudaxeleyan re hebûna pekhateyên li herêmê hate înkarkirin û bi destê komên çete şerê wesayetê hate meşandin. Lê di 8’ê Kanûnê de bi hilweşîna rejîma Baas re dengeyên ku li Sûriyê hatibûn avakirin serûbin bûn.
Di rojava cîhanî de gelek derdorên cûda bahsa aliyên ku di vî şer de bi ser ketine û wenda kirine dikin. Ev hemû nirxandin jî bêguman di çarçoveya paradîgmayî û siyasî de tên dest girtin. Armanc jî ewe ku di Sûriya nû de hebûna xwe xurt bikin û bibin xwedî gotin.
Di van 13 salên derbasbûyî de hemû aliyên ku di nava denglema şer de cîh girtin, bi tu awayî berjewendiyên pêkhateyên herêmê li ber çavan negirtin. Ji bo wan hebe nebe berjewendiyên wan ên siyasî, aborî û leşkerî bûn. Di kaosa şerê li Sûriyê de ji ber vê nêzîkatiye li dijî nirxên mirovî bi sedhezaran kesên bêguhen ji ber mezheb, netew û baweriya xwe bi awayekî hovane hatin kuştin. Bi mîlyonan kes ji ber zext, êriş, şer û gefên li ser wan bi darê zorê hatin koçber kirin. Di nava welat de koçberiyên komî çêbûn. Raya giştî ya cîhanê û hêzên serdest ên li herêmê di nava hesabên qirêj debûn li himberî vê trajediya mirovî bêdeng, bêhelwest ma.
Li himberî vê siyasta qirêj ya welatên emperyal, pêkhateyên li herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê pêkhateyên di çarçoveya siyaseta xeta sêyemîn de xwedî li hebûna xwe derketin. Bêgûman ev biryarek radîkal û zahmet bû. Ji ber ku di vê rewşa aloz û xeter de bêyî xwe bispêre hêzekî derve li ser piyan mayin îrade, aqil û pêşbîniyek siyasî ya xurt dixwest. Pêkhateyên herêmê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyê de xwe gihandin vê astê.
Bêguman, welatên li ser herêmê planên cûda pêşdistin, ji vê pozîsyona Rêveberiya Xweser ne rehet bûn. Yek ji van jî dewleta Tirk a dagirker bû. Bi taybet deshilata AKP-MHP’ê di çarçoveya dijminatiya li dijî gelê Kurd de ji bo hebûna Rêveberiya Xweser ji holê rake li dijî herêmê di nava êrişên qirêj ên hovane debû. Bi destê komên çete yên ji bermahiyên DAIŞ û El Kaîde berhev kiriye li dijî gelê Kurd her di nava êrişan de bû. Ev êrişên ku bi erêkirina hêzên navnetweyî pêk dihatin de dihat xwestin ku piştevaniya gel ji bo Rêveberiya Xweser kêm bike û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike.
Di 8’ê Kanûnê de bi ketina rejîma Baas re siyaseta cîhanî ya li ser Sûriyê bi tamamî hate guhertin. Di vê pêvajoya guhertinê de ji bo Kurd nebin xwedî hebûn û statû dewleta Tirk çi ji dest tê dike. Êrîşên li ser Şehba, Til Rifat û Minbicê vê rastiyê bi awayekî aşkere radixe ber çavan. Bi dagirkirina van herêma re dewleta dagirker û çeteyên wê berê xwe dan benda Tişrîn û herêma Qereqozaxê. Ev demek de li vê herêmê şer giran e.
Ji roja despêkê ve Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî di axaftin û daxuyaniyên xwe de dibêjin ew alîgirê Sûriyek yekgirtî ku hemû pêkhatiya di nava xwe de dihewîne dikin. Bêguma ew bi hebûn û hêza xwe di nava siyaseta Sûriyeyê de xwedî rolek girîng in. Dewleta Tirk bi armanca di Sûriya nû de Rêveberiya Xweser nebe xwedî statû hewil dide êriş dike. Bi van êrişan dixwaze di avakirina Sûriya nû de destê wê lewaz bike. Tevî bangên hêzên navbêynkar ên ji bo diyalog û agirbestê jî dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de bi israr e.
Di rewşa heyî de ji bo mirov bêje li herêmê şerekî giran heye divê pêşî her aliyên di nava şer de bin. Lê di halê heyî de yê êriş dike dewleta Tirk a dagirker e û yê di pozîsyona xweparastinê de ye şervanên HSD’ê ne. Di pênaseya şer de di navbera herdu têgehan de ferqek mezin heye. Pêşî divê ferqa heyî em baş fam bikin. Di vê rewşê de aliyê dewleta Tirk ji bo li herêmê gelê Kurd qir bike û hemû destkeftiyê wê ji dest bigre êriş dike. Ev êriş qasî eskerîne he rewas jî bi armanca siyasî pêk tên ku naxwaze Rêveberiya Xweser li herêmê bibe xwedî statû. Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê HSD jî, bi armanca parastine xelkê herêmê û deskeftiyên wan li himberî êrîşan di çarçoveya xweparastinê de bersiv dide êrîşan.
Ger em li gorî pîvanên navneteweyî jî li meseleyê binerin ya li herêmê şûcê şer dike dewleta Tirk û çeteyên wê bi xwe ye. Li himberî van sûcan divê ne tenê gelê Kurd û dostên wan hemû alîgirên aştiyê û hêzên demokrasiyê jî xwedî helwestek xurt bin. Ji ber ku ya tişta dewleta Tirk dike binpêkirina mafên mirovan e. Ev binpêkirin di heman demê de li pêşiya Sûriya nû jî dibe astengiye herî mezin. Lewma divê ji gotinên wêdetir bi gavên pratîk pêşiya vê siyaseta qirêj û êrîşên hovane yên dewleta Tirk bên girtin. Hemû aliyên ku di van çend hefteyên dawî de dibêjin em alîgirê Sûriyek nû û xurtin divê di vê mijrê de jî xwedî li gotina xwe derkevin.