Em dikevin salevegereke din a nû ya qetlîama Gurgumê. Wek her salvegerê îsal jî dê kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn û kirayarên qetlîmê werin naletkirin. Bi vê yekê ev qetlîama ku di dîroka Kurdistanê de nayê jibîrkirin; careke din dê di bîr û hişan de zîndî bibe û ev yek jî dê were wateya vîn û helwestek da ku êdî qetlîam û qirkirin pêk neyên. .
Bi vî awayî çend roj berê wek salvegera 40’emîn a damezirandina PKK’ê her wiha di rojên pêş de salvegera 40’emîn a qetlîama Gurgumê em ê li pey xwe bihêlin. Ev rastî di heman demê de ji bo fêhmkirina têkiliya di navbera damezirandina PKK’ê û qetlîama Gurgumê de jî nîşane û diyardeyeke girîng e. Ji ber ku li vêderê ji aliyekî ve, gelê Kurdistanê bi damezirandina PKK’ê re ber bi azadiyê ve gaveke bi hêz û dîrokî diavêje li aliyê din jî bi rastiya qetlîama dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger er rû bi rû dimîne.
Li aliyekî azadî li aliyê din jî pêkanîna qirkirinê ya dewleta TC’ê ya mêtinger hemwext hatine jiyîn lê di heman demê de jî du rastiyên cuda penase dikin. Di vê wateyê de azadî û qetlîam di dîroka Kurdistanê de du kiryarên cuda yên li dijî hevdu ne ku her tim di dîrokê de cihê xwe giritine. Azadî; bi girêdana xwe ya bi binyada civakê re ku bi ziman, bawerî û nasnameya xwe israra jiyan û vînê, kiryarên dewletê jî sûcên mirovahiyê û êrîşên qirkirinê temsîl dikin. Piştî damezirandina PKK’ê, pêkanîna qetlîama Gurgumê nîşaneya vê rastiyê ya şênber e.
Bêguman divê ji vir encameke weke ‘ger ku PKK nehatibûya damezirandin dê Komkujiya Gurgumê pêk nehatibûya’ neyê derxistin. Ger ku biryara damezirandina PKK’ê nehatibûya dayîn jî dê dewleta mêtînger û qirker a TC’ê Komkujiya Gurgumê pêk bianiya. Di vê çarçoveyê de jî ketibû nav liv û tevgerê. Plana vê komkujiyê, beriya hîngê hatibû çêkirin. Ji xwe armanca biryara damezirandina PKK’ê jî ew bû ku li dijî van komkujiyan, gel bê amadekirin ku bikare xwe biparêze. Di mercên wê demê de xweparastina gel a li hemberî komkujiyan, nîşan da ku biryara damezirandina PKK’ê biryareke di cih de bû û rast bû. Li hemberî êrîşên qirkirinê, damezirandina PKK’ê ji bo gelê Kurdistanê bû misogerî. Di vê çarçoveyê de, rastiya gelê birêxistinkirî ku li hemberî her cure êrîşan gihîşt asta xwe bi xwe parastinê, careke din nîşan da ku dikare xwe biparêze.
Gelê Kurdistanê, di nav 40 salên dawî de di pêşengiya PKK’ê de li dijî dewleta mêtinger û qirker a TC’ê li ber xwe da û hebûna xwe parast. Her wiha bû xwediyê têkoşîna azadiya xwe jî. Tevî berdêlên pir giran jî karî ku vê yekê pêk bîne. Di van rojên ku em 40’emîn salvegera Komkujiya Gurgumê li pey xwe dihêlin de jî van erk û berpirsyariyên xwe pêk tîne.
Mîna 40 sal berê, dewleta mêtînger û qirker a TC’ê niha jî dev ji armanca xwe ya tunekirina gelê kurd û windakirina wan di îrokê de, bernedaye. Ji bo pêkanîna vê armanca xwe jî niha êrîşên ji komkujiyên din hîn mezintir pêk tîne. Van êrîşên xwe jî tenê bi bakurê Kurdistanê re sînordar nake, hema hema li dijî her çar parçeyên Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Li Rojava, Başûr, Şengal û li welatên weke Fransa, Rûsya û hwd. ên ku kurd lê dijîn jî heman êrîşan pêk tîne. Gelek mînakên vê jî hene. Tevî ku hemû derfetên xwe yên madî û teknîkî bi kar tînin û tevî hemû alîkariya ku ji hêzên emperyal ên ku xulamtiya wan dike, nikare armanca xwe pêk bîne. Li pêşiya pêkanîna armancên xwe yên qirêj û qirker, hebûna PKK’ê weke astengiya herî mezin dibîne. Bi vê sedemê ye ku mîna 40 sal berê li Gurgumê, niha jî bi boneya ku êrîşên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurdistanê bi ser bixe, bi hemû hêza xwe û desteka hêzên navdewletî, êrîşî PKK’ê dike.
Li ser Komkujiya Gurgumê vaye 40 sal derbas dibin. Ji wê rojê heta niha gelek tişt guherîn. Lê dewleta mêtinger û qirker a TC’ê ji karektera xwe ya faşîst tiştek winda nekir. Heta ku em dikarin bibêjin ev taybentmendiyên xwe yên bingehîn, hîn bêhtir qaîmtir kirin û li ser komkujiyên xwe, hin komkujiyên din jî zêde kirin. Li hemberî vê yekê ne tenê kurdên elewî yên li Gurgumê, temamiya Kurdistanê ji Komkujiya Gurgumê encam derxistin. Di serî de jî gelê Kurdistanê fêm kir ku divê xwedî partiyeke pêşeng a weke PKK’ê be. Fêm kir ku ji bo xweparastina li hemberî êrîşên dewleta tirk a ku di karektera xwe ya qirker, mêtinger û faşîst de israr dike, neçarin ku bibin xwedî hêzeke bi rêk û pêk ku bikarin xwe biparêzin. Gelê Kurdistanê fêm kir ku bi vê yekê re dikarin hebûna xwe biparêze û azad bibe.
Niha jî ev tişt yek bi yek veguherîne rastiyê. Gelê Kurdistanê êdî bi pêşengiya PKK’ê bû hêzeke wisa ku bikare xwe biparêze. Bi rastiya xwe ya gelê ku di têkoşîna vejînê de hebûna xwe parast re, niha ji her demê bêhtir nêzî azadiya xwe bûye. 40’emîn salvegera Komkujiya Gurgumê bi rastiyeke wiha re pêşwazî dike. Hesabpirsîna ji kujerên di serî de Gurgum, hemû kesên di komkujiyan de hatine qetilkirin û girêdana bi bîranînên wan re, weke erkekê qebûl dike.