Siyasetmedara kurd, wekîla HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Biryara Guven, nîşaneya qonaxeke xeternak e. Di dîrokê de hin sedem hene ku peyv û guftûgo bêwate dimînin. Nîqaş û şîrove êdî bandora xwe winda dikin. Di warê ravekirina îradeyê de, rola helwestê derdikeve pêş. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan îşaretê bi tecrîdkirina îradeya gelê kurd dike. Leyla Guven dixwaze ku tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û Serokatî azad bibe. Lewre ew, lîderê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û bi dehan caran li ser navê vê tevgerê bi nûnerên dewletê re hevdîtin kirine. Lê tê zanîn ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an de birêz Ocalan di bin tecrîda giran de ye û hevdîtina wî ya bi parêzeran re tê astengkirin.
Leyla Guven hem hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e, hem jî parlamentera HDP’ê ye û dizane ku pêwendiya dîlgirtina wê, bi tecrîda li ser birêz Ocalan re heye. Leyla Guven di warê temsîliyeta îradeya gelê kurd de, cihekî girîng digire. Li gel vê jî di rewşeke dîlgirtî de, li Girtîgeha Amedê Tîpa E’yê tê ragirtin.
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nayê qebûlkirin. Lewma wekîla Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk birêz Leyla Guven di 8’ê mijdarê de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin; li dijî îradeya gelê kurd wekî êrîşeke dijwar, xeternak û tehekumker bi nav dike. Wateya dîlgirtin û tecrîdkirina Serokatiyê, dîlgirtin û tecrîdkirina tevahiya gelê kurd e. Kurd, ev êrîşa rûreş û dermirovî qebûl nakin.
Birêz Leyla Guven jî, berdevka îradeya gelê kurd e, di biryara xwe de mafdar e û ji gel piştgiriyê werdigire. Lewma bi armanca piştgirîdayîna çalakiya greva biçîbûnê ya Leyla Guvenê, di 17’ê mijdarê de li 5 navendan greva biçîbûnê berbelav bû. Çalakiya grevê bi beşdariya parlamenter, endam, rêveber û dildarên HDP, DBP, TJA û KCD’ê ji bo 2 rojan li Amed, Edene, Colemêrg , Riha û Wanê dest pê kir. Ger pêvajo bi vî rengî bidome, tê payîn ku çalakiyên piştgiriyê gurtir bibin.
Tirkiye di nav krîzeke piralî de ye. Lê ji dêvla ku pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bike, her ku diçe bêtir bi ber rewşeke faşîzan ve digindire. Bi rêbazên sivîl û siyasî li çareseriya pirsgirêkan nagere, ji bo têkbirin, eciqandin û pelixandina îradeya gel û civakên herêmê têdikoşe. Di vê serdemê de jî hewl dide ku krîza binyadî bi êrîşkarî û şerkariyê manîpule bike, bi tundî û tûjiyê dînamîkên civakê bêdeng bixe û bi vî awayî tengava aboriyê derbas bike. Lewma roj bi roj li dijî îradeya gelê kurd, êrîşên dijwartir diceribîne. Serokatiyê tecrîd dike, siyasetmedaran û wekîlan rehîn digire, wekîltî û mafê destlênedana wekîlên kurd betal dike, herwiha bi konseptên otorîter û totalîter dajo ser kurd û kurdistaniyan.
Encax gelê kurd rêya berxwedanê naterikîne. Piştî ewqasî pêşveçûn û serkeftin, gelê kurd êdî doza azadî û demokrasiyê bernade. Jixwe di israr û biryardariya Leyla Guvenan de jî diyar dibe ku heta mafên xwe yên rewa bi dest nexe, gelê kurd ji ser dika berxwedanê danakeve. Desthilatdariya Tirkiyeyê jî û dagirkeriya Rojhilata Navîn jî divê vê heqîqetê ji bîr nekin. Leyla Guven ne bi tenê ye, di navenda bîr û bala gelê kurd de ye. Daxwazên birêz Guven daxwazên me ne, helwesta wê helwesta me ye û em ligel wê ne.
Di rêya azadî û demokrasiyê de, gelê kurd li dijî faşîzma 12’ê Îlonê jî çalakiya greva birçîbûnê pêk anîbû û faşîzm têk biribû. Ger îro gelê kurd ji nû ve pêdiviyê bi çalakiya greva birçîbûnê dibîne, têkçûna faşîzma îro jî ne dûr e.