Êrîşên li hemberî kurdan çiqas berfireh bin jî encam nagirin. Di vê merheleyê de hêzên serdest cardin hêviya xwe bi şerê navxweyî yên di navbera kurdan ve girêdane. Neyarên gelê kurd cardin dixwazin doza kurd bi destê kurdên din bifetisînin.
Ji bo serdestan kurdê herî baş kurdê mirî ye. Kurdê ku bi sala xizmeta wan dike jî ji xezeban xelas nabe. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir di komisyona butçeyê de got ku di nav salek dawî de 635 cerdevan ji wezîfeyê dûrxistine. Yanî dewlet ewil karê yê xwe qirêj bi hin derdorên kurd dide kirin û piştre jî wan diqewirîne. Pêşiyên kurdan bela sebep negotine ku neyarên bav û kalan nabin dostên lawan.
Li gel van rastiyan dîsa serdest di nav lîstokan de ne û dixwazin ku birakujiya di navbera kurdan de kûr bikin. Dixwazin li başurê Kurdistanê gelê kurd berdin hev. Ji ber ku birêz Ocalan vê rastiyê dizanibû û li hemberî vê yekê tedbîran pêk dianî û di warê yekîtiya neteweyî de xwediyê vê feraseta dîrokî bû, bi yekitiya kurd, bi kongreya neteweyî dixwest ku pêşî li vê yekê bigire. Her wiha di kesayetiya birêz Ocalan de yekitiya gele kurd hatiye tecrîdkirin, xeta netewperweriyê hatiye bêdengkirin. Dizanin ku cihê Ocalan lê be li wir birakûjî pêk nayê. Rêbaza pergalê ye, ‘kêviran girêdide kûçikan berdide’.
Wisa dixuyê ku hin derdor jî parçeyek di bin bandora vê lîstiko de ne. Herî dawî li Silêmaniyê ofisên Tevgera Azadî hatin girtin. Her wiha agahî tên ku Mehdî Eker û hin kurdên AKP’î beriya hilbijartinê bi hêzên başurî re dîplomasiyê dimeşînin. Dizanin ku kurdên Bakur bi tu awayî êdî rû nade AKP’ê û lewma cardin hêviya xwe bi başûriyan ve girêdane. Ji bo kurdan dengdayîna AKP’ê, dengdayîna MHP’ê ye. Lewma dixwazin bi piştgiriya hêzên başurî vê yekê berovajî bikin, cardin xwe wekî “dostên hin kurdan, hin parçeyên kurd” nîşan bidin. Lê kurd, êrîşên Kerkukê, êrîşên Efrinê, êrîşên her çar parçeyê Kurdistanê ji bîr nakin. Kurd, di dema referandûma Başûr de helwesta AKP’ê, gefxwarinên Erdogan ji bîr nakin. Ji bîr nakin ku Erdogan digot, “Em ê derî li ser wan bigirin dê ji birçîna bimirin.” Piştgiriya AKP’ê ji îro şûnde bêrûmetiyek mezin e. Em hêvî dikin ku dê tu kesekî kurdewar xwe evqas erzan nexe.
Ji aliyek ve ev helwest heye ji aliyê din ve jî pêla berxwedanên mezin dibe. Şêrejinek kurd, pêşenga gel Leyla Guven ji bo rûmeta gelê xwe, bedena xwe li birçîbûnê razand. Roj bi roj saet bi saet xwe di rêya têkoşîna gele xwe de dihelîne. Rêya ku Leyla Guven nîşan daye rêya rûmetê ye, rêya mirovahiyê ye. Ev xet, ev sekn rêya rast nîşan dide gelê kurd.
Di encama têkoşîna 50-100 salên dawî de, di encama berdêlên giran de gelê kurd êdî xwedî feraseta ku rastî û şaşiya ji hev derxe ye. Nîşaneya vê yekê jî di hilbijartinan de derdikeve holê. Hilbijartina 31’ê adarê ji bo gelê kurd fersendekî mezin e. Gelê kurd dê di vê hilbijartinê hesaba hemû tiştê ji hikûmeta AKP’ê bipirse. Serkeftina gelê kurd dê pêşî li êrîşan bigire. Dê hêviya wan ya, “em dikarin bi êrişan encam bigirin, bi ser bikevin” bişikîne. Dê rihê berxwedana Amedê, têkoşîna Leyla Guven di laşê her kurdekî de zindî bibe. Gelê kurd heya niha destûr neda ku tu berdêl vala biçe dê ji îro şûnde ve jî destûr nede vê yekê. Ne xwe cardin di van rêbazan de bi ser bikevin dê êrîşên xwe komkujiya xwe bidomînin. Serkeftina gele kurd dê êrîşên wan jî bişikîne.