PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Biryara DYA’yê ya li dijî Cemal, Cemîl û Dûran!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev biryara xelatên milyonan a li dijî van rêber û şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, erê pir girîng e lê ne tiştekî ecêb û matmayî ye.

Ev biryar girîng e, ji ber ku bi vê helwesta xwe DYA, di kesayeta van rêberên tekoşer de, careke din li hemberî gelê kurd û hemû gelên Kurdistanê bêedaletiyek û bêexlaqiyek mezin nîşan da.

Lê daxuyaniya biryarek wisa, ne ji bo Tevgera Azadiyê û ne jî ji bo raya giştî ya Kurdistanê, mijarek xerîb û ecêb e.

Ji ber ku di der barê Tevgera Gelên Kurdistanê de, biryar û helwesta herî xerab û xemdar, di dema dîlgirtina Rêber Apo de dan diyarkirin. Her wiha gunehkarî û hevparî ya DYA’yê ku di dema faşîzma Kenan Evren de, polîtîka û kiryarên çendîn hov û nemirovî li ser kurdan û Kurdistanê hat meşandin de jî hîn ji bîra kesî neçûye. Her wekî din gelek bûyer û mijarên din jî hene.

Lewma divê em li hemberî vê biryara bêexlaq û bêwijdan jî, matmayî û ecêbmayî nemînin.

Li ser vê mijarê şîroveyek wîsa jî tê kirin: DYA, bi vêya peyamê dide dewleta R.Erdgan û dibêje “Bila tu bizane û bibîne ku em çendîn li dijî PKK’ê ne”, “Tu zêde serê xwe bi têkiliyên me yên li gel PYD-YPG û hwd. re neêşîne, ev têkilî taktîkî ne”!

Dibe ku ev şîrove hinekî rast be jî. Lê divê mirov bizane ku têkiliyên wan bi R.Erdogan re jî, ne stratejîk in, taktîk in. Ji xwe di siyaseta van dewletan de êdî têkiliyên stratejîk nemane, hemû taktîkî ne. Prensîb dibêjin lê hemû derew in, bi tenê berjewendên dewletî hene.

Xwedê giravî li gel PDK-I û YNK’ê jî dostên pir berbiçav tên xuyakirin. Lê hîn ev herdu rêxistin jî di liseteya terorê ya DYA’yê de ne.

Weke her car tê gotin, em ê carek din dubare bikin û bêjin; di felsefeya siyaseta van dewletan de, têgînên weke aştî, azadî, aramî û demokrasiyê ji bo gelan nîne, bi tenê berjewendên dewletî hene.

Îcar divê herkes hişê xwe careke din baş bide serê xwe û pişta xwe tu carî nede filan û bêvan dewletan. Divê tu carî baweriya xwe bi tu hêzên hegemon, hêzên serdest/desthilat ên cîhanî yan ên herêmî neyne. Belê bi bingehîn baweriya xwe bi xwe, bi gelê xwe û bi rêberê xwe bîne. Bêguman divê dostayî û hevalbendiya di nava gelan de û bi giştî piştgiriya bi mirovahiya cîhanî re jî neyê jibîrkirin.

Ji aliyê felsefî û bîrûbaweriyê ve, divê mirov bi vî awayî bûyeran û mijaran şîrove bike û helwesta xwe, plan û projeyên xwe li ser vê bingehê ava bike.

Ji aliyê din ve nakokiyên navbera van dewletan jî ne biçûk in. Lewma divê di vî warî de siyasetek pratîk a guncaw, bi hostayî were meşandin. Ji bo ku li şûna wan, mirov ji van nakokiyên navbera wan sûdê werbigire.

Ger hostayî û zîrektiyek baş were meşandin, mirov dikare vê helwesta kambax a DYA’yê, berevajî bike û li wan vegerîne. Mirov vê daxuyaniya rûreş, jixwe re weke hişyarî bigire dest û hêj xurtir li ewlekariya xwe miqate bibe û tedbîrên hêjatir bigire li hember komplo û sûîqastên wan.

Divê îro herkesên bi xîret, ji bo azadbûna Rêber Apo li Strasbourgê be.

Nûçeyên Têkildar