Li hemberî Tevgera Azadiyê plan û projeyên komplogeran xelas nabin. Heta ku ew hebin ev siyaset û karê dijberî mirovahiyê jî dê her hebe.
Êrîşên van hêz û dewletên hegemon, li dijî rêber û têkoşerên vê tevgerê, jixwe tu caran nehatiye rawestandin. Ji roja ku ev tevger, hîn weke şitlekê nû şîn dibû, bi kemîna li Tuzluçayira Enqereyê dest pê kir û di qonaxa yekemîn de derbeya mezin bi şehadeta Hakî Karer re hate pêkanîn. Bêguman pêşengtiya vê plangeriya navdewletî dewleta tirk dike.
Qonaxa duyemîn a plangeriya navdewletî jî heta dîlgirtina Rêber Apo dewam kir. Qonaxa sêyemîn jî niha di rojevê de ye. Vê qonaxê jî, mirov dikare weke sermijar bi kurtasî wisa bi nav bike: Wergerandina sifra “Pêvajoya çareseriya demokratik” û bi vê ve girêdayî, dirêjkirina dema tenêhiştina/tecrîdkirina Rêber Apo.
Destpêkirina êrîşên qirkirinê li Cizîrê, Geverê, Nisêbînê, Sûrê û hwd.û her wiha dîlgirtina bi hezaran kesan, îşkence, revandin û windakirina bi dehan û bi sedan kesan.
Berfirehkirina êrîşên bi frokeyan, bi tankan, bi ÎHA û SÎHA û droneyan ên ser perçeyên din ên Kurdistanê; Rojhilat, Başûr û bi taybetî li ser Rojava; ji ber ku li vir bi êrîşkirinê tenê ranewestiya belê êdî li gel qirkirin û wêran û talanê dest bi dagirkerinê jî kir. Mînaka Cerablus, Bab, Ezaz, herî dawî Efrîn û Idlib jî! Her wiha tehdîdên xwe zêdetir dike û dibêje “ez ê êrîşî hemû destkeftiyên vê Tevgera Azadiyê bikim”; Rojhilatê Firatê hemû û heta Mexmûr û Şengalê û hwd.
Herî dawî biryara AÎHM’ê jî di hewara Receb de hat û got li Îmraliyê îşkence li ser jiyana Ocalan nîne û li pey wê ji bo derbê li sê rêberên vê tevgerê bide xelatê pera pêşkêşî qirkeran kir DYA’yê.
Li gel van kiryarên li dijî mirovahiyê û li dijî têkoşîna doza gelên Kurdistanê, ji bo raya giştî ya Kurdistanê jî û raya giştî ya cîhanê, ji aliyê nebaş bixe bin bandora polîtîkayên xwe yên xerabkar, hinek lîstikên siyasî yên cuda jî dîsa dixin rojevê.
Berî hefteyekê niştivanê serleşkerî yê kevn Mete Yarar, di TV’ê de hinek gotinên balkêş ji gotinên xwe yên ku berê cudatir dikir û digot “PKK êdî ew ê xwe veguherîne; hem navê wê û hem wekî din jî, ew ê êdî ji çiya dakeve bajaran û karê siyasî û yê îllegal bide meşandin, weke IRA li Îrlandayê yan jî weke PYD’ê û hwd. her wiha dewleta Tirkiyeyê jî ji vê veguherînê re amade ye û hwd.”
Hema roja li pey wî Husnu Mahallî jî di TV’ê de got “min ji çavkaniyên pêbawer agahî girtiye û dizanim ku piştî 2-3 rojên din, di Dadigeha Mafên Mirovan a Awropayê de, ji bo azadkirina Selahattîn Demîrtaş, dê biryar were standin”.
Di meha sibatê de jî Wezîrê Parastinê yê DYA’yê J. Mattis gotibû ‘em ê YPG’ê li dijî PKK’ê bidin xebitandin.’
Dema ku mirov van gotin û dîtinan dide ber hev û şîrove dike, gumana xurt heye ku dewletên hegemon dîsa li pey proje û planên nû ne an jî yên kevn nûjen dikin.
Bêguman armanca wan a sereke her weke berê ye û nehatiye guhertin. Ew jî ev e: alternatîfên kevn xurt bikin û ger karibin peyda bikin ên nû jî ava bikin. Her wiha bi van gotin û propagandayên ku niha dikin û dixin rojevê, dixwazin mejiyê gelên me tevlihev bikin, avê şêlo bikin û hwd. Lê na xêr, her çawa di qonaxên berî niha de komployên wan negihîştin armancên xwe, dê ev jî negihîje armanca xwe.
Bêguman divê kes qîma xwe bi berxwedana heyî neyne. Belê divê têkoşîna bi rêxistin a ku pişta xwe dispêre hêza xwe ya cewherî hîn pirtir were xurtkirin.