Roja çarşemê R. Erdogan dîsa derket ber kamerayê û gef li kurdan xwar û got ‘ez ê van rojan êrîşî ser rojhilatê Firatê’ jî bikim.
Ji ber ku karê wî hemû li ser xwînrijiyê ye, siyaseta wî li ser şer û cengê hatiye damezirandin, di hemû axaftinên wî de xwîn ji devê wî diherike û hema hema her roj êrîşî ser filan cihî û bêvan cihî dike. Lewma gelek ne zelal e, ka kîjan axaftinên wî rast in, kîjan derew in?
Li gor dîtina min, hemû gotinên wî perçeyek ji projeya wî ya bingehîn e. Ji ber ku ew bi xwe li ser projeyê derket ser dika siyasetê û bi vê armancê hat ser desthilatiyê. Bi gotineke din; ew bi xwe projeya DYA’yê ye.
Dibe ku bi hinek axaftinên xwe, derdikeve derveyî sînorên projeyê. Carcaran, weke şanogerê bihemd an bêhemdê xwe, ji nivîsên senaryoyê dûr dikeve û ji derveyî senaryoyê hinek gotinan dike. Dibe ku hinek caran R. Erdogan jî wisa bê firên, derdikeve derveyî nivîsê û diaxive.
Lê li ser mijarên girîng û giran nikare ji sînorê senaryoyê derkeve. Lewma ez vê carê jî, weke hinek caran girîng dibînim û dibêjim ne dûrî senaryoya Amerîkayê ye. Ew fort û zimanê qebedayîtiya ku li dijî Amerîkayê bi kar tîne jî bi zanebûn e, lihevkirî ye, ji bo xapandina raya giştî ye.
Gumana xurt ew e ku ev gefa R. Erdogan ne bêyî agahiya DYA’yê ye, lê destûrek sînordar e û dibe ku armanca vê senoryoyê ev be:
Du mijarên girîng hene di vê senaryoya Amerîkayê de, ya yekê; dixwaze bi vê êrîşkariyê HSD’ê çavtirsiyayî bike, ji Rûsyayê bi tevayî dûr bixe û hîn pirtir bi xwe ve girê bide. Ya duduyan; bi vê şêwazê kurdan xurttir bi xwe ve girê bide, ji ber ku di cenga li dijî Îranê de jî kurd jê re lazim in, lê kurdên ne xwedî îradeyeke xurt, kurdên lawaz ên her dem hewcedarê wan!
Li aliyê din jî Rûsya, ENKS’ê dikişîne cem xwe, li gel wan, xwedêgiravî li ser dahatuya ‘Sûriyeya nû şêwrê dikin! Ev jî ji aliyê xwe ve, bi vî awayî li dijî kurdên xwedî îrade yên HSD’ê şantajê dike, xwedêgiravî ditirsîne, ji bo ku bi xwe ve girê bide!
Bêguman a herî giring, li hemberî van senaryoyên gemar, qirêj ên li dijî mirovayê, karê bingehîn dîsa dikeve ser milê kurd û kurdistaniyan.
Weke her car tê gotin, divê mirov li ser felsefeya xwe ya bingehîn ‘baweriya bi xwe’, hîn xurtir hûr û kûr bixebite. Divê mirov hevgirtina gelê xwe li ser vê bingehê hîn bi hêztir bike. Xebata xwe ya dîplomasî û lobiyê hîn bi hostayî bide meşandin. Li hemberî lîstok û provakasyonan hîn bêhtir bi hişyarî tevbigere û hwd.
Ji aliyekî din ve jî berxwedan û hewldanên li hemberî tecrîda Rêbar Apo û êrîşên li ser têkoşer û pêşengên Tevgêra Azadiyê hene. Li ser vê bingehê greva birçîbûnê ya bêdorveger a ku Leyla Guven li zîndanê daye despêkirin 30 roj derbas kirin, bi pêşangiya wê di vê çarçovê de çalakiyên greva birçîbûnê li çar aliyê welat û derveyî welat, roj bi roj berfirehtir dibin.
Ev çalakiyeke gelek bi rûmet û watedar e. Şopdariya şoreşger û berxwedêrên mezin ên Zindana Amedê tîne bîra mirovan. Divê her kesên xwe niştimanperwer, demokrat û aştîxwaz dibînin, li her devera ku lê dijîn tev li van çalakiyan bibin û bi hemû derfetên xwe ve lê xwedî derkevin.
R. Erdogan û hevalbendên xwe yên dagirker û xayin hemû ji van çalakiyan û serhildanan gelekî ditirsin û ji xwe divê hîn bêhtir jî bitirsin û ev tirs wê siyaset û pergala wan a zilmê birûxîne.