Ji sala 2015’an û vir ve, olperest, mezhebperest, neteweperest û nijadperestên Tirkiyeyê hatin cem hev û tifaqek çêkirin. Erdogan AKP, MHP û Ergenekon temsîlîyeta vê tifaqê kirin. Li ser hin xalên bingehîn li hev kirin. Ev xal jî avakirina rejîmek, neteweperest, olperest û faşîst û ji bo vê yekê jî tasfiyekira Tevgera Azadiyê ya gelê kurd bû. Ji ber ku heta Tevgera Azadiyê hebe, ew nikarin rejîma ku dixwazin ava bikin. Ger were kirin jî nikarin li ser pêyan bigirin. AKP MHP û Ergenekon li ser tasfiyekirina hemû destkeftiyên gelê kurd li hev kir. Li ser vî esasî ji ‘Plana Rûxandinê’ hat çêkirin.
Li gor vê Plana Rûxandinê gelek hemû destkeftiyên kurd di nav 3 salan de bihata tasfiyekirin. Pêşî êrîşê Îmraliyê kirin û tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşandin. Ev 3 sal e tu xeber jê nayê wergirtin. Paşê ji êrîşî hêza gel kir û xwest hêza gel a siyasî, rêxistinî têk bibe. Ji ber vê yekê jî hemû sazî û dezgehên gelê kurd qedexe kirin, parlamenteran girtin. şaredariyan qeyûm avêtin, hemû pêşengên gel an girtin an kuştin an jî sirgûn kirin. Êrîşî rojava, başûr û heta êrîşên rojhilatê Kurdistanê kirin. Bajara xirakirin, çiya, banî û gundan bombebaran kirin. Ji bo vê yekê teknîkê herî li pêşketî bi kar anîn, butçeya dewletê wek butçeya şer bi kar anîn. Wan bi xwe got ku heya niha, nêzî 89 hezar operasyon li dar xistine. Ev êrîş ji Plana Islahata Şarkê û ji darbeya 12’ê Îlonê dijwartir bû. Hemû derfetên xwe yê hundir û derve ji bo tasfiyekirinê bi kar anîn. Ji niha pê de jî tiştek ku bike nemaye.
A niha em li encamê binihêrin. Xwest di aliyê siyasî de tevgera azadiya gelê kurd têk bibe lê encam wernegirt. Civak belkî bê tevger e lê li cihê xwe sekiniye. Bi kîn û nefret li benda wexta xwe ye. Di aliyê siyasî de jî Erdogan bi xwe li xwe mikur hat û got em dikin nakin dîsa heman tercîha siyasî dikin. Ji bilî 89 hezar operasyon ji tevgera azadiya gelê kurd hêza xwe parast û li ser pêyan ma. Li Başûr plana dagirkeriyê vala hate derxistin, li Rojava wek hêza çareseriyê cihê xwe diparêze.
Yên ku ev plana rûxandinê çêkirin, hêdî hêdî li ber rûxandinê ne û têk diçin. Li ser bidestxistina burokrasiya dewletê, di nav têkoşînek de ne. Tê gotin ku ev hêz ji hev ditirsin ku darbe li hev bikin. Di aliyê siyasî de AKP û Erdogan qels bûne. Hemû anket wî li bin ji sedî 40 nîşan didin. Ev yek jî têra Erdogan nake ku li pêya bimîne.Tê gotin ku li gor encamên hilbijartinên herêmî wê rewşek cuda derkeve holê. MHP, Ergenekon, Îyî Partî û CHP dê blokek din ava bikin. Ji ber vê yekê jî gelek burokrasiya dewletê bikişînin cem xwe. Erdogan jî ketiya nav hîn lêgerînan. Di aliyê aborî de qeyranek dijwar heye. Di dîroka komarê de qeyrana herî dijwar a aborî tê jiyîn. Ev jî encama şerê tê meşandin e. Bahçelî li xwe mikur hat û got civaka me dirize û li ber teqandinê ye.
Gelê kurd û Tevgera Azadiyê li hemberî van êrîşên dijwar û hovane berxwedanek bê hempa nîşan da. Ev berxwedan ji Îmraliyê dest pê kir û xwe gihande gundan, çiya û bajaran. Di aliyê siyasî, çandî, civakî, îdeolojîk, leşkerî di her alî de berxwedanek mezin hat lidarxistin. Qahremaniyên mezin, bi berdelê giran li ser pêyan sekinî û ev êrîş hemû vala hatin derxistin. A niha ev berxwedan xwe berdaye nava zîndanan. Zindanan ala berxwedanê dewr girtiye. Berxwedana Zindana Amedê faşîzma 12’ê Îlonê têk biribû. Niha dîsa girtiyên azadiyê xwe amade dikin ku faşîzma kesk têk bibin. Êdî dem dema şikandina tecrîd û têkbirina faşîzmê ye. Faşîzm ji rengan, dengan û tevgeran ditirsê. Rengan zêde, dengan bilind û tevgeran xurt bikin.